PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Xelkê Qeladizê: Boykotkirina malên tirkî şoreşeke

Welatiyên Qeladizê diyar kirin ku kampanyaya boykotkirina malên tirkî her ku diçe berfirehtir dibe. Welatiyan bi lêv kir ku êdî gel naxwaze malên tirkan bikire û boykotkirina malên tirkî weke şoreşeke civakî pênase kirin

Kampanyaya boykotkirina malên tirkî ya ku li başûrê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê hatibû destpêkirin her ku diçe berfirehtir dibe. Li hêlekê roj bi roj hejmara dikandar û bazirganên ku tev li boykotê dibin zêde dibe û li hêla din jî welatiyên Başûr bi awayeke çalaktir tev li kampanyaya boykotê dibin. Têkildarî mijarê welatiyên Qeladizê ji Rojnewsê re axivîn.

Ji dikandarên navçeyê Xalîd Xidir diyar kir ku êdî bi tu awayî tiştên tirkî nakirin û wiha dom kir: “Piraniya welatiyan dema ku tiştan dikirin dibêjin ku bi tu awayî malên tirkî naxwazin. Me dixwest malên tirkî yên berê bifiroşin lê bi tu awayî nayên kirîn. Gelek alternatîfên malên tirkî hene. Berê bazirganan gelek malên tirkî di anîn lê piştî boykotê pir kêm tînin. Lewma li dijî dewleta tirk yek ji rêbazên herî baş boykot e. Ji ber ku dewleta tirk ji ber van berheman pereyekê mezin qezenc dikir. Bi vê boykotê em ê tola şehîdên xwe rabikin.”

‘Boykotkirina malên tirkî deng vedaye’

Berpirsê Koma Ciwanên Qeladizê Sabîr Ebdullah jî bi lêv kir ku piştî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li dijî Rojava pêngava boykotkirina malên tirkî deng vedaye û wiha dom kir: “Ev şoreşa gel a li dijî dagirkeriya dewleta tirk, xwedî bandoreke mezin e. Divê rojnameger û çalakvanên sivîl der barê malên tirkî de gel şiyar bikin. Ji ber ku bi rastî jî bandorekê xerab li ser tenduristiya gel çê dikin. Di wê  baweriyê deme ku dê ev şoreşa gel bi ser bikeve.”

‘Şoreş tenê bi rakirina çekan nabe’

Welatiyê bi navê Hêmin Îsmaîl jî ev tişt anî ziman: “Di serî de xelkê tenê xurekên tirkan boykot dikirin. Lê niha cilûbergên wan jî nakirin. Tekane alternatîfa berhemên tirkan, berhemên navxweyî ne. Welatê me di her alî de dewlemend e. Boykot çiqas berfireh bibe, dê berhemên xwemalî jî ewqas zêdetir bibin. Li gorî min, boykota li dijî dijminên kurdan şoreşeke. Şoreş tenê rakirina çekan nîne. Boykot jî cureyekê şoreşê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar