Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Xerîb Hiso: Êrîşên li Qamişloyê plankirî ye

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso got ku êrîşên Dîfa El-Wetenî yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Qamişloyê, plankirî ne û armanca wan têkbirina ewlehiya li herêmê ye

Milîsên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî hikûmeta Şamê duh bi şev êrîşî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li nêzî taxa Teyî kir. Di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû.

Têkildarî aloziyên ku Dîfaa El-Wetenî li herêmê careke din derxistin, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û wiha got: “Ev êrîş ji aliyê hêzên hundirîn û hin hêzên derve ve hatiye plankirin, armanc ew e ku ewlehiya herêmê têk bibin.”

‘Derxistina fitneyê’

Hiso îşaret pê kir ku ev ne cara yekê ye ku ‘Dîfaa El-Wetenî’ mîna van tevliheviyan der dixe û wiha got: “Armanc jê derxistina fitneyekê navbera pêkhateyan de, nexasim di navbera pêkhateyên ereb û kurd de. Ji aliyekî din ve careke din hewl didin DAIŞ’ê mîna li Dêrazor û Reqayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vejînin.”

Hiso bal kişand ser xetereya van siyasetan û diyar kir k udi radeya yekemin de Rûsya û hikûmeta Şamê berpirsên bûyeran in.

Di axaftina xwe de Hiso diyar kir ku hikûmeta Şamê danûstandinan red dike û vîna gelê kurd û gelên herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê qebûl nake û ji bo derxistina komployan, Dîfaa El-Wetenî bi kar tîne û teqez kir ku bi vê siyaseta bêexlaq armanc dikin ewlehiya li herêmê têk bibin.

Xerîb Hiso destnîşan kir ku hemwextî van êrîşan, dewleta tirk a dagirker mala ku Rêber Abdullah Ocalan li gundê Elpelûrê yê Kobanê lê maye, kir hedef û Rûsyayê xwe ji noqteyên xwe yên li Til Rifetê ya kantona Şehbayê vekişand.

Hiso got ku ev siyaset bi hev ve girêdayî ne ji ber ku dewleta tirk, Rûsya û hikumeta Şamê siyaseteke hevbeş dimeşînin.

Astengkirina danûstandinan

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso kiryarên Rûsya û hikûmeta Şamê yên li herêmê rexne kirin û wiha domand: “Tu çareseriyeke siyasî bi xwe re naynin. Berovajî wê danûstandinan asteng dikin û ewlehiya herêmê têk dibin.  Wek TEV-DEM’ê em dibînin ku Rûsya û hikûmeta Şamê berpirsên van fitne û sûcan in.”

Hiso bi bîr xist ku Rûsya bi rola xwe wek hêzeke garantor ranabe, hikûmeta Şamê jî rolekê di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de nalîze.

Gel van siyasetan dizane

Hiso bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku bi van siyasetan neyên xapandin, li hemberî fitneyan xwedî helwesteke niştimanî bûn û wiha got: “Gelê me van siyasetan nas dike. Di dirêjahiya van salan de li hemberî siyasetên ku li dijî wî têne kirin, li ber xwe dide.”

Di dawiyê de Xerîb Hiso berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir û hêvî kir ku rewşa birîndaran baş be. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar