PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Xelkê Xanesorê bi meşekê lihevkirina Hewlêr û Iraqê şermezar kirin

Nerazîbûnên li hemberî lihevkirina Hikûmeta Iraq û Hewlêr ya li ser Şengalê di nava xelkê êzidî de roj bi roj zêde dibe. Li bajarokê Xanesor a Şengalê dijî lihevkirina Bexda û Hewlêrê meşek hate lidarxistin.

Hemû saziyên Xanesorê ji ber avahiya Meclisa Gel heya Navenda Serdan û Pêşwazîkirina YBŞ’ê ya li Xanesorê ketin meşê. Di meşê de bi berdewamî bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana YBŞ’ê’, ‘bimre xiyanet hatin’ hatin berzkirin û her wiha alên YBŞ û YJŞ’ê hatin hildan.

Li ber navendê piştî rêzgirtina ji bo şehîdan li ser navê gelê Xanrsorê Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Xoxê Cindî  axaftinek kir.

Xoxê Cindî soza gel a bi şervanê parastina Êzidxanê YBŞ û YJŞ’ê dubare kir û wiha got: “Niha Şengal ewle ye, pêwîstiya gelê Şengalê bi tu kesî din nîne wan biparêze, di dema ku pêwîstiya me bi parastinê hebû û em di nava destê çeteyan de bûn, pêşmerge me neparastin, lewra piştî pêkanîna ewlekariyê ji aliyê zarokên me ve pêwîstiya me bi tu kesî din nîne. Ger bê xwestin jin, zarok û kal wê her kes xwedî li axa Şengalê, YBŞ, û YJŞ’ê derkeve.”

Li ser navê PADÊ’ jî Hemed Bişar axivî. Bişar bang li xelkê êzidî her derê kir da ku li hemberî lihevkirina Bexda û Hewlêrê dakevin kolanan.

Bişar got ku bazarek qirêj li ser civaka êzidî û tevahî pêkhateyên Şengalê tê kirin, divê neyê qebûl kirin û bêdeng neminin û pirsa ‘6 sal e bi sedan jinên êzidî di bazaran de tên firotin, çima ji bo rizgarkirina wan lihev nakin?’ kir

Her wiha meş piştî axaftinan bi dawî bû. XANESOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar