Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Xeta berxwedan û xiyanetê ya 30 sal in beramberî hev in: Mexmûr û PDK

xelkê Mexmûrê kêliyek jî ji wan êrîş, xiyanet û qetilkirinên PDK’ê pêk dianî ji bîrnekirine û bi biryardarin ku carek din wan kêliyan jiyan nekin. Ji bo vê bi hemû îrade, biryardarî û bi berxwedana xwe ya 30 salan li berxwe didin û têdikoşin.

 

Nivîsa Farqîn Kara ya di Rojnewsê de hatiye weşandin wiha ye:

Dijminahiya ku PDK’ê di salên 1994’an de li dijî xelkê Mexmûrê li gel xwe mezinkirî, heta niha jî berdewam dike û di berdewamiya xeleka vê dijminahiyê de êriş, zext û gefên xwe yên li ser xelkê Mexmûrê didomîne. PDK li kampên Etrûş, Geliyê Qiyametê û Nînowayê zêdetirî 20 kesan revandin, qetilkirin, ser jê kirin û firotin dewleta tirk a dagirker. Niha jî dixwaze wan kiryarên xwe yên hovane ku li dijî vê civakê pêkaniyî dubare bike. Lê xelkê Mexmûrê kêliyek jî ji wan êrîş, xiyanet û qetilkirinên PDK’ê pêk dianî ji bîrnekirine û bi biryardarin ku carek din wan kêliyan jiyan nekin. Ji bo vê bi hemû îrade, biryardarî û bi berxwedana xwe ya 30 salan li berxwe didin û têdikoşin.

Di sala 1994’an de ji ber polîtîkayên dewleta tirk a dagirker ên înkar, îmha, êşkence û tunekirinê taybet ji ber valekirin û şewitandina gundan û bi zorê ferzkirina cerdevantiyê li ser gundên li herêma Botanê, komek qasî 14 hezar kes ji bakurê Kurdistanê bi hêviya xwe spartina birayên xwe yên li başûrê Kurdistanê, koçî başûrê Kurdistanê bûn. Ev girseya gel destpêkê li Bihêrê û Şeranişê ku dikeve herêma Heftanînê û nêzî bajarokê Zaxoyê, kamp avakirin. Piştî li wir kamp avakirin, ji bo wergirtina statûya penabertî û pêwîstiyên jiyana xwe, di hezîrana sala 1994’an de komek qasî 100 kesan berê xwe dan Zaxo û li ber deriyê NY’ê daxwaza mafê penabertiyê kirin.

Mafê penabertiya siyasî û avakirina kampekê hate dayîn, lê PDK’ê…

Wê demê hêzên PDK’ê êrişî çalakvanan kir û navbera wan de gengeşeyek pir mezin rûda. Bi asayîş, polîs û pêşmergeyên xwe êrişî çalakvanan kirin. Lê ji ber berxwedan û biryardariya çalakvanan ya xurt nekarîn vê koma biçûk belav bikin. Bê xwesteka xwe neçarbûn cihek ji çalakvanan re dûrî ofîsên Neteweyên Yekbûyî peyda bikin û tê de çalakvan bikarin çalakiya xwe ya rojiya birçîbûnê berdewam bikin. Qasî 28 rojan ev çalakî berdewam kir. NY’ê herî dawî daxwazên penaberan pejirand. Hem mafê penabertiya siyasî dan, hem jî fermî biryara çêkirina kampek û dabînkirina hemû pêwîstiyên jiyanî yên weke; av, derman, xwarin û vexwarin, çadir, betenî û weke din dan.

Rûxmê NY’ê li derdora Zaxo heta Sersing-Amêdiyê, ji çiyayê Kêre heta çiyayê Spî biryara kampek ji bo penaberan girtibû, lê ji ber astengiyên PDK’ê û dewleta tirk a dagirker di vê herêmê de, çêkirina kampek taybet PDK’ê qebûl nekir. Gelek hevdîtin li gel rayedarên PDK’ê hatin kirin, lê daxwaza penaberên Kurd qebûl nekirin û li şûna wê daxwaza dewleta tirk a dagirker ku ferzkirinên wan li ser Etrûş hebû qebûl kirin. Gelê herêma Botanê ku ji ber zext û gefên dewleta tirk a dagirker berê xwe dayî başûrê Kurdistanê, rastî îxaneta PDK’ê ku ew jî kurd bûn û êrişên dewleta tirk a dagirker hatin.

Her biryara dewleta tirk digirt, PDK’ê bê teredût pêk dianî

Tirkan ji PDK’ê re gotibû ku vê civakê ango van penaberane divê ji PKK’ê dûr bêxe. Ji ber vê yekê rêkirina penaberan ber bi Etrûş ve li ser penaberan ferzkirin. Etrûş herêmek nêzîkî Musil bû û ji çiyayên PKK’ê lêbûn pir dûr bû. Wan di got ger ev civak li Etrûş be, ne PKK dikare xwe bigihîne wan, ne jî civak dikare xwe bigihine PKK’ê. Ji xwe li ser rêyên dihat zanîn jî bi dehan seytereyên PDK’ê hebûn. Ev kiryarên PDK’ê bi dijminahiya wan ya li hemberî niştecihên wargehê hêjta di sala 1994’an de destpêkiribû. Her biryarên dewleta Tirk ên ku di derbarê kampan de digirtin, PDK’ê bi pratîkî pêkdianî û bê teredût qebûl dikirin.

Li gel ambargoya 3 mehan, gelek kesan kuştin û windakirin

Dema şerê xiyanetê yê 1995’an destpê kir, vê carê PDK’ê di aliyê leşkerî de li ser wargehan êrişên tund pêkanîn. Wargeh xistin bin ambargo û çemberek ya leşkerî de. PDK’ê ji bo vê civakê bêxin zîndanek ser vekirî de 18 xalên kontrolê (qereqol) li derdora wargehê bi cih kiribûn. Di van xalên kontrolê de hem pêşmerge hem jî kontra û mîtên dewleta tirk bi cih bibûn. PDK’ê 3 mehan ambargo danî li ser wargeha Geliyê Qiyametê. Ne dihêlan gel ti pêwîstiyên xwe ji derve dabîn bikin. Ji xwe di hindir de jî tiştek nemabû. Talanê xelkê wargehê didizîn. Qasî 15 hezar pezê gel ji aliyê pêşmergeyan ve hatin desteserkirin. Her wiha nêzî 20 welatparêz hatin qetilkirin. Bi kontrayên dewleta Tirk re di nava hevkariyekê de gelek mirov ji kampan hatin revandin, qetilkirin û windakirin. Li gel êrişên li ser kampan, êrişî malbatên ku di salên 92-93’yan de ji ber zilma dewleta tirk reviyayîn û li Zaxo di nava bê derfetiyan de bi cihbûyîn, kirin û dest danîn li ser malên wan. PDK’ê dest danî li ser qasî 25-30 xaniyên wan. Di van êrişên li ser malbatên li Zaxo bi cih bûyîn de 2 kesên bi navê Feysel Qilaban û Mehmexalid Şirnexî ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin û di zîndana Dihokê de hatin qetilkirin. Her wiha di heman êrişên li ser malên li Zaxo de Mehmud Hilalî û Osman Hilalî ji mala wan hatin revandin û piştre qetilkirin. Gelek mirovên di kampan de jî girtin û avêtin zindanên xwe. Bi mehan gelek ji van kesan agahî jê nedihatin girtin. Ev kiryarane, Newroza 1995’ê heta cotmeha 1996’ê berdewam kir. Piştî ev wargeh bi çewisandinên wan teslîmiyet qebûl nekirin, vê carê bi hevkariya dewleta tirk a dagirker, NY û PDK’ê ev kamp di meha mijdara heman sala 1996’an de hatin girtin û hemû alîkariyên mirovî jê hatin qûtkirin. Piştî biryara girtina wargehê û qûtkirina erzaq û pêwîstiyan, wargeh neçar bû berê xwe bide Nînowayê.

Serê wan jêkirin û firotin dewleta tirk

Di van wargehên ku li herêmên dibin kontrola PDK’ê de bûn de, kesên bi navê Yunis Şiwêdî, Lewend Ziravikî, Medenî Hilalî, Mehmetahir Hilalî, Ehmed Hilalî, Mihemed Mijînî, Musa Hiseyn Nêrwehî, Mamosta Jiyan, Hiseyn Şirnexî, Piling Mijînî, Ehmed Silêman Hilalî û gelek kesên din, ji aliyê PDK’ê ve yan hatin revandin û windakirin, yan jî hatin qetilkirin. Kesên dixwestin ji bo pêwîstiyên xwe dabîn bikin biçin derveyî kampan ji aliyê hêzên PDK’ê yên derdora wargehan ve dihatin girtin û bi awayên hovane dihatin qetilkirin. Serê wan dihatin jêkirin û wek PKK’yîyek yan jî terorîstek difirotin dewleta Tirk a dagirker. Ev bibû çandek ya polîtîkayên PDK’ê yên li ser wargehê. Xelkê Başûr jî teşwîqî kiryarên wiha dikirin. Digotin malê wan talan bikin, kesên hûn bibînin jî bikujin û bi berdêla pereyan radestî dewleta Tirk bikin. Ango PDK’ê bi fetwaya xwe kuştina penaberan û malên wan talankirinê rewa kiribû.

Di penaberiya cara çarem de, polîtîkayên qirêjtir dan meşandin

Wargeh ji ber kiryarên PDK’ê yên hovane û xiyanetê neçarî koçberiyek din ya çarem bûn û berê xwe dan aliyê Musilê. Li herêma Şêxan nêzîkî Laleşê kampek din li ser xeta 36 ya tampon (herêmên bi nakok) avakirin. Dewleta Iraqê nehêla ev gel derbazî herêma Musil bibe. Piştî wargeh giştî ji aliyê PDK’ê ve sirgûnî Nînowa hate kirin, vê carê piştî salekê dîsa şerek din ê xiyanetê yê sêyemîn destpê kir. Di sala 1997’an de, PDK’ê li dijî PKK’ê li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker dîsa şerek da destpêkirin. Her çiqas wargeh ji bin kontrol û ferzkirinên PDK’ê derketibe jî, lê vêcarê bi operasyonên kontra jî nav de, bi komên çeteyan êrişî wargeha Nînowa kirin. Li wê derê dîsa polîtîkayên xwe yên qirêj yên berê li ser penaberan meşandin. Penaberê bi navê Ferhan Pîranî ku li rexa wargehê li ber lawirên xwe bû qetilkirin û bizinên wî talan kirin û birin. Her wiha Pîran Hilalî jî heman şêweyî li rexa wargehê qetilkirin û bizinên wî dizîn. Di meha Gulana 1997’an de dîsa kesê bi navê Mehmud Ehmed Hilalî li rexa wargehê ku çûbû hinek giya ji bo lawirên xwe kom bike, ji aliyê PDK’ê ve li wir hat qetilkirin. Di heman mehê de du ciwanên wargehê yên bi navê Xalid Musa Hilalî û Hesen Emer Mehmud Hilalî li nêzî wargehê girtin ku ji wê rojê heta niha aqubeta wan nayê zanîn. Cenazeyê wan jî nedan malbatên wan. Di heman pêvajoyê de komek pêşmergeyên ku rêya di navbera kampê re derbaz dibû ku ji Baedlê diçû Laleşê dema bikardianîn, ji bo keyfa xwe kampê dan ber guleyan û encamê de Osman Sadiq Hilalî û Welat Îsiv Hilalî hatin qetilkirin û 3 kes jî birîndarbûn.

Ji bo ji bin kontrola PDK’ê derbikevin, li nav mayîn û teqemeniyan bi cih bûn

Li wargeha Nînova jî êrişên PDK’ê yên leşkerî bi ti awayî ne rawestan. Gel neçar bû carek din koçberiyek din bidin destpêkirin. Hemû çadir, betaniye û her tiştê xwe şewitandin û dîsa berê xwe dan Mûsilê. Xwestin ji bin kontrola PDK’ê derbikevin lê belê rejîma Iraqê nehêla derbaz bibin. Li ser vê di nava herêma tampon ya Nehdara de, di nav mayîn û teqemeniyên leşkerî de ji neçarî kampek din avakirin.

Li wir jî êrişên PDK’ê yên suîqest û revandinê berdewam kir. Jina bi navê Miryem Hilalî di êrişek leşkerî ya PDK’ê de birîndarbû. Her wiha Mihemed Ebdo û Ehmed Ebdo ku du birayên temenê wan 60-70 salî bûn, ji aliyê PDK’ê ve hatin revandin, serê wan jêkirin û firotin dewleta tirk a dagirker. Cenazeyê wan piştî çend rojan li rexa kampê hatin dîtin. Dema êrişên leşkerî li ser wargehê berdewam bûn, gel ji bo ji bin kontrola PDK’ê derbikeve û derbazî herêmên bin kontrola rejîma Iraqê de bibin, çalakiyek ya leşkerên Iraqê derbaz bikin pêkanîn. Gel bi vê çalakiyê da ser seytereya rejîma Iraqê û bi qasî 40-50 metreyan ji seytereya rejîma Iraqê derbazbûn, hinek aliyê rejîmê man hinek jî aliyê Herêmê. Ango di sînor de ev wargeh heta Gulana 1998’an li wir man. Bi hevdîtinên NY û dewleta Iraqê ji penaberan re cihek bi navê Mexmûr hate diyarkirin, rejîma Iraqê û NY li ser vî cihî lihevkirin û wargeh derbazî Mexmûr bû.

Dijminahiya PDK’ê ya salên 94’an destpêkirî, li çola Mexmûrê jî bi dawî nebû

Wargeh dibin bêderfetî, zorî û zehmetiyên jiyanî de, li cihek zuha ku bê av, bê şînatî de û nava avhewayek germ de jiyanek pir zor û zehmet derbaz kir. Lê di aliyê ewlehiyê de nefesek girtibû. Êdî êrişên PDK’ê û dewleta tirk a dagirker yên leşkerî çênedibûn. Ev ewlehî heta salên 2014’an berdewam kir. Her çiqas dewleta tirkan xwestin carek du caran di nava wargehê de hinek teqandin encam bidin, gel bitirsînin û belav bikin jî encam negirt. Car caran li derveyî wargehê, derdora Mûsil êrişên wan ên kontra warî çêdibûn. Di van êrişan de 2 kesên bi navê Qadir Şemzînan di sala 1999’an û Îbrahîm Serhedî di sala 1998’an de li derdora Mûsil hatin qetilkirin.

Piştî hilweşîna rejîma Bees a Iraqê dîsa deriyê herêma Kurdistanê vebû, lê gelek caran di çûyîn û hatinên wargehê de ji aliyê rayedarên PDK’ê ve astengî dihate çêkirin. Ango ji bo ew gel debaraxwe ya jiyanî nekarin peyda bikin PDK’ê bi xwesteka dewleta tirk astengî dida çêkirin. Dixwest di aliyê aborî de hertim lewaz bin û neçarî teslîmiyeta tirkan qebûl bikin. PDK’ê ji wargehê gelek mirov revandin û teslîmî dewleta tirk kirin. Bi polîtîkayên xwe yên qirêj xwestin bi rêya sîxurtî, fuhûş û bi madeyên hişber nava wargehê de li ser ciwanên wargehê bi awayekî sîstematîk xebatek ya erkdarên PDK’ê yên nava wargehê bidin meşandin.

Dijminahiya PDK’ê ya li dijî xelkê wargehê ku di sala 1994’an de destpêkirî, li Mexmûrê jî bi dawî nebû. Tevî zext û gefên berdewam û sîstematîk ên li ser civaka Mexmûrê, di sala 2019’an de ji bo dilê dewleta tirk a dagirker keyfxweş bike, ambargoyek xiste ser wargehê. Di 17’ê tîrmeha 2019’an de li dijî endamê MÎT’ê Osman Kose yê di Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê kar dikir êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan hatibûn kuştin.

Di heman roja êrişê de (17 tîrmeha 2019) Rêveberiya PDK’ê ambargo danî ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji xwe beriya êriş çêbibe, PDK ji bo rêgiriyê ketibû nava liv û tevgerê. Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nekarîn biçin Hewlêrê. Rojek piştî wê ango di 18’ê tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta tirk a dagirker, wargeha Mexmûr bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn.Piştî bi hevkariya dewleta tirk û PDK’ê rê li xelkê Mexmûrê hate girtin, hewldanên wargeh valekirinê destpêkirin. Bi gelek rêyên cûr be cûr xwestin wargehê vale bikin û îradeya xelkê wargehê bişkînin.

PDK carek din dixwaze kabûsa ku salên 90’î de bi ser xelkê Mexmûrê anî, dubare bike

Di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Mexmûr û Şengalê kir û hêzên Iraq û pêşmergeyên PDK’ê gel bi tenê li ber hovîtiya çeteyan hêla, gerîlayên HPG-YJA Starê li hewara gel hatin. Çeteyên hov cara destpêkê li Şengal û Mexmûrê bi destê Gerîlayên Azadiyê hatin şkandin. Hêz û îradeya Gerîlayên Azadiyê hem Iraqê hem jî Başûrê Kurdistanê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê parast. Îstîkrarî û aramiyê anî herêmê.

Di 19’ê cotmehê de Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû hêzên xwe ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) vekişandine Herêmên Parastinê yên Medyayê.Piştî daxuyaniya NPG’ê di heman rojê de hêzên Firqeya 14 a artêşa Iraqê li cihên ku hêzên HPG’ê valekirine, ji bo valahiya ewlehiyê çênebe xwe bi cih dikin.Di 22’yê cotmehê saetên êvarê de li ser çiyayê Qereçox yê li Mexmûrê li xalên ku beriya niha hêzên HPG’ê jê derketibûn û artêşa Iraqê lê bi cih bibûn, di navbera artêşa Iraq û hêzên PDK’ê de pevçûn derketibû. Ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn.

Çiyayê Qereçox ê li pişta wargeha Penaberan a Mexmûrê, cihê cara yekem DAIŞ bi destê Gerîlayên Azadiyê hatî têkbirine. Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê de hêzên Iraqê jî, pêşmergeyên PDK’ê jî çiyayê Qereçox û Mexmûrê bi tenê hêlan, lê piştî Gerîlayên Azadiyê aramî anîn herêmê, niha li ser şer dikin.

Berxwedana 30 salan rê nade teslîmiyet û xiyanetê

PDK dixwaze buyerên li kampên Etrûş, Geliyê Qiyametê û Nînowayê bi serê xelkê wargehê aniyî, carek din pêkbîne. Carek din daxwaz û biryarên dewleta tirk a dagirker li ser xelkê Mexmûrê ferz bike û bixe bin kontrola xwe de ango bin kontrola dewleta tirk de.

Lê xelkê Mexmûrê kêliyek jî ji wan êrîş, xiyanet û qetilkirinên PDK’ê ku bi daxwaza dewleta tirk li ser xelkê Mexmûrê pêkdianî ji bîrnekirine û bi biryardarin ku carek din wan kêliyan jiyan nekin. Ji bo vê bi hemû îrade, biryardarî û bi berxwedana xwe ya 30 salan li berxwe didin û têdikoşin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar