Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Xelkê Wanê: Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e

Xelkê Wanê diyar kirin ku êrîşên dewleta tirk a qirker yên li dijî Rojava û tevahî kurdan û gotin: “Pêwîste em vê pêvajoyê baş bixwînin. Ji xeynî berxwedanê tu rêyek me ya din nîne. Divê gelê me yê li çar parçayen bertek nîşanî van êrîşan bide û bi yekitiyek xurt hêza xwe nîşan bidin.”

Ji roja ku li rojavayê Kurdistanê kurdan şoreş û xweseriya xwe ragihandiye heta îro bi gef û êrîşên Tirkiyeyê re rûbirû ye. Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter bêhed û bêhesab êrîşî gund, bajarok, navçe û bajarên rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Herî dawî balafirên bêmirov ên bi çek (SÎHA) ya Tirkiyeyê di 20’ê hezîranê de li Qamişlo êrîşî wesayîtek kir û di êrîşê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cigira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wan welatiyê sûryan Firat Tuma hatin qetilkirin.

Di êrîşên dewleta tirk a dagirker de ji sala 2019’an heta niha 9 jinên ku di Şoreşa Rojava de bi rola xwe rabûne û pêşengiya têkoşînê kirine hatin qetilkirin.

Welatiyên ji bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta qirker dan û destnîşan kirin ku ew van êrîşan wek dijminatiya kurdan dinirxînin û divê kurd li dijî van êrîşan yekitiya xwe ava bikin.

‘Kurdek li Çînê be jî Tirkiye diçe êrîş dikê’ 

Kerîm Ûysal diyar kir ku ji bo Tirkiyeyê tu kurd bî sedemek bes e ji bo êrîşan û got: “Kurdek li Çînê be jî Tirkiye diçe êrîş dikê. Divê kurd bi ruhê yekitiyê nerazîbûn nîşanî êrîşan bidin. Bi van êrîşan ne dikarin kurdan biqedînin ne jî dikarin wan paşve bibin. Heke ku kurdan bi van êrîşan paşve gav biavêta wê heta îro paşve biavêtina.”

‘Divê kurd bi yêkitiyê hêza xwe nîşan bide’ 

Cevdet Altindag jî anî ziman ku êrîşên li dijî Rojava pêk tên li dijî mirovahiyê ne û wiha got: “Dijminatiya li ser kurdan berdewam dike. Erîşa li dijî miletek ku ji bo azadiya xwe û mafên xwe têdikoşe dijminatî ye. Hinceta êrîşên Tirkiyeyê yên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê polîtîkaya dijminatiyê ye. Bi salan e ev dijminatî berdewam dike. Tirkiye bi hişmendiyek ‘hêza min heye, çekên min hene, ez ê her kesî bikujim û tune bikim’ tevdigere. Ji ber van polîtîkayên şer ne Tirkiye ne jî kurd negihîştin aramiyê. Dawiya dawî çi dibe bila bibe wê aştî pêk were. Divê kurd jî yekitiya xwe ava bikin û hêza xwe nîşan bidin û daxwazên xwe biqirîn.”

‘Bi şer heta niha tu dewlet bi ser neketiye’

Mehmet Salih Işik jî destnîşan kir ku li dijî êrîşan pêwîste yekitiya kurdan xurt bibe û wiha got: “Bi kuştin û qetlîaman wê tu demê aştî bi ser nekeve û çimkî heta niha tu dewletê viya bi ser nexistiye. Bi diyalogê serkeftin tê bidestxistin. Divê beriya her tiştî kurd yekitiya xwe ava bikin.”

‘Kurd li çar parçeyên Kurdistanê di bin zilmek giran de ne’

Delîl Îtah jî da zanîn ku kurd li çar parçeyên Kurdistanê di bin zilmek giran de ne û got: “Bi taybetî êrîşên li ser kurdên rojavayê Kurdistanê zêde bûne. Piştî hilbijartinê Erdogan êrîşan zêdetir kir. Ez wek ciwanek kurd viya qebûl nakim. Divê gelê me, ciwan, extiyar, zar û zêç her kes li ber van êrîşan rabe. Pêwîste em vê pêvajoyê baş bixwînin. Ji xeynî berxwedanê tu rêyek me ya din nîne. Divê gelê me yê li çar parçayen bertek nîşanî van êrîşan bide.”

 ‘Divê Tirkiye siberoja xwe bibîne çi bi serê Saddam hat?’

Welatiyê bi navê Nîhat Akkoyûn jî diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê bi hevkartiya Iraqê û Sûriyeyê pêk tên û got: “Tirkiye bi hevkartiya Sûriyeyê û Iraqê qetlîaman pêk tîne. Dibêjin bila kurd tune bibin çi dibe bila bibe. Bi şerê li dijî kurdan hebûna xwe nîşan didin. Bi vî awayî wê pirsgirêka kurd neyê çareserkirin û aştî jî nayê. Divê Tirkiye siberoja xwe bibîne. Bi vê zilmê tiştek naçe serî. Kesî bi qasî Saddam Huseyîn û Kaddafî zilmê nekir. Baş e, dawiya wan çi lê hat? Parçe bûn û tune bûn. Ji ber vê yekê Tirkiye jî heta bi kurdan re rûnenê û yekitiyê ava neke, wê ne aştî û ne jî aramî were. Di şer de ne kurd ne jî tirk naqedin. Dîsa tişta ku dibe tê serê ciwanên me. Ciwanên kurd û tirk dimirin.”

Lutfu Yildiz jî anî ziman ku heke yekitiya kurdan ava bibe wê êrîş jî neyên kirin û wiha got: “Beriya her tiştî yekitiya me kurdan tune ye. Heke mirovên me nebin cerdevan, makarnaxwir wê ev jî nebe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar