Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Xelkê Kelarê: Divê gelê Başûr bi ruhê Şêladizê baregehên tirkan derxînin

Welatiyên Germiyanê bertek nîşanî hebûna baregehên leşkerî yên dewleta tirk ên li Başûr dan û gotin ku divê ji xaka Kurdistanê bên derxistin. Welatiyan bang li hikûmeta Başûr û gel kir ku bi ruhê Şêladizê dawî li baregehên leşkerî yên dewleta tirk bînin

Welatiyên Kelar a Germiyanê têkildarî hebûna baregehên leşkerî yên dewleta tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê bi Rojnewsê re axivîn. Welatiyan destnîşan kir ku hebûna artêşa tirk û baregehên wan ên li Başûr, ji bo xak, çand û gelê kurd metirsiyeke mezin e.

Ji welatiyan Dilşad Cemal anî ziman ku armanca êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava û Başûr, tenê dagirkirina herêmekê nîne û wiha domand: “Dixwazin temamiya Kurdistanê dagir bikin. Bi dehan baregehên leşkerî û sîxuriyê yên dewleta tirk li herêma Kurdistanê hene. Li ser xaka me balafiran radikin û çiyayên me bombebaran dikin. Pêwîst e gelê başûrê Kurdistanê bi ruhê şoreşgerî yê xelkê Şêladizê serî rake û dagirkeran ji xaka Kurdistanê ya pîroz derxînin.”

Bang li hikûmeta Başûr kir

Şanoger Keywan Îsmaîl jî bi lêv kir ku hebûna baregehên leşkerî-sîxurî yên dewleta tirk ji bo xak, çand û gelê Başûr metirsiyeke mezin e û wiha derbirî: “Ez ji hikûmeta herêmê dixwazim ku bêdeng nemîne û ji bo parastina xak û jiyana welatiyan sînorekî ji dagirkeran re deyne. Her wiha rêzefîlmên tirkan parçeyeke ji vê dagirkeriyê ye. Ez dixwazim ku gel êdî van rêzefîlman temaşe nekin.”

‘Divê derxistina leşkerên tirk bibe rojev’

Welatiyê bi navê Yûsif Mihemed jî hebûna baregehên dewleta tirk weke destdirêjiya li ser xaka Başûr nirxand û wiha bi dawî kir: “Bi tu awayî em qebûl nakin. Divê ev mijar li kolanan, li medyayê û li parlamentoyê bibe rojev. Dîsa divê em mijarê bibin qada navneteweyî. Pêwîst e em leşker û baregehên dewleta tirk ji başûrê Kurdistanê derxînin.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar