Fermandariya Biryargeha Navendê ya YJA STAR’ê bi wesîleya salvegera şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hevrê Bêrîtan ku abîdeya berxwedanê ya mezin a meha Cotmehê, sembola bedewî, azadî û şer, fermandara bêhempa ya artêşbûna jinê ye, di salvegera 28’an a şehadeta wê de bi rêzdarî bi bîr tînin û di şexsê Gûrbetellî Ersoz, Sarya, Meryem, Elefterya, Hêlîn Çerkez, Ronahî Alman û bi dehan lehengên jin ên di meha Cotmehê de şehîd bûn li pêşiya bîranîna şehîdên xwe hemûyan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û Rêber Apo silav dikin ku ev kevneşopiya berxwedanê ya jinên kurd afirand.
Meha Cotmehê, meheke berxwedan û têkoşînê ye ku bi berxwedana Bêrîtan weke destpêka artêşbûna jinê bi tîpên zêrîn li dîroka kurdan hate nivîsandin. Ji sala 1992’yan û vir ve hêzên navneteweyî, teslîmkar û noker ji bo tunekirina tevgera me êrîş dikin. Gerîlaya têkoşîna azadiyê ya PKK’ê Bêrîtan ku keçeke leheng a kurd bû, bi sekna xwe ji tevahiya cîhanê re ragihand ku gel û jinên kurd tu carî teslîm nabin û ev berxwedan wê bi ser bikeve. Bêrîtan bi vê sekna xwe û helwesta xwe ya azadîparêz, weke nûnereke rastiya berxwedanê ya dîroka jinên kurd, mîrateya ku ji Besêyan, ji Zarîfeyan wergirt, radestî nifşê ku wê paşerojê biafirîne kir. Li dijî hêzên PDK’ê yên netewperest û noker ên ku hewl didan wê teslîm bigirin, wê jiyana bi rûmet hilbijart, çeka xwe şikand û bêteredût xwe ji zinaran avêt, bi vî rengî li dijî teslîmiyetê bû banga berxwedanê. Rêber Apo ev bang weke nasnameya bi rûmet a jinên kurd dît û bi armanca birêxistinkirina banga azadiyê ya jinên kurd, ji bo bîranîna Bêrîtan piştî salekê ‘artêşbûna jinê’ ragihand.
Hevala Bêrîtan modela milîtaniya jinê ya Artêşbûna Jinê di kesayetiya xwe de şênber kir, pîvanên Şoreşa Jinê ya Azad veguherand perspektîfa jiyanê ya timî, felsefe û xeta jiyanê ya azad di şexsê milîtanên jin de şênber kir. Ji bo pirsa ‘Divê mirov çawa bijî û çawa têbikoşe’ bû bersiveke tûj. Rastiya Şehîd Bêrîtan weke manîfestoya jiyana bi rûmet û azadîparêz bû ronahiya dil û hişmendiya me.”
Tirsa herî mezin a hêzên kapîtalîst
Fermandariyê diyar kir ku artêşbûna jinên kurd ku bi salane li ser xeta Bêrîtan mezin dibe, îro li çar parçeyên Kurdistanê destanan dinivîsîne, bûye çavkaniya rizgarî û hêviyê ya gel û jinan û ev tişt anî ziman: “Jinên kurd li ser rêya Bêrîtan artêşbûn û rêxistinbûna jinê bi pêş ve birin, xeta jiyana bi rûmet veguherand sîstemekê. Ev sîstem niha bûye tirsa herî mezin a hêzên kapîtalîst.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîşên bi konsepta hevpar a hêzên navneteweyî ya bi serkêşiya AKP û PDK’ê li bakur, rojava, başûr û rojhilatê Kurdistanê tên kirin, xweranegirtin, êrîş û qirkirina li jiyana bi rûmet a kurdan li kurdên azad û azadiya jinê ye.
Fermandariyê ragihand ku DAIŞ bi rêya AKP a ku dijminê jinan, êrîşkar û rûyê herî qirêj ê sîstema bi serweriya mêr e, hîn bêhtir hov dibe û wiha domand: “Hewldanên dewleta tirk ku civakê vediguherîne hêzeke mîlîtarîst, her roj bi polîtîka û pêkanînên bêperwa dewam dikin. Tundî û destdirêjiya ku îro li Tirkiye û bakurê Kurdistanê li dijî jinan tê kirin, êrîşa li her cihî ya li dijî jinan, di şexsê azadiya jinê de êrîşa li dijî jiyana azad a gelan e.
Lê belê gelê kurd ku xeta berxwedanê ji xwe re kiriye yekane rê û felsefeya jiyanê, îro li Rojava bi Zîn û Dilovanan, li Rojhilat bi Şîrîn Elemhûyî û li çiyê bi Esmer, Nûcan û Zelalan berxwedaneke efsanewî ya bêhempa nîşan didin û destnîşan dikin ku xeta Bêrîtan rêbazeke jiyanê ye, rêbazeke têkoşînê ye. Manîfestoya berxwedan û azadiyê ya ku keçeke kurd a dêrsimî li van çiyayan nivîsî ji bo gelê kurd bû bijarka jiyanê. Keç û xortên kurd û ereb ên li Efrîn, Serêkaniyê, Heftanînê rabûn, bi berxwedana xwe ya bêhempa ev yek bi rengekî zelal nîşan dan.”
Jinên kurd tu carî teslîmiyetê qebûl nakin
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê destnîşan kir ku rastiya fedayîtiyê ya di şexsê şehîdan de hate afirandin, hebûna herî bi rûmet û esîl a gel û vê tevgerê ye û wiha dewam kir: “Rastiya ku vî ruhê fedayî nîşanî tevahiya cîhanê da ew e ku gel û jinên kurd tu carî teslîmiyetê, esaretê, bêrûmetiyê, koletiyê qebûl nakin û xwedî wê hêzên e ku wê paşverûtiyê têk bibin. Artêşa me ya jinê ku bi vê têgihiştinê li dijî çeteyên tirk ên dagirker şer dike û hewl dide azadiya jinê biafirîne, li her cihî deriyê rûmetê, azadî û rizgariya jinê vekir. Bi vê hêza manewî weke Hêzên Gerîla yên YJA STAR’ê, em hêza pêşeng û çalakger a pêngava ‘Dem dema azadiyê’ ne.
Li her devera ku pêwîstiya gelê me û jinan bi têkoşîna azadiyê heye, weke YJA STAR’ê em ê li wir bin û her tim amade bin. Eşqa azadiyê û xeta berxwedanê ya Bêrîtan wê artêşa me, milîtaniya me, dilsoziya me ya bi gelê xwe re û hezkirina Rêbertî teqez bi ser bixîne û armancên Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi cih bîne.”
Banga berxwedanê
Di dawiya daxuyaniyê de afirînerê têkoşîna azadiya jinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate silavkirin û di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de şehîdên azadiyê bi rêzdarî hatin bibîranîn û soz hate dayîn ku wê xeta wan bi serketinê tacîdar bikin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê herî dawî ev bang kir: “Em bang li ciwanan û jinan hemûyan dikin ku di xeta Bêrîtan de têbikoşin, li çar aliyên Kurdistanê li ser xeta Bêrîtan li ber xwe bidin û serhildana azadiyê bi ser bixînin.” BEHDÎNAN