Şewata ku 20’ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî şewitand.
Bi bihîstina derketina şewatê, di serî de welatiyên derdorê, ji bajarên Amed û Mêrdînê ji bo vemirandina agir bi hezaran gelê herêmê herikî cihên ku şewat lê derketibû.
Şaredariyên bajar û navçeyan hemû derfetên xwe seferber kirin lê ji ber belavbûna agir a li qadeke fireh, ligel hemû hewldanên gel û şaredariyan, şewata ku ji ber xemsariya rayedarên dewletê derketibû wendayiyên mezin li pey xwe hîştin.
Di encama agirê ku heta sibê bi derfetên gundî, gel û şêniyên herêmê hate vemirandin de li gorî rapora saziyên sivîl ên pêwendîdarên çandinî û ekolojiyê 55 hezar donim zeviyên li ber çinînê ku keda salekê ya welatiyan bû, li ber çavan şewitî, bi sedan sevalên, ajalên kûvî û zindiyên ku li wê xwezayê dijiyan, tune bûn.
Li herêma ku agir pêket, heta ku çavê mirov dibîne her tişt reş bûye çol û çiya, dar daristan hemû tişt wek mirinê reş bûye. Bêhna mirinê tê.
Li vê derê xweza rûxiyaye, hevsengiya ekolojiyê hilweşiya ye.
Li gorî agahiyên dawî bi dehan kesên birîndar li nexweşxaneyan têkoşîna jiyanê didin û heta niha 15 mirovan ku jiyana xwe ji dest dane.
Ligel vê êşa giran, di destpêka derketina şewatê de waliyê Amedê, bêyî ku biçe cihê bûyerê, bipirse û lêkolîn bike, li ser paldanka xwe rûniştî, bi lez û bez daxuyaniyeke ji rastiyê dûr ku aqilê mirovan qebûl nake da û got: ‘Agir ji ber şewitantina pirêzeyan derketiye’.
Lê belê gundiyên ku bi çavê xwe destpêka derketina agir dîtine dibêjin me dît ku têlên xeta ceyranê lihev ketin û ji çirûskên têlên lihevketî yên DEDAŞ’ê şewatê dest pê kir.
Ev nakokiya di navbera agahiya welatiyan û waliyê Amedê de, nîşan dide ku di kesayetiya waliyê Amedê de rayedarên dewletê çiqas ji rastiya jiyana civakê dûr, xerîb û bêagahî ne.
Ev daxuyaniya berovajîkirî ya walî, nêzîkatiya dewletê û rayedarên dewletê ya li hemberî gelê kurd nîşan dide.
Di derketina vê şewatê de niyet û nêzîkatiya rayedarên dewletê ya li hemberî gelê kurd ji gelek aliyan ve bi zelalî hat dîtin.
1- Walî nizanê ku di vê demsala çinîna dexlan bi dawî bibe û xetereya derketina şewatê ji holê rabe, pirêze nayên şewitandin. Heke walî ji vê rastiya şert û mercên taybet ên demsala havînê re serwext bûya, daxuyaniya ku agir ji şewitandina pirêzeyan derketiye nedida.
2- Heke walî zane (ku nizanê) di vê demsalê de xetereya şewitandina pirêzeyan heye, wê gavê di daxuyaniya walî de parastina DEDAŞ’ê û veşertina berpirsiyariya rayedarên dewletê heye.
3- Balafirên ku 24 saet, şev û roj li ezmanan difirin, çima ji bo vemirandina agir mudaxele nekirin û venemirandin.
Ev nêzîkatiya dewletê di gotinên gelê herêmê yên nerazîbûna li hemberî rayedarên dewletê de bi zelalî tê dîtin û gel vê nerazîbûna xwe bi zelalî tîne ziman û bi vê hêrsê waliyê Amedê bi heyeta wî re ji şîna xwe diqewitîne.
Ev agirê dawî, bi zevî û sewalên van gundan û hemû ajal û zindiyên xwazayê re dilê me jî şewitand.
Ev şewat rojanebûn, dubare û dehbareya şewitandina bi hezaran gundên bi destê rayedarên dewletê hatine kirin e.
Gelê me, çawa ku di salên 90’î de li hemberî polîtîka û pêkanînên dewletê yên şewitandin, valakirina gundan û koçberkirinê birînên xwe derman kir û bi hevparkirina êş û xemgîniyên xwe wan rojên teng û tarî derbas kir, îro jî, bi heman hest û helwestê seferber bûye û bi dehhezaran gelê me, her roj serdana konên sersaxiya canên ku di şewata ji ber xemsariya dewletê de jiyana ji dest dane dike û bi piştevaniyeke dilşewitî, dê êş û xemgîniya welatiyên Kelekê, Tovinî û Herberê parve bike, birînan bikewîne û dilên şewitî derman bike.