KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Xelkê Mexmûrê li dijî tecrîda Îmraliyê meşiya

Xelkê Mexmûrê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya û piştgirî da Meşa Gemlîkê.

Bi hezaran ji şêniyên Wargeha Penaran a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi girseyî meşiyan.

Meş li ber derê Saziya Malbatên Şehîdan tevî xwendevanan bi tevlibûna hezaran kesan destpê kir. Di meşê de alên KCK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Her wiha dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ hatin berzkirin.

Meş heta ber derê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li wargehê berdewam kir. Li wir deqeyek rêz ji bo tevahî cangoriyên azadiyê hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê, Ehmed Şehbaz daxuyaniyek da.

Ehmed Şehbaz di destpêka axaftinên xwe xwe de, tecrîda li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar kir û got: “Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Rêberê me ev 32 meh in di destê xêrnexazan de, di bin tecrîdek girankirî de tê girtin. Em wek gelê Mexmûrê timî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Ji bo şikandina vê tecrîdê jî em di nava çalakiyan de ne. Rêber Apo ji aliyê hêzên hegemonîk ve tê girtin. Ne tenê dewleta tirk vê kiryarê pêk tîne. Rêber Apo dixwaze civak azad bijîn, ol û mezheb azad bin û civak xwedî li çand û rastiya xwe derbikeve. Lê belê ev hêzên dagirker vê yekî qebul nakin û her ku diçe tecrîda li ser Rêber Apo giran dikin.”

Ehmed Şehbaz bang li hemû kurdan kir da ku li dijî tecrîdê rabin ser piyan û got: “Em meşa ber bi Gemlikê ve silav dikin û piştgiriya xwe didin diyarkirin. Pêwîste gelê kurd li dijî van kiryarên qirêj ên li ser Rêber Apo tên meşandin, rabin ser lingan. Wê serkeftin bibe ya me û em dubare serkeftinê ji Meşa Gemlîkê re dixwazin.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ hatin berzkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar