Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Xespkirina şaredariya Sûrê hate şermezarkirin

Ji bo şermezarkirina xespkirina Şaredariya Sûrê û binçavkirina hevşaredarên wê, bi tevlêbûna hevserokên HDP’ê yên Amedê û gelek kesan daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê li ber zext û zordariyê serî netewînin

Rêveber û endamên HDP’ê binçavkirina Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekin û Cemal Ozdemîr û tayînkirina qeyûm şermezar kirin. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, bertek nîşan da û got: “HDP û Gelê Sûrê li hemberî van polîtîkayên qeyûm serî û çongê netewand û natewîne.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê ji bo şermezarkirina xespkirina Şaredariya Sûrê û binçavkirina hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr, daxuyaniyek da. Endam û rêveberên HDP’ê xwestin li pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan bi hinceta ‘Biryara qedexeyê ya walîtiyê heye’ destûr nedan. Hevserokên HDP’ê yên Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyat Ceylan û rêveberên HDP’ê piştî rastî astengiya polîsan hatin, rêveberên HDP’ê li avahiya li hemberî Şaredariyê daxuyanî dan çapemeniyê.

‘Gel feraseta qeyûm binax kir’

Di daxuyaniyê de hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyad Ceylan anî ziman ku gel di hilbijartina 31’ê adarê de bersiv da qeyûman û wiha domand: “Hikûmetê beriya hilbijartinê diyar kir ku dê qeyûman tayînî şaredariyan bike. Serokomar got; ‘Hûn qezenç bikin jî em ê dîsa qeyûm tayîn bikin’ û gef xwarin. Piştî hilbijartinê mazbata 6 hevşaredarên me nedan. Piştre jî qeyûm tayînî 3 şaredariyan kir. Lê gel feraseta qeyûm binax kir.”

‘Em ê faşîzma AKP-MHP’ê qebûl nekin’

Ceylan bi domdarî anî ziman ku tevî her tiştî ew di siyaseta demokratîk de israr dikin û wiha pê de çû: “Em tu carî feraseta faşîzma AKP-MHP’ê qebûl nakin. Hişmendiya faşîst dê dîsa paşve vegere û winda bike. Em dê dîsa hevşaredariyên xwe bistînin û bi gel re dê xebatên xwe berdewam bikin.”

‘Dixwazin hêza muxalîf parçe bikin’

Di daxuyaniyê de hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî ev tişt destnîşan kir: “Em binçavkirina hevşaredarên me Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr qebûl nakin. AKP bi tayînkirina qeyûman dixwaze hêza muxalîf parçe bike. Em wekî HDP’ê û gelê Sûrê li hemberî polîtîkayên qeyûm me çong danenî û em çong nadanîn. Em ê ji bo aştiya gelan têkoşîna xwe berdewam bikin. Em tu carî gavan paşve navêjin.”

Piştî daxuyaniyê girseyê dirûşma ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ û ‘Zext nikarin me têk bibin’ berz kirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar