Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Xiristiyanên Rojava Cejna Noelê pîroz kirin

Xiristiyanên li kantonên Hesekê û Qamişloyê bi boneya Cejna Noelê, di serê sibehê de bi lêdana zingilê dêran re, ji bo pêkanîna wecîbeyên olî qesta dêran kirin. Xiristiyanan di pîrozbahiyan de hêviya aştî û aramiyê kirin

Îro 25’ê kanûnê Cejna Noelê ye. Cejna Noelê yek ji girîngtirîn cejnên ola xiristiyan e. Bi boneya salvegera jidayikbûna Îsa Mesîh tê pîrozkirin. Bi vê munasebetê, Cejna Noelê li kantonên Hesekê û Qamişloyê pîrozbahî hatin lidarxistin.

HESEKÊ

Xiristiyanên Hesekê dest bi rê û resmên Cejna Noelê kir. Şêniyan ku berê xwe da dêran, agirê ku weke sembola cejnê ye pê xistin. Di pîrozbahiyê de pêkhateyên Hesekê yên xiristiyan, kurd û ereb amade bûn. Piştre jî li zarokan şirînahî hate belavkirin.

Ji pêkhateya suryanan Xada Cemîle anî ziman ku her sal cejna mîladê pîroz dikin û dara ku sembola dara jiyanê ye, dixemilînin. Cemîle diyar kir ku ji ber ku Îsa Mesîh li rojhilat ji dayik bûye, li serê darê stêrkekê ku stêrka rojhilat e datînin. Cemîle destnîşan kir ku ew di serê sibehê de serdana dêrê û şêniyan dikin û diyariyan belav dikin.

Welatiyê bi navê Cîhad Êlya jî hêvî kir ku aştî û ewlehî li hemû cîhanê û bi taybet jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bê û koçber li bajarên xwe vegerin.

QAMIŞLO

Bi heman boneyê, xiristiyanên Qamişloyê jî Cejna Noelê pîroz kir. Xiristiyanan hêvî kir ku aştî li cîhanê û bi taybet jî li Sûriyeyê pêk bê. Xiristiyanên bajarê Qamişloyê ji seatên sibehê ve piştî lêdana zengilên dêran, berê xwe da dêrên bajêr da ku rê û resmên olî pêk bînin. Merasîma pîrozkirinê li Dêra Marî Yeqûb a Nisîbînî pêk hat.

TIL TEMIR

Her wiha di danê sibehê de li ser dengê zingilên Dêra Meryem El Ezra a ku li navçeya Til Temirê, gelê asur, ermen û suryan berê xwe dan dêrê û rojbûna pêxemberê xwe pîroz kirin. Welatiyan di cejnê de hêvî kirin ku li temamiya cîhanê aştî û aramî serwer be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar