Xelkê Şingalê ku xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê weke xwedîderketina li tevahiya nirxên Êzidxanê dibîne, meh û nîveke li ber navenda asayîşê kon vedaye.
Bi dirûşma ‘Em hemû asayîş in’ 45 roj in nobedê digirin û bi vî rengî nîşan didin ku ew li pişta zarokên xwe ne, li pişta asayîşa xwe ne.
Endama Meclisa Giştî ya Şingalê Semîre Seîd destnîşan kir ku di dema fermanê de wan hêza xwe avakirine û dê heta dawiyê li pişt hêza xwe ya parastinê bin.
Semîre Seîd diyar kir ku ew daxwaza edaletê dikin û bang li êzidiyên li kampên başûrê Kurdistanê ne kir ku li Şingalê vegerin û li ber planên li ser Şingalê rabin. ŞINGAL