Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Xelkê Germiyanê: Ji bo kongreya neteweyî bingeheke baş heye

Welatiyên Germiyanê destnîşan kirin ku divê hemû partiyên kurdan berjewendiyên xwe yên şexsî û hizbî deynin aliyekî û ji bo lidarxistina kongreya neteweyî bikevin nava hewldanan. Welatiyan got ku ji bo lidarxistina kongreya neteweyî zemîneke baş heye û gelê kurd dikare bi yekitiya xwe pêşî li êrîş û dagirkeriyê bigire

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd û yekrêziyê, dest bi serdaneke din a bi hêz û rêxistinên siyasî yên kurd kir. Ji aliyê din ve hunermend, rewşenbîrên û beşên din ên civakê jî banga yekitiya neteweyî dikin. Divê çarçoveyê de welatiyên Germiyanê ji Rojnewsê bi Botan Germiyanî re axivîn.

Têkildarî mijarê aktivîsta civaka sivîl Leyla Ehmed anî ziman ku sedema êrîşên li ser gelê kurd, parçebûna kurdan a navxweyî ye û wiha domand: “Lidarxistina kongreya neteweyî dê bike ku dijmin nekarin li dijî kurdan bi ser bikevin. Dê rê li ber êrîş û dagirkeriyê bigire. Ger xwesteka hizb û aliyên siyasî hebe, ji bo lidarxistina kongreya neteweyî niha zemîneke baş heye.”

‘Divê ji bo kongreyê bikevin nava hewldanan’

Di heman mijarê de xwendekarê zanîngehê Hêmîn Şêrko jî diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî berjewendiyên xwe yên şexsî û hizbî deynin aliyekê û wiha got: “Divê ji bo lidarxistina kongreya neteweyî ya kurd bikevin nava hewldanan. Pêngava herî girîng yekitiya kurdan e. Hewldanên KNK’ê yên ji bo yekitiya neteweyî girîng in. Ji ber ku li her çar aliyên me dijmin hene û hewcehî bi yekitiya neteweyî heye.”

‘Ji bo yekitiyê dereng nîne’

Welatiyê bi navê Bîlal Mihemed jî da zanîn ku di dîrokê de kurd her tim di rewşeke belave de mane û wiha bi dawî kir: “Tu caran nebûne xwedî helwesteke hevbeş a neteweyî. Ji bo yekitiya neteweyî hêj jî dereng nîne. Her partiyekê kurdan bi dijmineke kurdan re di nava têkiliyê de ye. Yek bi Îranê û yek ji bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Ger em di nav xwe de hevgirtî bin, wê demê em dikarin li dijî hemû dewletan bisekinin.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar