Welatiyên Binarê Qendîlê bi meşekê bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a dagirker a li ser Qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.
Ji Komîteya Amadekar Berêz Xidir di meşe de axivî û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker li hemberî hêz, îrade û berxwedana gerîla şikestiye, lewma ji bo veşartina şikestina xwe serî li bikaranîna çekên kîmyawî daye. Dewleta tirk a dagirker li ber çavê cîhanê berevajiya hemû yasayên navneteweyî û yasayên şer çekên qedexekirî û kîmyawî bi kar tîne û ew jî li hember bêdeng in.”
Di çalakiyê de bang li har çar parçeyên Kurdistanê û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku erka xwe yên exlaqî û yasayî pêk bînin û pêşî li van kiryarên li dijî mirovahiyê bigirin. QENDÎL