Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Xelkê Tirbêspiyê li dijî dagirkeriyê meşiya

Xelkê Tirbêspiyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a li Başûr û hevkariya PDK’ê meşek li dar xistin

Şêniyên navçeya Tirbespiyê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser herêmê û destekdayîna gerîla ku şerê hebûnê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dimeşînin, meşek lidar xist.

Şênî li pêşiya navenda Kongreya Star a navçeyê kom bûn. Di meşê de pankartên bi nivîsa ‘bimire îxanet’ hatin hildan û dirûşmeyên şermezarkirina sûcên dewleta tirk hatin berzkirin.

Meş li pêşiya avahiya meclisa navçeyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên Desteya Perwerdeyê Fener Hisên axivî û wiha got: “Dîrok xwe bi destê dewleta tirk dûbare dike. Ji ber wê jî divê civaka navneteweyî derfetê nede ku careke din komkujî li dijî gelê kurd pêk bên.”

Hisên destnîşan kir ku gelê kurd ji malbata Barzanî dixwaze ku dev ji siyaseta partiyetî, berjewendî û hevkariya bi dijmin re berde û bang li gelê Başûr û partiyên siyasî kir ku li hember dewleta tirk serî hildin û helwesteke cidî nîşan bidin.

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bidawî bû. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar