PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Xezeba Zeytûnê: 16 çete hatin kuştin

Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeyntûnê berpirsyariya çalakiya bombeyî ya Pêncşemê ya li Efrînê da ser milê xwe. Rêxistinê ragihand ku di çalakiyê de 16 çete hatine kuştin

Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyeke nivîskî berpirsyariya çalakiya li Efrînê da ser milê xwe. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Di çarçoveya çalakiyên me yên tolhildanê de yên li herêmên ku dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye, çeteyên li Efrîn, Îdlib, Ezaz û herêmên din ên dagirkirî êrîşî gelê me dikin wê timî bibin hedefa hêzên me. Êdî wê ji cezakirinê nikaribin rizgar bibin û metirsiya jiyana wan wê her kêliyê zêde bibe.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev agahî hat ragihandin: “Hêzên me ji bo bersivê bidin sûcên ku dewleta tirk û komên wê yên çete kirine, di 11’ê Tîrmeha 2019’an de li dijî çeteyên Cebhet El Şamiya û qaşo polîsên wan ên li ber Navenda Perwerdeyê bi wesayiteke bombebarkirî çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 16 çete hatin kuştin 19 çete jî birîndar bûn. Em careke din bang li sivîlên li herêmên dagirkirî dikin ku xwe ji qadên leşkerî yên artêşa tirk û çeteyan vegirin. Çalakiyên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê yên li dijî çeteyên ku xaka Efrînê qirêj kirine û xwîna gelê sivîl dirijîne wê bidomin. Em careke din soz didin gelê xwe ku em ê li pêşberî dagirkeran paş ve gav neavêjin.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar