Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye, em ê vê xetê zindî bihêlin’

Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku ew li çiyayên Kurdistanê li ser xeta Bêrîtan têdikoşin û wiha axivîn: “Ev xeta ku hevrê Bêrîtan weke mîrate hiştiye, di heman demê de xeta azadiyê ye. Em ê xeta Bêrîtan li çiyayên Kurdistanê zindî bihêlin.”

Yek ji fermandarên PKK’ê ya mezin Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) li dijî xiyaneta PDK’ê û dagikeriya dewleta tirk a faşîst di 25’ê cotmeha 1992’yan çalakiya feda pêk anî. Gerîlayên YJA Starê Xwînda Kobanê û Esma Amed bi wesîleya salvegera şehadeta fermandar Bêrîtan nerînê xwe anîn ziman.

Gerîlaya YJA Starê Xwînda Kobanê: Em çiqas li ser şehîdên şoreşê biaxivin ew ê kêm bimîne. Ji bo me şeref e ku em bi fermandara xwe ya mezin Bêrîtan re di nava heman artêşê de bin û ji bo heman armancê têbikoşin. Dema ku behsa Bêrîtan tê kirin, ewil tiştê tê bîra mirov sekna wê ya Apoyî ye ku weke jinekê li dijî dijmin û hevkaran serî hildaye. Heval Bêrîtan bi çalakiya xwe hem di civaka Kurd de hem jî di tevgera azadiyê de jiyanek nû ava kir. Çalakiya hevrê Bêrîtan, ji bo jinên ku nikarîbûn serê xwe jî ji malê derxînin îradeyeke xurt pêş xist. Di roja me ya îro de bi hezaran jinên Kurd navê Bêrîtan li xwe kirine. Bi sedan Bêrîtan jî berê xwe dane çiyayên Kurdistanê.

Çalakiya hevrê Bêrîtan û sekna wê, bû wesîle ku Rêber Apo artêşbûna jinê ragihîne. Hevrê Bêrîtan bi rastiya Rêber Apo re jiya û vê yekê bi sekna xwe nîşanî me da. Ev sekn îro jî, di nava hevrêyên me yên ku di çeperên li dijî dijmin de şer dikin de, xwe dide der. Bi taybetî artêşa jinê YJA Star li çiyayên Kurdistanê bi ruhê Bêrîtanê têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Hevrêyên me yên jin pêşengiyê ji vî şerê li dijî dijmin re dikin. Em dixwazin di xeta hevrê Bêrîtan de têkoşîna xwe hê xurttir bikin û em soza vê didin.

Gerîlaya YJA Starê Esma Amed: Di serî de ez di şexsê hevrê Bêrîtan de tevahiya şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim. Hevrê Bêrîtan bi çalakiya xwe xeta Rêber Apo parast û xeta xiyanetê têk bir. Ji bo me ev xeta ku hevrê Bêrîtan weke mîrate hiştiye, di heman demê de xeta azadiyê ye. Li çiyayên Kurdistanê gelek hevrêyên me navê Bêrîtan li xwe dikin û li ser xeta wê têdikoşin. Îro di çeperên şer de hevrêyên me di xeta Bêrîtan de berxwedanek bêhempa didin meşandin. Hevrê Bêrîtan bi berxwedan û çalakiya xwe, ji bo bi hezaran jinên ku li azadiyê digerin, bûye mînak. Gelek kesên ji xeta berxwedanê ya Apoyî ya heval Bêrîtan bandor bûn, berê xwe dan çiyê û tevlî nava refên têkoşînê bûn.

Hevrê Bêrîtan ne tenê ji bo jinên Kurdistanê, ji bo gelek jinên ku têkoşîna azadiyê li cîhanê didin bûye hêvî. Ji dîrokê heta roja me ya îro her tim hatiye xwestin jin bê îrade bên hiştin. Hevrê Bêrîtan bi çalakî û sekna xwe ya li dijî xiyanetê hêza jinê nîşanî her kesên ku dixwazin jinê bê îrade bibînin, da. Ji bo hemû hevrêyên me yên li dijî dijmin şer dikin bû çavkaniyeke mezin a lehengiyê. Ji ber vê yekê weke jin em deyndarê hevrê Bêrîtan in. Em hevrê Bêrîtan a ku li dijî xayînan çalakiya fedaî pêk anî careke din bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê xeta Bêrîtan li çiyayên Kurdistanê zindî bihêlin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar