Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Xeta Bêrîtan perspektîfa bingehîn ên artêşbûna jinan e’

Ji fermandarên YJA Starê Berfîn Nûrhak destnîşan kir ku xeta Bêrîtan a bi fedayîtiya hişmendiya zayendî, siyasî û dîrokî yek ji perspektîfên bingehîn ên artêşbûna jinan e

Ji fermandarên YJA Starê Berfîn Nûrhak bi wesîleya salvegera çalakiya Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ji ANF’ê re axivî.

Berfîn Nûrhak bi bîr xist ku di ser şehadeta Bêrîtan re 29 sal derbas bûn û wiha got: “Di şexsê Bêrîtan de şehîdên me yên şoreşê hemûyan careke din bi bîr tînim, bawerî û soza me ya bi serketinê dubare dikim. Çalakiya şehîd Bêrîtan û kesayetiya wê ya şoreşger a ev çalakî kir, xetek e. Rêbaza jiyan û têkoşînê ya li ser xeta azadiyê ye. Di têkoşîna me ya şoreşê de bûyîna xet, tê wateya perspektîfa têkoşîn, şer û jiyanê. Ev sekna ku xet e, rastiya çalakiyê, nirx û pîvanan îfade dike.”

Heta fîşeka xwe ya dawîn şer kir

Nûrhak anî ziman ku bûyîna pîvanên xetê tê wê wateyê ku di demên herî zor û zehmet de afirandina îdîaya têkoşînê ye û ev tişt anî ziman: “Li cihê ku her kes dibêje ‘nabe’, bilêvkirina gotina ‘têkoşîn, berxwedan û çalakî dibe’ û bicihanîna wê ye. Bi kurtasî xeta sekn, kesayetî û çalakiyê ya bi baweriya xurt a ji serketinê îfade dike. Her wiha di nava rastiya sekn, çalakî û kesayetiya xetê de perspektîfeke piralî ya têkoşînê heye.”

Berfîn Nûrhak bal kişand ser şert û mercên çalakiya Bêrîtan û wiha domand: “Li ser bingeha plansazî û konsepta hevpar a hêzên navneteweyî, bi hevkariya dewleta tirk, PDK û YNK’ê li başûrê Kurdistanê li ser qadên gerîla di sala 1992’an de êrîşeke berfireh hat destpêkirin. Armanc ji vê êrîşê tunekirina gerîla û PKK’ê bû. Di nava van şert û mercan de bêguman li nava gerîla rastiyeke berxwedanê hebû. Di nava van şert û mercan de Bêrîtan li çepera xwe ya li Xakurkê heta fîşeka xwe ya dawî şer kir, li hemberî bangên ji bo teslîmbûnê çeka xwe şikand û xwe ji zinar avêt. Di nava vê êrîşê de îradeya şer a gerîla nîşan da û biryardarî û îdîaya jinan a di şer de destnîşan kir.”

Xeta Bêrîtan artêşbûna jinan xist rojevê

Têkildarî nêzîkatiay Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li çalakiya Bêrîtan jî fermandar Berfîn Nûrhak ev tişt vegot: “Rêbertî di têkoşîna azadiya jinan de israr kir. Ji çalakiya lehengî ya Bêrîtan hêz wergirt, di şerkirin û tevlikirina jinan a li têkoşînê de israr kir û li ser bingeha gavên pêngavî li Kurdistanê perspektîfa artêşbûna jinan xist rojevê. Li ser xeta Şehîd Bêrîtan artêşbûna jinan, fermandariya jinan xiste rojevê. Rêbertî bi perspektîfa artêşbûnê xwedî li helwesta Bêrîtan derket. Çalakiya Bêrîtan, kesayetiya wê û asta pênasekirina vê çalakiyê ya Rêbertî, nirxandinên ku li ser bîranîna wê kir, perspektîfên ku pêşkêş kir, bûn sedem ku qonaxeke nû ya dîrokî dest pê bike.”

Gerîlayên YJA Starê li refên herî pêş şer dikin

Fermandar Berfîn Nûrhak diyar kir ku gerîlayên YJA Starê 30 sal in li ser xeta Bêrîtan bûne artêş, bi hêza ji vê dîrokê wergirtî îro hîn bi xurtî şer dikin û wiha got: “Di nava rastiya şerê vê serdemê de gerîlayên jin bi teknîk û taktîka heyî xwe xemilandine û li refên herî pêş şer dikin. Di mijarên têgihiştina teknîka dijmin de û afirandina teknîka li dijî vê yekê bi erka pêşengiyê radibin. Di afirandina taktîkê de gerîlayên YJA Starê li refên herî pêş şer dikin.”

Her wiha Nûrhak destnîşan kir ku gerîlayên YJA Starê ji sekn û çalakiya Bêrîtan hêzê werdigirin, bi vê hêzê şer dikin û di k êliya dawî de bi fedayî şehîd dikevin û got ku Şerê Gel ê Şoreşgerî bi vî rengî tê meşandin û tê bi ser xistin. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar