Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Xeterî li ser her ferdek Başûr heye!

Di ketina sala nû de jî dagirkeriya tirk bi hemû hovîtiya xwe êrîşên xwe yên li ser sivîlan bi taybet li başûr û rojavayê Kurdistanê bênavber dewam dike.

Li vir mijara me ya esasî, başûrê Kurdistanê ye. Dewleta tirk a dagirker a li ber berxwedana gerîla û derbên giran ên ji destê gerîla dixwe, neçar ma ku ji gelek cihên hê serê meha nîsana 2021’ê ketibûn, vekişiyan û revî revî reviyan.

Artêşa tirk a li ber gerîla bê çare ma, niha li deverên nêzî sivîlan ên başûrê Kurdistanê bicih bûne, dest bi girtin û revandina sivîlan kiriye. Niha dixwaze tola xwe ya li ber gurzên gerîla ji welatiyan bigire.

Di 31’ê kanûna 2021’ê de leşkerên dewleta tirk 2 ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa ên xelkê gundê Dayla yê bi ser bajarokê Sîdekan a girêdayî Biradostê revandin. Dewleta tirk herdu ciwan birin Tirkiyeyê. Aqûbeta herdu ciwanan hîn nayê zanîn û rayedarên başûrê Kurdistanê hê jî xwe ker dikin. Li aliyê din agahiyên hatin girtin li herêma Biradostê jî gundê ku herdu ciwan lê hatine revandin, hatiye dorpêçkirin, rê nade kes biçe û bê.

Jixwe li aliyê ji xwe bê navber topbaran û talankirina xwezaya başûrê Kurdistanê didome. A balkêş jî ew e ku tevî her tişt li ber çavan e; rayedarên başûrê Kurdistanê bi taybet hevparên hikûmetê PDK û YNK’ê weke ku tiştek nîne, ji nedîtî ve tê.

Rastî ev mijarek sosret e. Ji bo wê divê xelkê başûrê Kurdistanê rewabûna Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdisanê û dîsa hikûmetê lêpirsîn bike. Dest ji van partî û hîzban berde, bi xwe zendûbendan hilde û li ber vê rabe.

Îro eger ku dor hatiye ji nava gundan kesan direvînin, sibe wê li nava Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Zaxo, Helebçe û gelek deverên din birevînin. Jixwe em dizanin li van deran MÎT û îstîxbarata tirk gelek kes xistine dewrê û kiryarên xirab li ser welatparêz û dilsozên têkoşînê dike. Mînaka vê jî sûîkasta 17’ê îlona 2021’an Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed li Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’ê ya dewleta tirk a dagirker. Yasîn Bulut serê sibehê saet di 09.00’an li taxa Çarçira ji aliyê endamên MÎT’ê ve hat gulebarankirin û şehîd bû.

Li aliyê din ve welatparêzên kurd Hasan Kaçar û Gongur Alp li ser daxwaza dewleta tirk a dagirker ji Hewlêr tên derxistin. Ne hikûmeta Başûr li ber vê dibe xwedî helwest û ne jî Saziya Neteweyên Yekbûyî ya Koç û Koçberan. Ev jî nîşan dide ku lihevkirinek ku çavên xwe li hev bigirin.

Ji bo wê êdî jiyan ji bo welatparêz û têkoşeran li Başûr hatiye hatiye qedexekirin û mafê wan ên jiyanê nîne. Lê li aliyê din Başûr bûye cihê MÎT, îstîxbarat û cehşên rejîma Baasê.

Ji bo wê ye, êdî divê her kes vê rastiyê baş fam bike. Bi vî rengî ewlehiya canî ya kesek tuneye. Bi vî rengî biçe wê tenê weke zindiyekê jiyîn jî layîqî me nebîne û me bigire qetil bike. Îro berê xwe dabin welatparêzan sibe wê berê xwe bide her ferdekî Başûr ku vê sîstemê napejirîne û li ber vê radibe. Her kesê daxwaza heq û mafê xwe yê rewa bike, bi hinceta ji bo wan gef û tehdîde wê wan bigire û tune bike.

Di serî de dê PDK vê bike û piştre hêzên din. Jixwe heta astekê PDK vê li her cihê lê serwer e dike. Nimûneya vê ya herî dawî jî aktîvîstekî ji rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Ehmed Bêxem ê Serdeş ê ku li bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê dima, du roj bûn agahî jê nedihate girtin, cenazeyê wî hate dîtin. Li ser bedena aktîvîstê kurd şopên giran ên îşkenceyê hebûn.

Ev hemû di çarçoveya plan û projeyan de tê kirin. Hewlêr bûye cihê sûîkastan. Berî niha jî welatparêzê kurd Metîna Adogît ê li Mexmûrê dijiyan, piştî girtinê bi çend rojan jî bi awayeke bi gûman di girtîgehên PDK’ê de hatin qetilkirin, piştî 2 mehan agahî da malbatê ku bên cenazeyê xwe bigirin.

Ji van hemû mijaran dixuyê ku hikûmet û taybet hinek kesên PDK’î li dijî her kurdeke welatparêz ketine tevgerê û bi MÎT û dewleta tirk re kar dikin.

Ji bo wê ye divê demildest, xelkê Başûr ciwan û jin bi hev re, li ber vê rabe. Ev rewş wiha biçe, wê nexweştir û aloztir bibe. Jiyana kesek ewle namîne. Jixwe rewşa gundên sînor diyar e, Behdînan ji ciwanan hatiye valakirin. Rojnamevan û aktivîst têngirtin û îşkencekirin û heta qetilkirin.

Rewşeke cidî li ber xelkê Başûr heye. Her kes ji aliyê xwe ve zend û bendan hilde û bibe xwedî helwest. PDK û dîktatoriya tirk xwe bi hev girtine. Kîjan alî lewaz bibe, aliyê din jî lewaz dibe. Tirkiye lewaz dibe, rejîma tirk, artêşa tirk têk diçe, werin destê xwe bidin hev û li Başûr jî em xayîn, noker û hevkarên gele kurd têk bibin.

Desthilata herî mezin xwediyê vê xakê, ango hûn gel in. Erk û misyona we ye, tenê bikevin ferqa vê yekê û li ber bibin xwedî helwest.

Nûçeyên Têkildar