Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Xelkê Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd meşiya

Şêniyên navçeya Şêran a Kobanê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê her li qadan bin û li ber dagirkeriyê rabin.

ANF Images

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navçeya Şêran a Kobanê bi sedan kes li hev civiyan.

Çalakî bi dirûşma “Bi ruhê gel ê şoreşgerî em ê şoreşa xwe bi ser bixînin û Rêber Apo azad bikin” bi pêşengiya Kongreya Star û Jin ên Ciwan hat lidarxistin.

Piştî meşa li navçeyê, mîtîngek hat lidarxistin û bi navê Jin ên Ciwan Fatmê Osman daxuyaniyek da.

Fatmê Osman destpêkê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku dewleta tirk hewl dide projeya Neteweya Demokratîk ji holê rake, lê belê nikare bike.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî yên li qadên gerîla hatin bibîrxistin û hat ragihandin, ku raya giştî ya cîhanê li hemberî êrîşên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên bi çekên kîmyewî xwe kor, ker û lal kiriye.

Fatmê Osman destnîşan kir ku dewleta tirk tecrîda li Îmraliyê her giran dike û destnîşan kir ku hem li dijî vê êrîşkariyê hem jî li hemberî bêdengiya raya giştî, ew ê têkoşîna xwe xurt bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar