Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Xelkê Dirbêsiyê û Girkê Legê dagirkeriya tirk şermezar kirin

Xelkê Dirbêsiyê û Girkê Legê êrîşên dagirkeriyê ya dewleta tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li ber êrîşan şermezar kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Qamişloyê bi meşekê gef û êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmê protesto kirin û xwestin ku qada hawayî ji balafirên Tirkiyeyê re werin girtin.

Meş li qada Şehîd Xemgîn veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hat girtin. Piştre Hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Rustem Bekir axivî û diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi van êrîş û gefan dixwaze ewlehiya herêmê xira bike, şêniyên wê bitirsîne û di encamê de wan bide koçberkirin û wiha got: “Her wiha armanca ji van êrîşan serkeftin û destkeftiyên ku gelên herêmê bidestxistin têk bibe, bi taybet bajarê berxwedanê Kobanê ku pêngava destpêkê ya têkbirina DAIŞ’ê bû ku desteka xwe ji Tirkiyeyê digirt. Dîsa jî dewleta tirk bi van êrîşên dixwaze krîzên xwe yên hundirîn derxîne derve.”

Bekir bêdengiya DYA û Rûsyayê ya li hemberî êrîşên Tirkiyeyê rexne kir û banga girtina qada asîmanî li ber balafiran kir.

Di dawiya axaftina xwe de Rustem Bekir diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî van êrîşan li ber xwe bide û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Girkê Legê

Şêniyên Girkê Legê jî bi meşekê êrîşên dewleta tirk a dagirker protesto kirin.

Endama Kongreya Star Narîşan Berekat di çalakiyê de axivî û wiha got: “Binpêkirinên dewleta tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bedewam in, bi van êrîşan dixwaze fitne û tirsê di nav şêniyan de belav bike û fikrê neteweya demokratîk û jiyana hevbeş têk bibe. Lê îradeya me xurtir dibe, em ê ji bo mafên xwe têkbikoşin heta ku planên dewleta tirk têk biçin.”

Narîşan Berekat di dawiyê de piştgiriya gel bi hêzên xwe yên parastinê nîşan da.

Çalakî bi diruşmeyên şermezarkirina dagirkeriya dewleta tirk bi dawî bû. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar