Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xitimandina stratejî û taktîkê

Piştî ‘bihara ereban’ cîhan kete nav pêvajoyeke nû. Piştî deh salan ji ‘bihara ereban’ ne bihar ma ne jî navê biharê. Niha li Rojhilata Navîn her der payîz û zivistan e. Zivistaneke ku wê kengî biqede ne diyar e. Hêzên hegemonîk bi mudaxaleya nav dewletên Rojhilata Navîn xwestin Projeya Mezin a Rojhilata Navîn ava bikin. Piştî sed salî bihara ereban ji bo van hêzan derfeteke mezin bû. Lê îro xuya dike tiştên wan dixwestin û texmîn dikirin hev negirtin. Li holê aloziyeke mezin ma. Tenê ne ji bo Rojhilata Navîn ji bo tevahiya cîhanê niha demeke bi aloz tê jiyîn. Û ev alozî wê çawa bi encam bibe ew jî ne diyar e. Stratejî û taktîk ewqas li nav hev ketine êdî mirov di dahurandinê de zehmetî dikişîne. Ji ber du sedeman mirov tê nagihîje rewşê: Yan pergala kapîtalîst bi veşartî stratejiyeke pir xurt dimeşîne yan jî ji ber ku serê pergalê pir tevlihev e ew jî nizane çi bike. Bêguman hêza hegemonîk her tim bûye xwedî stratejiyeke xurt. Lê hinek dem hene ku êdî hêza hegemonîk hew dikare bi pirsgirêkan re serî derxe, wê demê jî hêza hegemonîk dest diguhere. Gelo dibe ku ev dem ew dem bin. Dibe ku desthilata hegemonîk a navendî dest biguhere? Rewş hinekî vê dide xuyakirin. Lê li aliyê din hêzeke ku dikaribe wê giraniyê nîşan bide tune. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi tevlibûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn giraniya xwe nîşan da û bû hêza hegemonîk. Lê niha di van şert û mercên şerê cîhanê de kî wê bibe hegemon? An jî dibe ku êdî dawiya pergala desthilata hegemonîk a navendî hatibe? Hungtinton ji bo pergala kapîtalîst dibêje ‘dawiya dîrokê’ ye. Dibe ku ev dawî ne ya dîrokê lê ya pergala kapîtalîst be. Pergala hegemonîk hilweşe û xeta civaka demokratîk bi ser bikeve? Bi rastî jî dibe ku ev alozî veguhere bihara gelan? Dibe ku dem demsala azadiyê be?

Hêzên sereke yên pergala kapîtalîzmê bi gelemperî di nav qeyranê de ne. Yekitiya Ewropayê bi pirsgirêkên nav xwe re mijûl e. Dewletên Yekbîyî yên Amerîkayê bi serokekî bazirgan re mijûl e. Hin dewletên wek Fransayê ku dixwaze hewl bide têkilî nav geşedanên cîhanê bibe pirsgirêkên demokrasî û aborî yên navxweyî dijî. Li aliyê din bloka rûs û Çînê heye. Ev blok ji ber karakterê Rûsyayê ya  antîdemokratîk û berjewendîperest nikare ji gelan re û demê re pêşengiyê bike. Dewletên Rojhilata Navîn ketine pey parastina statuya xwe. Pêşketineke balkêş di têkiliyên navbera Îsraîl û dewletên ereban de tê jiyîn. Gelek dewletên ereb dijminatiya di navbera xwe û Îsraîlê de bi dawî kirin û peymanên bazirganiyê mohr kirin. Lê ev geşedan ji pêşengiya demê re têr nakin û gelek kêm in. Bi kurtasî ku mirov bêje niha li holê dewleteke ku bi giştî dikaribe bi serê xwe statuya kapîtalîzmê bi vî rengî bide meşandin xuya nake.

Ji ber vê aloziyê têkiliyên navbera dewletan jî diguherin. Endamên NATO’yê bi Rûsyayê re têkilî datînin. Rûsya diçe bi dewletên Yekitiya Ewropayê re têkilî pêş dixe. Di geşedaneke ku du dewlet hemberî hev bin de tu dinihêrî li cihekî din bi hev re tevdigerin. Ango stratejî û taktîkên dewletan guherîne. Hin geşedan çêdibin mirov nizane li gorî çi stratejiyê binirxîne. Dibe ku cara ewil e sekin û taktîkên dewletan ewqas di demên zû de diguherin.  Ev jî tê wê wateyê ku li pêşberî van dewletan stratejiyeke pir demdirêj tune ye. Dibe ku hebe jî lê xuya nake. Ji ber ku tu dewlet bi serê xwe nikarin bibin hegemon û pêşerojê jî baş nabînin naxwazin têkiliyên xwe yekalî ava bikin. Ne dixwazin ji dêrê bibin ne jî ji mizgeftê bibin. Ev jî di stratejî û taktîkê de rewşeke tevlihev derdixe holê.

Li aliyê din tevgerên dijberî pergala kapîtalîst jî di hêla stratejî û taktîkê de lewaziyan dijîn. Di sedsalên borî de bi pêşengiya enternasyonala yekem û duyem de kêm zêde rengê hêzên sosyalîst xuya dikir. Lê bi hilweşîna Sovyetan wekî ku sosyalîzm têk çû hate nirxandin û di qada navneteweyî de bêpêşeng ma. Her çiqas îro enternasyonala sosyalîst hebe jî pir pasîf û bêbandor e. Ji ber ku di rêgez û pîvanan de civak û tevgerên civakî esas nagire nabe bersiv jî. Demeke dirêj AKP wekî endamê xwe pejirand. Lê li aliyê din tevgera azadiyê ku têkoşîna sosyalîzmê di asta herî jor de dimeşîne wekî endam nepejirand. Sosyalizmeke ku qıstasa endamtiyê li gorî dewletê bigre dest teqez bi ser nakeve. Jixwe hêzên kapîtalîst heta tu bêjî bes dewletperest in. Heke tu bêjî ez ê  bibim alternatif wê demê divê rêgezên te cuda bin.

Di îlona 2020’î de tevgereke bi navê Enternasyonala Pêşverû hate nasandin. Di nav avaker û rêveberê wê de gelek mirovên hêja hene. Bi bangewaziyekê damezrandina xwe bi awayekî fermî aşkera kir. Lê dema mirov li şêwaza xebata wê dinêre tê dîtin ku lewaz e. Tenê bi nirxandin û şêwirmendiyê re sînordar dimîne. Lê pêdivî bi stratejî û taktîkê têkoşîn û çalakiyê heye. Rêberê Gelê Kurd dibêje “çalakî zimanê demokrasiyê ye”.  Di serdemeke wisa de bê çalakbûyîn mirin e. Çalakiya bêstratejî û bêtaktîk jî ji bêçalakbûyînê xerabtir e. Hem bi giştî ji hêla tevgera enternasyonala pêşverû wisa ye hem jî yek bi yek ji bo tevgerên dijberî pergalê wisa ye.

Tevgera Azadiyê di cîhanê de tu deman wekî îro nehatibû naskirin û rewabûna wê derneketibû holê. Heke dikaribe bi stratejiyeke xurt vê rewşê binirxîne dê dikaribe pêşengiyeke xurt jî bike. Karakterekî kurdan heye: her tiştî li gorî geşedanên dora xwe dinirxîne. Lewma pir teng dimîne. Cîhana kurdekî/kurdekê bi giştî bi gund, navçe û bajarê wî re sînordar e. Hemû geşedan û pêşketinan li gorî vê cîhana xwe dinirxîne. Lewma dibêje ez ‘tiştê di destê xwe de winda nekim’. Marks ji bo proleterya digot ‘ji bilî zincîrên we tiştekî hûn winda bikin tune lê cîhaneke ku hûn qezenç bikin heye’. Ji bo gelê kurd û tevgerên gelê kurd ev tespît pir dijwartir e. Niha cîhaneke ku dikaribe bi pêşengiyê biguhere heye. Di her gav û ramanê de heke li gorî stratejiya şoreşa cîhanê tevbigere destkeftîyên pir mezin bi dest bixe.

Li hemberî xitimadina stratejî û taktîka pergala kapîtalîst û enternasyonala sosyalîst îro li Rojava rêyeke nû vedibe. Bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadparêziya jinan tevna jiyaneke nû tê rêstin. Li hember vê paradîgmayê niha gelek hêz ketina nav êrîşan. Di serî de dewletên derdor hemû wekî qerareşkan dixwazin vê pergalê ji holê rakin. Ango dijminê Rojava pir in. Lê wekî di berxwedana Kobanê de me dît di heman demê de dostên Rojava jî pir in. Komuna Parîsê bi alîkarîya sosyalîstên enternasyonal encex 72 rojan li ber xwe da. Di heftê û du rojan de bi avakirina komunê hêvî û baweriya azadî, wekhevî û biratiyê xurt kirin û kirin ku bigihije heya roja me. Kêmaniya komunê ew bû ku xwe bi tenê hiştin. Dema êrîş hate ser wan nikaribûn xwe biparêzin. Heya dawiyê li ber xwe dan. Pêşengên komunê dev ji xeyalên xwe bernedan. Dema cezayê mirinê li wan birîn jî yek gav paşve neavêtin. Lê ji ber ku stratejî û taktîkeke ku dikaribin xwe mezin bikin û biparêzin pêşnexistin têk çûn. Kêmaniyeke wan a din jî ji hostetiya polîtîkayê dûr bûn. Stratejiya tifakê zêde pêş nexistin. Ev jî ne sûcê wan bû. Di hêla tecrûbe û zanînê de kêmanî hebû. Her tiştî bi canê xwe hîn dibûn. Lê îro li Rojava derfeta tecrûbe û zanînê heye. Berî her tiştî paradîgma û bername heye. Stratejî û taktîke xweser heye. Lewma heke Rojava qeyrana li cîhanê baş dahurîne dikare bibe pêşeng. Dikare xeyalên pêşengên komunê pêk bîne.

Nûçeyên Têkildar