Divê em rastî ji hevûdu re bêjin. Rastî jî ew e ku ji bo kurda xetera herî mezin rewşa başûrê Kurdistanê ye.
Parlamentoya li vê beşa Kurdistanê hema bêje fesih bûye. Nikare yek civînek bike, yek biryarek bigre. Bi awayekî fîîlî du beşên cûda yên desthilatdar hene. Her çi qas hukumetek hebe, bi awayeke ne fermî du hukumet hene û her hukumet jî ji alî partiyekê ve tê rêvebirin. Tu bandora partiyên din yên li başûrê Kurdistanê tune ne. Li parezgehên Silêmanî û Helepçe YNK, li parêzgehên Dihok û Hewlêr jî PDK desthilatdar in. Kerkuk dilê Kurdistanê ye lê ji ber nakokiyên navxweyî ya kurda Kerkuk jî niha di bin kontrola hukumeta navendî de ye.
Xeterek herî mezin nakokiya navxweyî ya partiyên siyasî ne. Biryar e li herêmên di bin kontrola hukumeta federal a Iraqê de ne, hilbijartinên herêmî çêbe. Ji bo başûrê Kurdistanê roja hilbijartinên herêmî hê ne diyar e. Lê pirsgirêk ne ev e. Ev çend sal in ji xwe hilbijartin çênakin. Tam 5 sal ji ser hilbijartinê borî ye û hê jî texîr dikin. Niha hilbijartinek çêkin jî ew ê formalîte be. Em dizanin, ew ê li Dihok û Hewlêrê PDK, li Silêmanî û Helepçeyê jî YNK’ê serbikeve. Tu şansek din tune ye. Li van herêman hilbijêr çi deng bavêjin sindoqan, ew ê li herêmên sewz YNK, li herêmên zer jî PDK ji sindoqan derkeve.
Rewşa Kerkukê jî ne baş e. Kerkuk di bin kontrola hukumeta navendî de ye. Niha waliyekî tayînkirî bajar bi rêve dibe. Li ser bajar tenê kontrola leşkerî ya Haşdî Şabî û artêşa Iraqê heye. Li bajar tu bandora pêşmergeyan nema ye. Heke kurd bi hev bikin, di hilbijartinên herêmî de dikarin careke din rêvebiriya Kerkukê bigrin destê xwe. Lê çi lihevkirinek di nav kurda de tune ye. YNK û çend partiyên din di navbera xwe de tifaqek çêkirine. PDK jî ji bo waliyê bajar careke din ji YNK’ê neye hilbijartin bi hin partiyê erebên sunne û tirkmenan re tifaq çêkiriye. Ew hêza PDK tune ye, ango nikare tena serê xwe walî hilbijêre. Lê bi vî awayî ew jî zext datîne ser YNK’ê da ku wan mecburî xwe bike. YNK jî ev zexta qebûl nake. Ev rewş, nakokiya navbera partiyên kurd zêdetir dike.
Her du partiyên sereke ya başûrê Kurdistanê li hember Bexda jî ne yekdeng in. Her yek cûda cûda li deriyên Bexdadê didin û piranî jî li pey berjewendiyên xwe yên hizbî digerin. Ji ber ku ne yekdeng in, bi hev re helwestek hevbeş nagrin, çi tişt jî bi dest naxin.
Xetera herî mezin jî bandora dewletên herêmê, bi taybetî jî bandora dewleta tirk û fars in.Dewleta tirk gavek bi pêşve çûye, axeke berfireh ya başûrê Kurdistanê dagirkiriye. Îran wekî Tirkiye axên başûrê Kurdistanê dagir nekiriye, lê ew jî gefên mezin dixwe. Ji ber van gefan PJAK ne tê de hemû hizbên din yên rojhilatê Kurdistanê ku li başûrê Kurdistanê niştecî ne, hatin bêçekkirin. Îran bi vê yekê nema, niha jî daxwaza rêber û kadroyên partiyên rojhilatê Kurdistanê ji PDK û YNK’ê dike.
Rewşa dewleta tirk gelek car hatiye vegotin, em carek din bêjin. Ev dewleta dagirker niha bi hezaran leşker û bi dehan baregehên leşkerî ve beşekî berfireh ya başûrê Kurdistanê xistiye bin kontrola xwe. Ji alî din erebên sunne û tirkmenên Iraqê jî ji alî leşkerî ve perwerde dikin. Ev, amadekariya dagirkirinek berfirehtir e. Heke kurd nakokiyên xwe yên navxweyî çareser nekin, ew ê siberoj dewleta tirk ji bo pêkanîna projeya Neo-Osmanî dest bi hewlên pratîk jî bike. Erebên sunne û tirkmenên ku perwerde dike ji bo wan rojan amade dike. Rast e, dewleta tirk hêzên PKK’ê ji bo hebûna xwe wekî sedem nîşan dide û hin aliyên kurd jî van vegotinan wekî hincetek derdixin pêş. Lê ev virên bêbinî ne. Leşkerên tirk li Başîka jî hene. Başîka navçeyekê Mûsilê ye. Gelo li Başîka PKK heye? Na! Tune ne. Lê ji dewleta tirk re, ji bo projeya Neo-Osmanî sedem divê, ew jî vê yeka wekî sedem nîşan didin.
Xeterek din jî heye ku belku xetera herî mezin jî ev e. Dewleta tirk û hukumeta navendî ya Iraq, amadekariya rêyeke nû ya bazirganiyê dikin. Heke serbikevin, ew ê ji Besrayê heta Mersînê rê û boriyên nû ji bo neft û gaza xwezayî çêbikin. Ev rê ji ser Musul derbas dibe, ji Silopyayê derdikeve û berê xwe dide Mersîn. Her weha du beşên Kurdistanê, Rojava û Başûr jî ji hev vediqetîne.
Me behsa hinde xeteran kir. Gelo sedemên van xeteran kî ne? Hin aliyên sondxwarî PKK’ê wekî sedem nîşan didin? Gelo yên başûrê Kurdistanê bi rêve dibe PKK ye?
Sedem aşkere ne? Di serî de du partiyên sereke hemû partiyên başûrê Kurdistanê ji rewşê berpirsiyar in û sedema herî mezin jî nakokiya wan ên navxweyî ne. Mixabin di serî de PDK, gelek partiyên başûrê Kurdistanê ketine pey berjewendiyên xwe. Ne gel guhdar dikin, ne jî dengê aqilmendên kurda.
Heyf û mixabin, ev rewşa ne baş ya başûrê Kurdistanê bandora xwe li çar beşên Kurdistanê dike. Heke kurd rê û olaxek din ya nû nebînin, mumkun e ku hemû kurd windabikin. Gûrên har li benda windakirinê kurda ne.