Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...
Perşembe - 29 Ağustos 2024

Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Xeyala Clarayê

Clara ya 9 salî: Ez dixwazim tim binivîsim, pir binivîsim, mezin bibim gelek xizmetê ji kurdan re bikim, yek ji mirazên min ên herî mezin ev e.

Nivîskarê Yenî Ozgur Polîtîkayê Yeko Ardil di nivîsa xwe de çîroka zaroka 9 salî Clara Irmak vegot û tevahiya nivîsê wiha ye;

“Clara Irmak, 9 salî ye, li Parîsê hatiye dinê, li Strasbourgê dijî. Navê xwe ji Clara Zetkinê girtiye. Keçeke şareza, çavvekirî û pir hişyar e. Mirov dibêje qey berê mezin bûye û careke din vegeriyaye li zaroktiyê.

Clara ji niha ve gelek xeyal û mirazan di mêjiyê xwe de xwedî dike. Helbet pirraniya zarokên kurdan yên ji malbatên welatparêz jî di wê çarçoveyê de ne, lê reng û sînorên hizra wan, xeyala wan ji hev cuda ye.

Ya Clarayê nivîskarî ye. Ji niha ve dest avêtiye pênûsê. Sedema vê jî wiha rave dike, “Gava ez biçûk bûm, diya min tim ez bi xwendina çîrokan radizandim, têkiliya me û xwendinê tim zindî bû. Wê jî di serê min de dikir ku ez li ser nivîsandinê jî bihizirim.’

Gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd li mala wan bûne mêvan. Ji wan yê herî zêde pê şîrîn e jî nivîskarê pirtûka Mavî Rîngê Fuat Kav e. Têkiliya di navbera wan de taybetî ye. Gava bang wî dike jî navê wî hilnade, dibêje: “Mavî Rîng!”. Lê diya wê nehiştiye Mavî Rîng bixwîne. Gotiye. “Tundî, şidet û îşkence ye, wê rewşa derûnîya te xera bike.”

Clara ne ji wan kurdên ji rêzê ye. Ew bi kurdîtiya xwe serbilind e. Ji zarokatiyê ve hîna li hêlînê bûye, têkoşîna wê ya li hemberî dagirkeran dest pê kiriye. Lewre her cara gotiye ‘Ez kurd im’, li rastî êrîşan hatiye. Li navenda Ewropayê jî rûbirûmayîna wan zextan pir li zora wê çûye û hîn jî diçe.

Ew wiha li serpêhatiya xwe dikûdîne; “Li hêlînê û dûvre li dibistanê jî gotina, ´Ez kurd im´, tim sedem e ku bela bê serê mirov. Yên tirk yekser êrîş dikin û dibêjin, ´Na, ew ne kurd e, ji xwe kurd ne milet in. Em hemû tirk in´ û me li hev du dixist.”

Carekê jî yek ji wan zarokan jê re dibêje; “Hîç bawer meke ku Apo ji zindanê derkeve, ew ê tê de bimire!” Clara jî lê dixe û malbata zarokî tên dibistanê. Diya lêwik dibêje, têkiliya me bi siyasetê nîne, em van tiştan hîç nizanin, bela xwe ji me vekin!” Clara hêdîka dibêje, “Nexwe kurê we çawa dizane ku serokê me di zindanê de ye?”

Serpêhatiyeke din jî Clarayê pirr xemgîn dibe, lê jina kurd a cîran xwe digihîne hawara wê. Vêna pirr bi dilşadî dibêje, “Dîsa şerê me bû û ew jina tirk a faşîst got, “Hûn ji leşên xwe re jî dibêjin şehîd” û me li hev xist. Jina kurd ser û çavên wan rûçikand, di nav xwînê de hişt. Polîs hatin me ji hev kir. Bûyereke pir mezin û dijwar bû.”

Clara her çiqas ji vê encamê memnûn jî be, dilê wê zêde li şidetê rûnane, ew her li çareyên aştiyane digere.

Wisa jî gava diya wê pirtûka xalê wê yê gerîla dinivîse, ew jî dest davêje pênûsê. Ha, divê neyê jibîrkirin ku yek ji wan rewşenbîrên berdilê Clarayê jî xalê wê yê gerîla ye, niha di zindanê de ye û pirtûkek jî nivîsandiye.

Û em vedigerin ser çîroka wê. Di çîrokê de welatekî dagirkirî heye, ev welat tim bi êriş û zordariyê re rûbirû ye. Lê tim jî li ber xwe dide, şerê man û nemanê dike. Demek tê, keç û kurên melîkên herdu keyseriyan hevdu nas dikin û dil berdidin hev. Defne û Rojan dibin du evîndarên qaçax. Li deverên talde û veşartî hevdu dibînin, ji tirsa bavên xwe nikarin li xwe eşkere bikin. Demek tê, dibînin ku çare nîne. Destên hevdu digirin û direvin.

Herdu welat û herdu keyserî vêna dikin sedemeke din a şerî, her derî disojin, wêran dikin. Şerê dijwar bi salan dewam dike û rojekê herdu ciwan li hembêza wan pitikek vedigerin, li sînorê herdu welatan disekinin. Herdu melîk jî li wir in û herdu jî dipirsin, “Ev çi ye? Ev pitik ji ku derket?” Ciwan jî dibêjin, “Ev zarokê me ye û neviyê we ye.” Melîkê tirk pêşî li dij derdikeve, lê dûvre neçar dimîne ku vegere ser rêya aştiyê. Êdî herdu welat jî hemû hêza xwe ji bo avakirin û sazkirinê seferber dikin.

Di hişê Clarayê de melîkê kurd Ocalan e, helbet yê tirk jî Erdogan e. Clara dûvre dibêje, “Çîrokên wiha hevreng di wêjeya dinê de jî hene, min jî feyza xwe ji wan girt” û wiha dewam dike: “Ez dixwazim tim binivîsim, pirr binivîsim, mezin bibim gelek xizmetê ji kurdan re bikim, yek ji mirazên min ên herî mezin ev e.”

Û babet vedigere ser berxwedana dîrokî ya birçîbûnê. Ya rastî Clara di vê mijarê de dudil e. Ew Leyla Gûven wek jineke pirr mezin û hêzdar dibîne, ‘herî kêm bi qasî Rêber Apo bihêz e!’ lê heger ew berxwedêr bimirin, wê misoger gelek keyfa mirovê xerab (Erdogan) bê. Lewre dilê wê ji vê çalakiyê re nabêje ‘erê.’

Xeyalên Clarayê yên li ser aştiyê bi evîna herdu ciwanan Defne û Rojanî ve girêdayî ye. Aştiya di serê wê de bi evînê re têkildar e, lê ew li hemberî êrişên li sikakên Strasbourgê yên faşîstan jî hişyar e, lewre “ew êriş ji çîroka wê rasteqîntir in”.

Wisa diyar e Claraya biçûk hîna gelek xeyalên aştiyê wê xwedan bike û gelek serpêhatî û çîrokan binivîse, em ê jî li bendê bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar