Li Brîtanyayê ji bo endamê Serokatiya Konseya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de li ser jiyana Xerîb axaftin hatin kirin û sînevîzyonek hat nîşandan.
Duh li bajarê Lidz ya Brîtanyayê ji aliyê Kurd û dostên wan ve merasîmek bîranînê ji bo endamê Serokatiya Giştî ya Konseya KCK’ê Diyar Xerîb hat lidarxistin. Merasim bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Di merasîmê de gelek wêneyên Xerîb, Ocalan, PKK, YPG û KCK’ê hatin hildan.
Di merasîmê de endamê Mala Kurdên Lidz, Newzad Kurdî ve axaftinek hat kirin. Newzad got ku divê hemû kes bi hevre li dijî xiyanetê raweste û pêngavên ji bo yekitiya netewî bên avêtin. Newzad da zanîn ku bi yekitiya netewî Kurd dikarin serkeftinê bidest bixin.