PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Xelkê Binarê Qendîlê li dijî aloziya li Zînî Wertê meşiya

Aloziya ku piştî PDK’ê hêzên xwe şandin Zînî Wertê destpê kiribû, hê jî berdewam dike. Xelkê Binarê Qendîlê ji bo ku PDK hêzên xwe careke din ji Zînî Wertê vekişîne, bi pêşengiya Meclisa Gel a Qendîlê, meşek li dar xist.

Di meşê de alên PKK’ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilind kirin û welatiyan bênavber dirûşmên ‘Bimre xiyanet’, ‘Bijî yekitiya gelê kurd’ , ‘Derkeve derkeve leşkerên tirk derkeve’ berz kirin.

Girseya ku gihîştî gundê Zergelê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

“Dijminên Kurdistanê timî sûd ji nakokî û dubareyên di nav kurdan de wergirtine. Ji bo mebest û berjewendiyên xwe eşîret, binemal û hizb bi xwe ve girê dane. Nehiştine kurd bi azadî û serbixwe bijîn, li welatê xwe derbeder û malwêran bûne. Ev bi destê komeke noker, xiyanetkar û xwefiroş ên xwe weke kurd dibînin pêk hatiye. Ev kom bi destê dijminan digire, xak û welat pêşkeş dike.

PDK bûye dardestê dewleta tirk

Di wextekî ku cîhan di nav nexweşiya vîrûsa koronayê de dinale, mixabin PDK bi hinceta tedbîren li hemberî rêya qaçax û nexweşiya koronayê hewl dide şerê birakujiyê bide destpêkirin û bûye dardestê dewleta tirk. Mînaka vê rastiyê jî êrîş û ambargoya li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê, êrîşa li ser Şengalê, şehîd û birîndarkirina gelek welatiyên sivîl, şandina sîxuran û aşkerakirina bingehên gerîlayan e.

Şandina pêşmergeyan tê wateya şer

Zînî Wertê yek ji cihên herî aram ê li herêmê bû. Bi çekên giran anîna hêzeke zêde ya pêşmergeyan ji bo Zînî Wertê ya piştî şerê navxweyî yek ji cihê herî aram bû, tê maneya şer û ev jî beşek ji plana dewleta tirk a dagirker e. Ev tişta li Zînî Wertê rû dide, di sala 2018 û 2019’an de li Behdînan û Biradostê rû da û ew der ketin destê dewleta tirk. Di encam de bi sedan gund xera bûn, gelek welatî şehîd ketin, birîndar û derbeder bûn.

Bang li hemû raya giştî ya kurd kirin

Em weke gelê Binarê Qendîl, li dijî şerê birakujiyê ne. Anîna hêzan ji bo Zînî Wertê ya devereke aram e, qet pêwîst nîne. Em daxwazê ji hemû hêz, aliyên siyasî, rêxistinên sivîl û mafên mirovan, kesên azadîxwaz û gelê Kurdistanê dikin ku rê nedin pêşxistina şerê birakujî, nekevin nav plana qirêj a dewleta tirk a dagirker a armanc dike Qendîlê dagir bike. Em bi tu awayî dagirkeriyê qebûl nakin û em ê welatê xwe biparêzin.” QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar