Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Xewn û xeyala kurdan: Yekitiya Neteweyî

Pêwîstiya kurdan ji her demê bêhtir bi yekitiya neteweyî heye. Hewldanên ji bo vê yekê salên dawî zêde bûn. Hin gavên dîrokî hatibin avêtin jî ev xewn û xeyala sed salî ya kurdan hîn jî li benda pêkhatinê ye

Hewldanên ji bo yekitiya neteweyî ku xewn û xeyala kurdan e, dema dawî li bakurê Kurdistanê bi rengê tifaqa hilbijartinê dewam dikir. Di 24’ê cotmeha 2020’î de li Amedê bi daxuyaniyekê ev tifaq veguherî tifaqeke stratejîk a mayinde.

Yekitiya neteweyî ku yek ji rojeva sereke ya kurdan e, demeke dirêj di nava partiyên kurdan de hate nîqaşkirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a ku sala 2007’an ava bû, ji roja ku ava bû û pê ve ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya kurdan û xurtkirina vê yekitiyê ji aliyê stratejîk ve xebitî.

Yek ji armancên avabûna KCD’ê ew bû ku li ser asta temsîliyeta her beşa civakê, pêkanîna kongreyekê bû. Jixwe kongre ava bû û ji rêxistinên civakî yên sivîl heta partiyên siyasî, komele û weqfan, ji rêxistinêh hawirdorê heta rêxistinên jin û ciwanan di asta berfireh de bû sîwaneke alternatîf.

Rojeva bingehîn a kongreyê jî civandina li hev a partiyên kurd û kurdistanî bû. Bi vê armancê bi rayedarên başûrê Kurdistanê re ku xwedî statuyeke fermî ye, bi rêk û pêk hevdîtin kir.

Bi Mesûd Barzanî û Celal Talabanî, her wiha bi rayedarên hikûmeta başûrê Kurdistanê re hevdîtin kirin. Ev refleksa hevpar a ji bo komkirina kongreya neteweyî û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bi rengekî kolektîf, bi salan dewam kir.

Bi taybetî di navbera salên 2013-2015’an de ev hevdîtin gelekî çêker derbas bûn. Qedandina ‘pêvajoya danûstandinan’ bi destê AKP’ê, bêguman bandoreke neyînî li vî karê yekitiya kurdan jî kir.

Gava dîrokî

Her çend hevdîtinên bi rayedarên başûrê Kurdistanê heta astekê dewam dike jî, gavên yekitiyê yên tevgera siyasî ya kurdan, ji bo li bakurê Kurdistanê bê xurtkirin, kar hate kirin.

Di hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an de bi pêşengiya KCD’ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û partiyên din ên kurdan li hev kom bûn. Pêvajoya ku weke ‘Tifaqa hilbijartinê’ hate diyarkirin, ji aliyê bingehînî ve tifaqa taktîkî bû. Heta hilbijartinên giştî yên 1’ê mijdarê û 24’ê hezîrana 2018’an, vê tifaqaê dewam kir. Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê adara 2019’an de jî tifaq gihîşt asteke nû û ji pêkhateyên tifaqê namzet ji bo hevserokatiya şaredariyan hate nîşandan. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan tifaqa hilbijartinê weke gaveke dîrokî pênase kiribû.

‘Divê giraniya xwe bidin ser berjewendiyên gel’

Bi vî rengî tifaqa hilbijartinê ya taktîkî ya li bakurê Kurdistanê ava bû, xurt bûbû. Her ku ruhê yekitiyê û tifaqa nava kurdan xurt dibû, êrîşên dewleta tirk ên li ser kurdên li Rojava, Başûr û Bakur jî zêde dibûn. Bi taybetî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê dibûn sedem ku tifaq hîn bê xurtkirin. Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek di hevpeyvîneke xwe de ya ji bo ANF’ê, têkildarî girîngiya yekitiya neteweyî ya di dema êrîşên dewleta tirk de wiha digot: “Di nava van şert û mercên êrîş û dorpêçkirinê de, partî, rewşenbîr û stratejîstên kurd divê ne tenê ji bo rojekê, lê ji bo qezençkirina paşerojê, ne bi rengê taktîkî lê bi awayekî stratejîk, ne ji bo berjewendiyên partiyê, lê ji bo berjewendiyên gel tevbigerin. Bi vî rengî pêşî li dorpêçî û êrîşan dikare bê girtin.”

Tifaqa mayinde

Di 24’ê cotmeha 2020’î de partiyên siyasî yên kurd ji bo karên yekitiya neteweyî û êrîşên li ser kurdan binirxînin li Amedê civînek li dar xistin. Di civîna tifaqê de ku ji HDP, KCD, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdan a Demokrat Şoreşger (DDKD), Partiya Azadî û Mirovan (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (KDP-T) û Partiya Azadî pêk dihat, biryara ‘Mayindekirina Tifaqa Kurdistanî’ hat dayîn.

Berpirsyariya siyasî û exlaqî

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar hevdîtinên navborî ji du aliyan ve girîng dinirxand: “Em vê tifaqê gelekî hêja dibînin. Ya yekemîn, kurd xwedî meseleyeke ji bo yekitiya neteweyî ye. Ji ber ku gef li hebûna neteweyî ya kurdan tê xwarin, yekitiya neteweyî ji bo kurdan di asta jiyanî de girîng e. Mafên neteweyî yan nayên naskirin, tê înkarkirin, ya jî dest li mafên wan timî tê werdan. Lewma rewşeke rewa ye ku nûnerên siyasî yên gelekî ku gef li maf û hebûna wan a neteweyî tê xwarin li ser xeteke hevpar li hev kom bibin. Berpirsyariya wan e ku di nava xwe de hevkariyê bikin. Bêguman nepêwîst e ku di her mijarê de weke hev bifikirin. Di mijar, pîvan û armancên bingehîn de li pêşberî gelê kurd xwedî berpirsyariyeke exlaqî û siyasî ya dîrokî ne.”

Dewleta tirk bi dagirkeriyê bersiv da tifaqê

Piştî vê daxuyaniya ku Sancar di 24’ê cotmeha 2020’î de da, rojeva yekane ya çapemeniya kurd jî bû yekitiya neteweyî. Jixwe ev xewn û xeyala mezin a kurdan êdî diket meriyetê. Dewleta tirk jî êrîşên xwe zêde kir. Bi taybetî dagirkeriya li başûrê Kurdistanê di asteke ku sînoran nas nake meşand û êrîşên leşkerî yên li ser sivîlan zêde kir. Ev yek bersivek ji îradeya siyasî bû ku ragihandibû, wan tifaqa xwe ya li Bakur mayinde kirine û wê ji bo yekitiya çar parçeyên Kurdistanê bixebitin. Çavkanî: ANF / AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar