Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xewnereşka dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê

Di 6-8’ê cotmeha 2014’an de, di serî de li bakurê Kurdistanê û li metropolên Tirkiyeyê çalakiyeke civakî ya berfireh hatibû pêkanîn. Çeteyên DAIŞ’ê di bin kontrola dewleta dagirker de Kobanê dorpêç kiribûn. Li dijî vê hewldana qirkirina gelê kurd civaka Kurdistanê, şoreşgerên Tirkiyeyê û hêzên demokrat daketibûn kolanan û çalakiyên civakî ên mezin lidarxistin.

Di rastiya xwe de ew çalakiyên civakî ên 6-8 cotmehê di encama hêrsa civakê ya ku heta wê rojê ketibû ser hev de derketibû holê. Beriya wê jî kurdistanî, hêzên demokratxwaz û şoreşgerên Tirkiyeyê der barê hevkarî û polîtîkayên qirkirinê ên dewleta tirk û çeteyên DAIŞ’ê ên li dijî kurdan hişyar bû û ji nêz ve dişopand. Ev polîtîkayên wan ên hewldanên komkujî û qirkirinê roj bi roj û gav bi gav ji aliyê kurdistaniyan û hêzên demokrat ve dihate şopandin. Bi sedan ciwanên kurdistanî û şoreşger ji bo berxwedana li dijî DAIŞ’ê li Kobanê di nava refên berxwedêran de cih girtin. Kurdistanî û demokrat û şoreşgerên Tirkiyeyê li seranserî sînorê di navbera Kobanê û Pirsûsê de nobet digirtin0.

Tiştê ku agir berda fitîla çalakiyên 6-8 cotmehê daxuyaniya  R. T. Erdogan bû, dema ku got  “Kerem bikin, vaye Kobanê jî ha ket û dikeve”. Ev gotinên Erdogan hemû hêrsa gel a ku demeke dirêj bi ser hev de civiyabû teqand û ew hêrs veguherî çalakiyên nerazîbûnê.

Bi nêzîkbûna salvegereke din a çalakiyên 6-8 cotmehê hê jî ji alî desthilatdariyê ve ew zimanê sorkirinê, ew zimanê ku rê li ber hêrseke mezin a kurdistanî, hêzên demokratxwaz û şoreşgerên Tirkiyeyê vedike, tê bikaranîn.

Wekî ku di çalakiyên 6-8 cotmehê de niha dîsa Erdogan rola sereke di vê yekê de dilîze. Lê bê guman ew ne bi tena serê xwe ye Suleyman Soylu jî di vê rola sorkirin û zimanê heqaretê de ne kêmî wî ye û dike ku wî derbas bike.

Ev herdu kes her roj li pêşberî kamereyan e û çi gavê ku derkevin pêşberî medyayê li dijî kurdistanî, hêzên demokratîk û şoreşgeran wî zimanê xwe yê sorkirin û heqaretê bikar tînin.

Wiha bûye ku her gotin ji devê wan derdikeve dibe cihê kerixandina mirov ji bo her mirovekî ku hinek aqil di serê wî de hebe. Her ku diçe êdî gotinên wan heman bandorê li ser hilbijêrên wan jî dikin.

Devlet Bahçelî yê ku benê Erdogan û Soylu xistiye destê xwe û wan bi ku de bixwaze bi wê derê ve dajo, ew jî ne kêmî wan herdu kesan e, lê rola ‘kekê mezin’ dilîze, lewra hinekî rola kemlan û giraniyê para wî ye.

Mirov dikare wiha bêje ku Bahçelî kontrola keştiya AKP’ê xistiye destê xwe û bi ku de bixwaze wê bi wî alî ve dibe û ji bo ku ew bibe hêza desthilatdariyê ya sereke bi lez vê gemiya wan didehfîne.

Lewre jî AKP’yeke wiha derdikeve holê ku di nava xwe de parçekirî û mirov dikare bêje ku ji bilî Erdogan kesek ji damezrînerên wê di nava de nemaye.

Lewre jî di rewşeke wiha de ji her demê bêtir hewcedarî bi wê yekê heye ku kurdistanî, demokratxwaz û şoreşgerên Tirkiyeyê werin ba hev û têkoşîna xwe bilind bikin ku hemû derdorên azadîxwaz û demokrasîxwaz vexwînin nava vê têkoşînê.

Di hilbijartinên serokomariyê ên 24’ê hezîrana 2018’an de ev rastî bi zelalî derkete holê.  Beriya 24’ê hezîranê bi hefteyekê 15 milyon insan daketin kolanan û nerazîbûna xwe li dijî hikûmeta dîktator a faşîst a AKP-MHP’ê, anî ziman.  Lê hikûmeta dîktator a faşîst a AKP-MHP’ê wekî hilbijartinên 7 hezîrana 2015’an dîsa dest ji kursiyê xwe berneda. Ev yek bi gefên komkujiyan pêk anî. Lê ji 24’ê hezîranê bêtir di hilbijartinên 31’ê adara 2019’an de têkçûna herî mezin jiya. Têkçûna mezin di hilbijartinên 31’ê adara 2019  hem jî di  23 hezîrana 2019’an de di hilbijartina  şaredariya bajarê Mezin a Stenbolê de pêk hat.

Lê tevî van têkçûnan dîsa desthilatiya dîktator a faşîst a AKP-MHP dest ji kursiyê desthilatdariyê bernade. Ji vê yekê jî zêdetir, êrîşên ku digihên asta komkujiyan pêk tîne. Amadekariyên siyaseta dagirkerî ya faşîst berdewam dike, civaka Tirkiyeyê ji bo bercewendiyên xwe yên malbatî, berjewendiyên takekesî û ez ezî ve dikişîne bi hişmendiyeke faşîst siyaseta dagirkeriyê li ser civakê ferz dike.

Civaka Kurdistanê, hêzên demokratîk û şoreşger bi hêzeke wiha faşîst re rû bi rû ne. Peywira ku dikeve ser milê hêzên demokrat û şoreşger jî ew e ku li li hemberî vê hişmendiyê têkoşîna xwe bilind bikin. Jixwe ji bilî rêya bilindkirina tekoşînê jî tu alternetîfeke din tune ye. Civaka Kurdistanê ji xwe daye xuyakirin ku ew ji bo vê têkoşînê amade ye û destê ku dirêjî civaka Tirkiyeyê kiriye divê bêtir bê girtin. Bêguman rêya bi tenê ya ku dê azadî û demokrasiyê bîne Tirkiyeyê ev bi xwe ye. Bi nêzîkatiya salvegereke din a çalakiyên 6-8’ê cotmehê divê ev rastî werin dîtin. Di 6-8’ê cotmeha 2014’an de girseya ku dakete kolanan ji her kesî re da xuyakirin ku Kobanê nakeve. Ji xwe piştî wê demeke dirêj derbas nebû çeteyên AKP-DAIŞ’ê mehkûmî têkçûnê bûn. Niha hakimyeta DAIŞ’ê li ser axa Sûriyeyê nema û tiştê ku rê li ber vê serkeftinê vekir bê guman berxwedana Kobanê bû. AKP û DAIŞ’ê li Kobanê bi hevre têk çûn. Wan nikaribû siyaseta dagirkerî, komkujî û osmaniya nû li wê derê pêk bînin. Lewre jî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP ewqasî bi kîn û nefrete li hemberî şoreşa Rojava.

Kobanê neket. Mirov dikare bêje sedema bingehîn a ku pêşiya dagirkeriyê girt tevger û çalakiyên civakî ên 6-8’ê cotmeha 2014’an bûn û di heman demê de ew bû destpêkê hilweşîna faşîzma AKP’ê. Bi nêzîkaya salvegera çalakiyên 6-8’ê cotmehê dîsa ew wekî kabûs û xewnereşkekê ye ji bo desthiladariya faşîst û dîktator a AKP-MHP’ê.

Ya girîng ew e ku ev rastî were dîtin û ew tirs û xewnereşka desthiladariya faşîst a dîktator a AKP-MHP’ê wekî rastiyekî bimîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar