Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Xelkê Şengalê: Bi Şengal a Xweser êzidî dikarin bên parastin

Bi hezaran Şengalî di salvegera 9'an a fermana 3'ê Tebaxê de li hev kom bûn û bi dirûşma "Şengal a Xweser pêşîgirtina li ferman e" meşiyan. Şengaliyan diyar kirin ku wê hesab ji hêzên bûne sedema fermanê bipirsin.

Mîr Nayîf di mîtînga girseyî de axivî û ev peyam da; “Di vê roja çarenûsî de, dema ku roj çû ava û tarî ket ser axa Şengalê, hemû Êzidiyên Başûrê Kurdistanê û cîhanê nehemîn salvegera jenosîda Êzidiyan ku ji aliyê DAIŞ’ê ve li dijî bi hezaran sivîlên bêparastin, jin û mêr, û zarok li ber çavê hemû cîhanê pêk hat. herwiha êş û xemgîniya vekişîna ji nişka ve ya hêzên pêşmerge ku berpirsyarê parastina Şengalê bûn, em ji bîr nakin. Herêm neparastin û vekişîna wê bû sedem ku çeteyên DAIŞ’ê bêyî berxwedanî çêbibeb derbazî gund û navçeyên Şengalê bibin û bû sedema kuştin, revandin û koçberkirinê. Jenosîda xelkê Êzidiyan bi destên terorîstên DAIŞ’ê bala navnetewî kişandiye lê ev pir dereng ma pêwîste gavên lezgîn ji bo dayîna mafê Êzidiyan bê avêtin.”

Şengala xweser

Liser navê Rêveberiya Xweser ya Şengalê Xwedêda Elyas jî da diyakirin ku bi keda mezin ya gerîla û şervanan, Şengal hatiye rizgarkirin. Bi rizgarkirina Şengalê re gelê me rêkxistina xwe çêkir û vegerîn ser warên xwe.Ev vegera li ser warên xwe bersiva hemû fermana ne. Em wek Rêveberiya Xweser ya Şengalê,bi Şengala xweser û azad emê rê li ber hemû fermanan bigirîn û rê nadîn ku carekî din gelê me ji aliyên hêzên derekî ve bê birêvebirin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîda Pakîza Celal û li sernavê Desteya Serok Eşîrên Şengalê Saet Mulhem jî peyamên xwe dan û bang li Netewên Yekbuyî kirin ku kesên bûne sedema fermanê bên cezakirin.

‘Em ê bi YBŞ û YJŞ’ê êzidxanê xurt bikin’

Ji Fermandarê YBŞ’ê Qûrtay Şengalî jî axivî  û wiha got; “Êdî gelê me pişta xwe bi tu hêzeka derve ve girê nade. Gelê me gehiştiye wê baweriyê ku eger ew xwe bi xwe parastina xwe nekin, ewê nikaribin rê li ber fermanan bigirin. Rê li ber fermana girtin bi mezinkirina YBŞ’ê YJŞ’ê û Asayîşa Êzdîxanê ye. Ev cihê em lê ne, bi sedan şehîdan di oxira rizgarikirina vê xaka pîroz de canê xwe feda kirine. Gerîla ji çiyayên azad hatin û ev taxa niha em lê ne, bi destê xwe rizgakirin. Divê ev rastî qet neyê jibîrkirin. Ji bîrkirina fermanê û jibîrkirina xiyaneta PDK’ê, xiyaneta herî mezine. Em ji gelê xwe re dibêjin ku îro hêzeke ku we diparêze heya, hêzekî canê xwe di ber civaka Êzidî û baweriya wan de feda bike, ew jî YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzdîxanê ne.

‘DAIŞ’ê bi çekên Iraqê em qetil kirin’

Endama Koordînasyona TAJÊ’ê Neam Bedel jî di destpêka axaftina xwe de xiyaneta PDK’ê şermezar kir û got; ”Divê em nebêjîn tenê PDK’ê xiyanet li me kir. Ji ber ku hikûmeta Iraqê beriya PDK’ê ji parastina Şengalê berpirsyar bû. Lê hêzên Iraqê ji beriya her kesekî reviya û çeteyan bi çekên ku berpirsên artêşa Iraqê radestî wan kiribûn, êrişî ser me kirin. Bi wan çekan em qetil kirin. Heta niha Iraqê li hember vekişîna ji Şengalê û cihên din tu kesek ceza nekiriye. Ew kesên ji beriya fermanê di nava artêşa Iraqê de hevkariya DAIŞ’ê kirin û reviyan, niha careka din li ser heman erk û berpirsiyartiyê ne.  Em jî wek civaka Êzidî bang li raya giştî dikin ku kesên bûn sedema fermanê divê di zûtirîn dem de bên darizandin.”

Çalakiya Şengaliyan bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ û ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ bidawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar