Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Xistina balafireke TB2 Bayraktar tê çi wateyê

Rojê borî di çapemeniyê de derket holê ku 21’ê Gulanê hêzên gerîlayên HPG/YJA Starê li herêma Zêbarî ya navçeye Akrê ya Dihoka başûrê Kurdistanê balafireke bê mirov û bi çek (SÎHA) a bi cûreya TB2 Bayraktar bi rêbazeke taybet xistine xwarê.

Balkêş e SÎHA ya Bayraktar hê di 25 rojên destpêka êrîşkariya dagirkeriyê ya ji 23’yê Nîsana îsal û heta niha dewam dike hatiye xistin. Ev jî rêbaz û takîka nû ya gerîlayê serdemê ku tim di rojeva gerîla û dîsa dijmin de bû nîşan dide ye.

Ev cûre balafira SÎHA ya bi tîpa TBE Bayraktar ku yek ji teknîka nû ku di serî de Erdogan û rayedarên tirk xwe pê nav dide, ji berhemên zavayê wî Selçûk Bayraktar e, ji sala 2015’an û vir ve taybet li Kurdistanê li dijî gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi zêdahî tê bikaranîn.

Taybet piştî ku ev SÎHA bi desteka Almanya û dîsa kamereyên pêşketî yên ji Kanada hatin girtin, Tirkiye pir pesnê vê da û weke çekek mîllî da nîşandan. Dema di destpêka 2015’an de nû nasandina wê dihate ragihandin digotin; ‘Ev çek wê tirsa xofa terorîstan be. Terorîst wê nikaribin serê xwe hildin.’

Piştî pêvajoya çareseriyê ya bi destê dîktator Erdogan hate xirakirin û êrîşên li bir ser bajarên bakurê Kurdistanê û taybet ÎHA û SÎHA li ser sivîlan bikar anî. Ji wê rojê û şûnde taybet li Rojava herêmên dagirkirî di serî de li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û dîsa li başûrê Kurdisanê li gelek cihan bi vê balafirê sivîl hatine qetilkirin. Nasnavê sûcê mirovahiyê girtiye.

Taybet Tirkiye bi şerê li Lîbya û herî dawî Herêma Çiyayî ya Qerebaxê ku demek dirêj Ermenistan û Azerbeycan di nava nakokiyan de bû derket pêşiya me. Tirkiye bi cûre balafira Bayraktar piştgirî da Azerbeycan û kir ku beşek zêde ya Qerebaxê ji destê Ermenistanê bê girtin. Wê demê Tirkiye ev SÎHA ya Bayraktar wisa pênase kir ku her kes jê bitirse.

Li ser vê yekê gelek welatan xwestin bikirin, di serî de Qetar, Ukranya û Azerbeycan dîsa gelek welatên din xwe amade dikin ku bikirin. Lê piştî ku gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê ev cûre balafir xistin, divê ev welat carekî din bifikirin ji bo kirînê.

SÎHA bi cûra Bayraktar ku Tirkiye weke ‘Mîllî gurur’ pênase dikir, li çiyayê Kurdistanê ji aliyê bazên Zagorosan ve hat xistin. Ya li vir balkêş jî şêwaza xistina wê ye. Dema mirov li dîmenê wê dinêre, dibîne ku bi hostayiyeke baş bê ku xisarek mezin bê gihaştin hatiye xistin. Ev jî hostetî û gerîlatîbûna serdemê ya Bazên Zagrosan û Cenga Xabûrê dide nîşandan. Li aliyê din dema xistina wê jî pir girîng e ku qala wê bê kirin. Rast e, demek dirêje ev ÎHA-SÎHA tên bikaranîn lê piştî êrîşa dagirkeriyê ya 23’ê Nîsanê û vir ve taybet hema bêje li ser esmanên herêmên ne ÎHA û ne jî SÎHA kêm nabin. Jixwe balafirên şer û helîkopter bê hed û hesab in. Di nava 25 rojên destpêkê ku artêşa tirk demê xwe yê herî germ bi niyeta wê biçin hema bikevin qadên gerîla û tune bikin, xistina Bayraktarê asta berxwedan û teknîka gerîla jî hat dîtin. Eger ku roja 25’an a operasyonê Bayraktar hatibe xistin, bila niha bifikirin, gerîla li wan çiyayan çawa şev û roj li dijmin dixe. Jixwe em dîsa bînin bîra xwêneran Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû û Wezîrê Parstinê yê Tirk Hulûsî Akar bi xwe mikur hatibûn ku nikarin helîkopteran deynin erdê.

Berxwedana li Zap, Metîn û Avaşînê 3 mehê xwe diqedîne. Di van 3 mehan de her cûre çek û teknîk hat bikaranîn lê ne ÎHA-SÎHA û ne jî balafir û helîkopter û ne jî çekên qaşo ji derve parçe li hevdayî ‘Mîllî’ nîşan didin karî Bazên Zagorosan ji esmanên azad daxînin xwarê. SÎHA’ya Erdogan kete pençeyê Bazên Zagrosê û xistin xwarê. Ev yek jî nîşaneya bê ka dewleta tirk li çiyayên azad ketiye çiravê. Zap, Metîna û Avaşîn naşibin Lîbya û Qerebaxê. Li çiyayên azad Bazên Zagrosan bi azad difirin û rê nadin kesên din li ser esmanên wan û warên wan bifirin. Ji bo wê ye ku ketiye nêçîra ÎHA û SÎHA’yan. Jixwe gelek caran jî gerîlayan dîmanên derbxwarin û lêdana helîkopter û xistina balafirên şer ên tirk ragihandiye.

Ji bo wê ye ku dewleta tirk û dîsa di serî de artêşa tirk li ber gerîla ketiye çiravê û her diçe derbên xurt dixwe. Dema mirov li pêvajoyê dinêre, xaka Kurdistanê ji bo azadiyê ducanî ye. Êşên serfiraziyê dikişîne.

Ne ÎHA-SÎHA û ne jî tu çekên din nikare vîna azadiyê ji kurdan bigire. Ji bo wê ye divê em kurd hinek din bi cesaret li nava bajar û kolanên xwe li ser dijmin de biçin û leza hilweşînê bileztir bikin. Îro eger ku Erdogan tê Kurdistanê û Amedê qala pêvajoyê dike, ev ji tengijînê tê, divê kes vê yekê nexape û ev jî nîşana çokdanîna wan e.

Rojên serketin û serfiraziyê nêz in.

Nûçeyên Têkildar