Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Xelkê Başûr zêdetir nêzî Apo û PKK’ê dibe

Her çendî ji salên 80’î ve Tevgera Azadiya Kurd PKK û ramana Rêber Apo li Başûrê Kurdistanê xwe bi cih kiribe jî, lê ji ber siyaset û nêzîkatiyên aliyên siyasî ya navxwe tim pêşiya civakê bûye asteng ku bi qasî pêwîst nikaribe xwe nêzî Rêber Apo û PKK’ê bike.

Tevî ewqas êrîş û zextên dijwar ên şerê azadiyê ya gerîlatî û mercên giran ên pêvajoyên derbasbûyî jî, tim têkilî hebû û ti demê jî qût nebûye. Nimûneyek eger bê xwestin, Şehîd Sîrwan, Şehîd Viyan Soran, Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) û bi sedan ciwanên Başûr di nava PKK’ê de cih girt û pêşengtî kirin.

Yek ji astengiyên herî mezin ku navberek mezin xiste nava gelê Başûr û Tevgera Azadiya Kurd, şerê Kurdan weke ‘Şerê Xiyanetê’ ku salên 90’î destpê kir, bû.

Ji wê dîrokê û vir ve, di serî de ramana Rêber Apo û dîsa têkoşîna leşkerî ya gerîla ya li Başûr hê xurtir bû û rehên xwe baştir li nava xelkên Başûr bi cih kir. Çiqas êrîş û zext dijwar bûn, gerîlayan û welatparêzên ramana Rêber Apo girtî li ber xwe da û cihê xwe baştir kir.

Ev jî bû sedem ku hêvên (maya) xurt li nava Başûr bê belavkirin û encam bigire.

Demek dirêj rewş wiha dom kir, taybet bi êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê re giha lûtkeyê. Gerîla û gel êdî gihiştibûn hev. Ji nêz ve rû bi rû her kesê gerîla dît, nas kir, berxwedana wê ya canfedayî dît. Ev jî bû bingehek saxlem ku êdî rastiya gerîla û gotegotên bê bingeh hemû hilweşin. Perde çiriyabû. Her tişt li ber çavbû, êdî gotinê bê wate dibû. Ji ber her tişt li ber çavan dihate kirin. Ev yek zêdetir hêz û moral da gerîla û gel. Ev yek zêdetir cihê gerîla ya li nava gel vekir. Dîsa ramana Rêber Apo ya civaka azad, jina azad gihande her ciwan, jin û malê.

Piştî vê yek ji xala din ku xelkê Başûr bikişîne PKK’ê rastiya wê ya îdeolojîk û berxwedana wê ya bê eman a li dijî dagirkerî, mêtingerî-qirkirin û talana li Kurdistanê bû.

Di demekê de êrîşên dijwar ên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê xurt dibûn, rayedarên herêmê PDK-YNK xwedî helwestek baş neyî, gerîlayên PKK’ê li xeta sînor têkoşînek pir xurt a li ber çekên herî xedar û kîmyewî li ber xweda, rê neda ku Başûr bê dagirkirin. Tevî ku rayedarên PDK’î rê ji wan re çêdikir û êrîşên dagirkeriyê weke dagirkeriya Kurdistanê nedît jî, di serî de PKK’ê ev yek dît û pêşiya vê girt. Rê neda ku dewleta Tirk bikeve Başûrê Kurdistanê mîna salên 90’î ketina panzerên Seddan a Hewlêr, her wiha Kerkûk, Mûsil dagir bike.

Li aliyê din rayedarên PDK’î li ser navê hikûmet û gelê Başûr bazirganiyê bi dewleta Tirk re dike û bi peymanan dewlemendiya xaka Başûr pêşkêşî dagirkeran dike, li aliyê din gel hejar, bê xizmet dimîne. Ev jî bûn yek ji xalên din ku civak êdî bi temamî berê xwe ji rayedarên PDK’î û hikûmeta heyî ya ne ji bo civakê berde.

Tam di demek wisa de civak bê çare mayî, bi pêngavên mîna derxistina PKK’ê ya ji ‘lîsteya terorê’ û pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir ku civak xwe zêdetir nêzî Rêber Apo û PKK’ê bike. Li dorî xebatên wiha bên ba hev û PKK weke tevgereke azadîxwaz a gelan ji hemû partî û saziyên heta niha hatî avakirin cuda ye derxist holê. Civak PKK’ê weke alterantîf dibîne. PKK’ê weke hêzeke rizgarî dibîne û di gelek aliyan de raste rast nebe jî piştevaniyek xurt dide û dibe alîkar.

Ji ber vê PDK di serî de vê dibîne û ji bo wê pir zextê li civakê dike. PDK ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ neyê derxistin hemû hêz û rêyên derhiqûqî pêşkêşî Tirkiye û welatên Ewropayê dike. Tenê ji bo vê vebijêrkê ji pêşiya gel bide beralî.

Tevî vê jî, niha li Başûr xebatek baş a ji bo hem azadiya Rêber Apo û hem jî derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ heye.

Dewleta Tirk û PDK a ku her demê bi êrîşên li ser Başûr û dîsa taybet li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê dixwaze bêje va giha encamê, ev gel carekî din ji nû ve serî radike û hemû pîlanên wan di serê wan de dihilweşîne. Ev xal jî yek ji mijara din ku civaka Başûr pir xurt li ser lingan dihêle û çavkaniyê ji vê digire. Gelê Başûr, ciwanên wê û jin hêzê ji vê berxwedanê ya bi ramanê Rêber Apo têdikoşe digire.

Ji bo wê çiqasî xebat bê kirin, wê ewqasî civakê arasteyî xwe bike.

Me di çalakiya 15’ê Sibatê de ya li Başûr dît, çawa xwedî derketinek mezin li Rêber Apo heye. Li seranserî Başûr bi meş, semîner û çalakiyên standan û belavkirina ramanên Rêber Apo me dît ku civak çawa xwe li dorî vê kom kiriye.

Her di vê çarçoveyê de li pêşiya me meheke pîroz û xurt a rabûna serhildanê heye. Meha Adarê meha li ber zilmê û zordariyê ji nû ve xuliqîne. Ji 8’ê Adarê destpê bikin û heta 21’ê Adarê û 28’ê Adarê bi çalakiyan bikin ku zalim mîna dihaqan ji textê xwe hilweşin. Agirê azadiyê li hemû kuçe û kolanên bajarên Kurdan hilbibe.

Kengê agirek wiha hilbû, wê ti zalim nikaribe xwe li ber vê bigire. Hemû rûpoşên zalim û hevkaran bişewite.

Nûçeyên Têkildar