Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Xew-Xebroşka Serxwebûna “Komareke” tirk ya nû

Di 21’ê îlona 2022’yan de “komareke” tirk ya nû hat ilankirin. “Komara” bi navê Goyçe-Zengezur di nav zikê bajarê Enqerê de serxwebûna xwe ilan kir. Enqere paytexta Tirkiyeyê ye.  Agahiya ilana “Komara Goyçe-Zengezur” qe deng veneda. Tenê, çend rojname, malperên internetê û TV’yên wek berdevkê dewlet û hikumeta tirk weşanê dikin cih dan vê nûçeyê. Hin nûçe û agahî dema dertên tenê ne nûçe û agahîne. İlankirina serxwebûna “Komara Goyçe-Nengezurê” jî ji vana yeke. Belê ilana serxebûna mijarê deng veneda. Lê anatomiyeke politik ya balkêş di nava xwe de dihewîne. Tişta girîng jî di vir de veşartiye. A pêwîst jî anatomiya veşartî ya nava mijarê ye. Anatomiya polîtîk ya nûçeyê li gor dîroka hatiye aşkerakirin xwedî wateyek e; li gor cihê lê hatiye ilankirin xwedî wateyek e, li gor jeostratejiya xwe xwedî wateyek e û li gor xwebûna xwe jî xwedî wateyek e.

Dema mirov li diroka îlana serxwebûnê, li cihê hatiye aşkerakirin, agahiyên nava nûçeyê û sînorê ji “komarê” re hatine xêzkirin mêze dike digihîje vê qenetê ku ev ne karê çend kesên macereperestan e.

Çima ev ne îşê çend maceraperestan e? Dîroka ku nûçe tê de hat aşkerakirin destpêka serdema hilbijartina serokomariya Tirkiyeyê ye. Ev mijar jî li gor anatomiya xwe ya polîtîk pir zêde kare hestên nijatperestên tirk û hestên alîgirên desthilatdariya AKP-MHP’ê bikewîne.

Çima ev ne îşê çend maceraperestane e? Ji ber ku çend maceraperest nikarin bê destura hikûmeta AKP-MHP’ê di nava zikê bajarekî wek Enqereyê de serxwebûna kamarek aşkera bikin. Heke ev hewildan hewildana çend macereperestanbûna ne pêkanbûn di weşanên wek rojname, malperên înternetê û TV’yên berdevkê hikûmet û dewleta tirk de cih bigire. Ev dane tev ji me re aşkera dikin ku ev hewildan hewildaneke hikûmeta AKP-MHP’ê ye.

Çima îlana vê serxwebûnê kar û barê çend macereperestan nîne? Di agahiya nav nûçeyê de wiha tê gotin: “Yekemîn Tirkiyeyê “Komara Goyçe-Zengezurê” naskiriye. Ev agahî hişmendiya pişt vê hewildanê radixe ber çavan. Hişmendiya tirk ya nijadperest yekser li ser vê ava bûye. Li ku derfet bidest bixe, demildest li wê wek dewleta tirk pênase dike. Rayagiştî ji vê re ne xerîb e. Hema di nava ev sal û sala borî de “Komara Welatê Şîn” li ser Derya Spî îlan kir. Ev tişt pêk hat an jî pêk nehat mijareke din e. Dîsa “Komara tirk ya bakurê Qibrisê” heye.  Anha jî “Komara Goyçe-Zengezur” hat îlankirin. Di siberojên bê de heke li Perzemîna Afrîqa, Ewropa û Amerîkayê de hewildanên bi van rengan pêk bên dê ne tişteke xerîb be. Heta heke rojek were û bêje; “me li ser heyv û rojê serxwebûna ‘Komara Heyv û Rojê ya tirk’ îlankir qe jî ne dê tişteke surprîz be”. Bi van daneyan jî dertên holê hewildana ilana serxwebuna “Komara Goyçe-Zengezur” hewildaneke pilankirî ya hikûmeta AKP-MHP’ê bixwe ye.

Nasnameya xwebûna mijarê jî yekser li ser nijada tirk e. Ji xwe ne tirk be û ne li gor berjewendiyê tirk be ne pêkane ku karibe li nava zikê Enqereyê ilana serxwebûna xwe pêk bîne. Heke hinek macereperest ne li ser nav û berjewendiyên tirk tişteke wisa ne li Enqerê li ser lutkeya çiyayek jî pêk bînin dê hikumetên tirk herin li wê bidin ber agir. Ev jî destnîşan dike ku ev kar û barê li Enqerê pêk hatiye yekser di bin wesayeta hikûmeta AKP-MHP’ê de pêk hatine.

Di nûçeye îlankirina serxwebûnê de mijara jeostratejik jî balkêş e. Ji wê jî du û duxana nijadperest ya tirk hildikişe ezman. Di nûçeyê de sînorê ji “Komara Goyçe-Zengezur” re hatiye xêzkirin jî anatomiya polîtîk ya mijarê temam dike. Di nava Ermenistan, Azerbeycan, Îran û Nahçivanê de ji vê “komarê” re sînor hatiye xêzkirin. Bi taybet dema ev ilan tî kirin û sinor tê xêzkirin wisa tê gotin: “Ji sala 1918’an heta bi îro 100 sal e ev axa dîl, îro bi têkoşîna 40 salên borî hatiye azadkirin”. Ev jî bi têra xwe balê dikşîne ser armanc û mexseta esasî ya mijarê.

Pêwîstî bi şîrovekirina vê armanc û mexsetê heye. Heke em bandora mijarê ya li ser heremê bigrin dest em ê hinek be jî ber bi armanc û mexsetê ve herin.

Rêbaza çarçoveya “komara” hat destnîşankirin bandora xwe ji pir aliyan ve çêdibe. Yek jê ji aliyê Ermenistanê ve. Bi vê haletî dixwazin bêjin Azerbeycanê erdê Qerebaxiyan dagirnekiriye. Qerebaxî ji bo xwe “komareke” bi navê Goyçe-Zengezur ava dikin. Ev rêbaz jî rêbaza rewakirina mijarê ye. Heke pêşerojê de ev mijar bê germkirin û li henberê wê di cîhanê de deng û bertek bilind bibin dê vê rêbazê wek zimanê rewakirinê derxin pêş.

Hêleke xwe yê din jî ev e ku tê xwestin di ser dijberiya Îranê de piştgiriya Îsraîl û Amerîkayê bidin pişt vê projeyê. Hem ji aliye sînor ve “Komara Goyçe-Zengezur” digihîje sînorê Îranê û hem jî etnîsîteya azerî ya li Îranê bi vê tê zêrandin. Di pêşerojê de bi hesabê bêhêzkirina Îranê tê xwestin desteka hin hêzên navneteweyî bigre pişt vê hewildanê.

Pir aşkera dertê holê ku bi vê projeyê Enqereyê riya xwe ya diçe “Welatê Turan” hineke din jî stabîlîze dike.

Lê ev stabîlîze ji bo Enqereyê çiqas cihê siyaseta lêkirina “Welatê Turan” be; ji wê bêtir jî ji bo Moskovê cihê destabilîzekirinêye.

Ji xwe divê mijarê de cihê biv ku agir jê dipeke ev bi xwe ye. Di nava dek û dolabên tevna pîrê de avakirina “Welatê Turan” dertê holê. Lê Rûsya ji bo vê pir hişyar e. Ji bo Rûsya ev cihê zikê herî tenik e. Hikûmeta AKP-MHP’ê jî poza derziya xwe ya herî zirav û tuj di vir de dikin.

Di xwiye ku Rûsyayê li pişt perda reş bi çavê Pûtîn xwe li Enqereyê ziloq kiriye. Dibe ku  di vê serdema şerê bi Ukraynayê re ev rik di nava bêdengiyê de pêk hatibe. Bi bêdengî êşa ji ber zikê xwe yê tenik tenê nîşandabe. Lê naye vê wateyê ku bertekên bêdeng hey dê wisa li pişt perdeyên reş de bimîne. Ev şîrove jî ji ber xwe ve naye kirin. Heke ne ji bertekeke wisa bû na,  çima hemû agahiyên li ser mijarê ji ser WikiPediya’yê hatin jêbirin. Ew debdeba îlana serxwebûnê demildest hat vemirandin. Bilî Beloqkirina çavên Pûtîn yên veşartî ne pêkane ku Enqere wisa bi lez û bez dev ji vê xewn-xebroşka xwe berdana.

Nûçeyên Têkildar