Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de cara pêşî ye. Yanî ji ber ku Trump beriya vê serdemê jî serokê Amerîkayê bû. Temenê wî jî 78 sal e û di vî temenî de heta niha kes nebûye serokê Amerîkayê. Welhasil mesele ne temenê wî û careke din hilbijartina wî ye.
Meseleya esasî ya hatina Trump ji bo çi ye û çima careke din hat ? Divê em li vê bipirsin. Beriya bi çend mehan qala girtina Trump dikirin. Di wê pêvajoyê de çend caran Trump kirin binçavan û di pêvajoya hilbijartinê de jî êrişên sûîqastê li ser çêbûn. Jixwe eger nehatiba hilbijartin wê hatiba girtin. Kesekî wilo çawa bû serokê Amerîkayê ? Divê em pirsa wê bikin.
Dema em li hêzên cîhanî dinêrin, yanî ew welatên ku mohra xwe li rojevê didin hene. Yek ji wan jî Amerîka ye. Serokê Amerîkayê di gelek mijaran de xwedî biryar e. Wekî serokê cîhanê tê dîtin û hukmê wî gelek e. Beriya vê serdemê jî Trump serokê Amerîkayê bû, lê di serdema wî de gelek kiryarên xerab jî çêbûn. Eger em ji aliyê kurdan binêrin; di dema Trump de rojavayê Kurdistanê pêşkêşî dagirkeriya artêşa tirk kirin. Çeteyên dewleta tirk ji Efrîn heta Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Erdogan û dewleta tirk li hesabê wan tê ku careke din Trump hatiye hilbijartin. Hesabê xwe yê dagirkeriyê jî li gorî Trump dikin. Ji bo vê yekê jî bi şev û roj nîqaşa wê dikin.
Di dema Trump de şerê Rûsya-Ûkraynayê dest pê kir. Wekî din li cîhanê nexweşiya korona belav bû û em ketin pêvajoyeke nexweşiyan. Li aliyekî şer, li aliyê din vîrusa kujer. Niha careke din Trump hat û xwedê dizane bê çi felaket li pêşiya me ne. Hatina Trump ne ji xêrê re ye. Kêfa dewleta tirk tê ku Trump hatiye û li benda wî sekinî ne. Wekî din em li seranserê cîhanê dinêrin desthilatdariyên dewletan di destê dîktatoran de ye. Li Rûsyayê Putîn heye û 24 sal in li ser desthilatdariyê ye. Li Tirkiyeyê Erdogan heye û ew jî 22 sal in li ser desthilatdariyê ye. Li Îsraîlê Netenyahû heye û ew jî salên dirêj desthilatdarî xistiye destê xwe. Welatên derdorê jî bi heman hişmendiyê tên rêvebirin. Û temenê van kesên min qala wan kiriye jî di ser heftêyî re ye. Ew bi xwe ne kesên normal in û mejiyê wan ne ji bo rêveberina welatan e. Îca ev kes qedera şer diyar dikin. Ji ber van kesan û biryarên wan em di nava şerekî mezin de ne.
Li Ewropayê jî desthilatdarî dikevin destê rastgiran. Di rewşeke wiha de em di cîhaneke aloz de ne. Li pêşiya me rojên xerab û giran hene. Wê şer mezin bibe û koçberî zêde bibe. Wê feqîrî û xizanî berfireh bibe. Ji bo vê yekê ez dibêjim xezeba Trump. Bi hatina Trump re ekîba dînan temam dibe. Baronên şer jî dizanin ku Trump tacirekî şer e û li gorî wê pozîsyona xwe amade dikin.