Hîskirin, fêmkirin û pêkanîn

Di bername-hevpeyvîneke me bi hev re çêkirî de Feylesofê Çiya Alî Haydar Kaytan, mînakeke balkêş dabû. “Dibêjin Îbnî Ruşt, li derekî rûniştî ye, Îbnî...

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Hîskirin, fêmkirin û pêkanîn

Di bername-hevpeyvîneke me bi hev re çêkirî de Feylesofê Çiya Alî Haydar Kaytan, mînakeke balkêş dabû. “Dibêjin Îbnî Ruşt, li derekî rûniştî ye, Îbnî...

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...
Perşembe - 28 Kasım 2024

Hîskirin, fêmkirin û pêkanîn

Di bername-hevpeyvîneke me bi hev re çêkirî de Feylesofê Çiya Alî Haydar Kaytan, mînakeke balkêş dabû. “Dibêjin Îbnî Ruşt, li derekî rûniştî ye, Îbnî...

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Xiyaneta 31’ê Tebaxê…

Di dîroka têkoşîna nû ya başûrê Kurdistanê de gelek bûyer hene cihê xwe di rûpelên reş ên dîrokê de girtine. 31’ê Tebaxê jî yek ji van dîrokan e. Her çiqas bi qasî pêwîst helwest li dijî wê çênebibe jî lê bûye ewrek reş û tarî heya niha jî asîmanê Kurdistanê girtiye û bernedaye.

Ji beriya 24 salan roja 31’ê Tebaxa 1996’an Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ji bo derxistina hêzên Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) ji Hewlêrê, hewara xwe gihand rejima Baas ya Iraqê. Piştre tankên rejîma Baasê ketin nava bajarê Hewlêrê û heya ber derê parlamentoya herêmê çûn. Ev xiyanet ta roja me ya îro jî wek yek ji xiyanetên herî mezin ên desthilata kurdî ku ji bo ferzkirina desthilata xwe pêkanî, tê binavkirin. Di encama vê xiyanetê de bi hezaran kes jiyana xwe ji destdan, birîndar bûn û ji cih û warên xwe koçber bûn.

31’ê Tebaxê çi çêbû?

Di sala 1991’an de gelê kurd li başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Baasê raperîn kir û beşek mezin xaka başûrê Kurdistanê ji destê rejima Baasê derxist. Yekem car deriyên azadiyê li pêşiya xwe vekirin û rûpelek a serkeftinê li dîroka Kurdistanê zêde kirin.

Lê vê keyfxweşiya gelê Başûr zêde nedomî. Şoreşgerên duh û desthilatdarên wan rojan li ser lihevnekirina ji bo destkeftiyên şoreşê û raperînê zengila şerê navxweyî lêdan û carek din bû sedem gelê kurd bikeve nava zor û zehmetiyan. Her wiha bûn metirsî li ser tunebûna destkeftên ku bi xwîna hezaran kes hatibûn bidestxistin.

Piştî raperînê, nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê yên ku ji berê de hebûn, berdewam kirin û di destpêka meha gulanê ya sala 1994’an de veguherîn pevçûnan. Pevçûna yekem li navçeya Ranyayê di navbera Yekitiya Nîştimanî Kurdistan û Partiya Demokrata Kurdistan de derket. Piştre ev şer belavî tevayî başûrê Kurdistanê bû. Baregehên YNK’ê li Dihokê û yên PDK’ê jî li Silêmanî hatin girtin.

Roja 4’ê gulana sala 1994’an Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî daxwaza rawestana şer û civîna Eniya Kurdistanî ya ji hev belavbûyî kir. Lê ev daxwaz encam negirt û roja 15’ê gulanê şerê YNK’ê û PDK’ê gihîşt nava bajarê Hewlêrê.

Roja 19’ê Gulana sala 1994’an li seyrangeha (Havînahawar) a bajaroka Pîrmam a Hewlêrê Odeya Çalakiyên Aştiyê hate avakirin.Piştî civîna Mesûd Barzanî û Kosret Resûl Elî biryara rawestandina şer di navbera her du aliyan de hat dayîn. Lê ev biyar jî bê encam ma û şer berdewam kir.

Roja 3’yê Hezîrana sala 1994’an Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî yekalî agirbest ragihand. Ev biryar li gel kontrolkirina navçeyên Qeladiz û Pêncwên ji aliyê hêzên PDK’ê û Tevgera Îslamî ve hemwext bû.

Roja 31’ê Hezîrana heman salê bi amadebûna Celal Talebanî û Mesûd Barzanî Parlamentoya Herêma Kurdistanê civiya. Ev civîn karî heya astekî şer û aloziyan kêm bike. Lê heya dawiya sala 1994’an jî li hinek cihan navber bi navber pevçûn berdewam dikirin.

Hevdîtinên Doblînê

Destpêka sala 1995’an carek din şer di navbera YNK û PDK’ê de dest pê kir. Roja 15’ê Çileyê hêzên ser bi YNK’ê bajarê Hewlêrê xistin bin kontrola xwe. Şer heya 9’ê Tebaxa sala 1995’an bi vî awayî berdewam kir. Her du Polîtburoyên YNK û PDK’ê bi navbeynkariya Amerîkayê li paytexta Îrlanda Doblînê civiyan. Lê ev civîn bi serneketin û nekarîn rewşa heyî kontrol bikin.

Roja 28’ê Tîrmeha sala 1996’an hêzek a Supayê Pasdarên Îranê bi hevkariya YNK’ê sînorê başûrê Kurdistanê derbaskirin û hatin li çiyayê Heybet Sultan êrîşê ser baregehên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê kirin.

Şeva 17 li ser 18’ê Tebaxa sala 1996’an cara sêyem şerê navxwe li Rewanduzê di navbera YNK û PDK’ê de dest pê kir. YNK’ê Sefîn û Şeqlawe girt û nêzî bajarokê Pîrmam bûn. Di wê demê de di destê PDK’ê de ji sêyan 1 kêmtir xaka Başûr mabû.

Roja 22’yê Hezîrana heman salê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî nameyek ji Serokê rejima Baasê Sedam Hisên re dişîne û ji Sedam daxwaza hevdîtinê dike. Name bi van gotinan destpê dike; “Birêz serokê hêja, hûn bi jêhatina xwe fikra deswerdana îraniyan a karûbarên Iraqê bikin.”

Piştî şandina vê namê çend rojek, Mesûd Barzanî diçe Bexdayê û li gel Sedam Hisên hevdîtinek dike û lihevhatinek dikin.

Li gorî vê lihevkirinê artêşa Baasê wê alîkariya PDK’ê bikira ku Hewlêrê bigire. Li beramberê  jî PDK’ê wê rê bi artêşa Baasê bi daba ku li Hewlêr û Pîrmamê alîgir û karmendên muxalîf ên Iraqê bigirtana û dest bi ser baregehên wan de bigirtiban.

Ev lihevkirin wisa dike ku Mesûd Barzanî lez bike ji bo bicihanîna xalên vê lihevkirina li gel Sedam Hisên da. Li aliyê din jî roja 21’ê Tebaxê yanî rojek ji beriya Mesûd Barzanî name ji Sedam Hisên re bişîne, Celal Talebanî jî nameyek ji Fermandarê Giştî yê Supayê Pasdarên Îranê Mihemed Cehferî re dişîne û di nameyê de daxwaz tê kirin ku di demek zû de hêz ji bo deverên dibin destê YNK’ê de were şandin.

Di sibeha 31’ê Tebaxê de hêzên artêşa Baasê ji Kerkûk û Musilê ber bi Hewlêrê ve ketin tevgerê.  Jimara artêşa Iraqê digihişt 30 hezar leşker û 150 tankan. Yekem şikestina hêzên YNK’ê li ser rêya Guwêr-Hewlêrê bû. YNK bêyî ku parastinê bike Hewlêrê berda û rejima Baasê Hewlêrê dagir kir. Tankên rejimê gihiştin ber avahiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê.

Piştî ku YNK ji Hewlêrê bi paşde kişiya û ket destê PDK’ê û rejima Baasê, hêzên YNK’ê li gundê Kanî Wetman a ser bi bajarokê Dukanê bicihbûn. Roja 9’ê Îlonê jî YNK’ê Silêmanî berda û ber bi sînorê rojhilatê Kurdistanê ve paşde kişand.

Mehek piştî bûyerên 31’ê Tebaxê hêzên YNK’ê bi alîkariya Supayê Pasdarê Îranê carek din êrîş dikin û Silêmanî bidest dixin û heya nêzî Hewlêrê hatin. Lê rejimê gef li YNK’ê kir ji wê zêdetir bi pêşde werin ew ê alîkariya PDK’ê bikin û carek din êrîş bikin.

Piştî van gefên rejima Baasê balafirên şer ên dewleta tirk ji bo pêşî li pêşdehatina hêzên YNK’ê bigirin, li navçeya Koyê, Şeqlawe û Ranyayê êrîşî hêzên YNK’ê kirin. Bombebaranên Tirkiyeyê nehişt ku YNK bi pêşde biçe û li sînorên xwe yên berê bicih bû.

Vê yekê jî rê vekir ku beşa başûrê Kurdistanê ya di bin kontrola herdu partiyan de jî perçe bibe. Piştî vê demê bi awayekî fîlî du rêveberiyên herêmê hatin avakirin. Her çiqasî di fermiyetê de yek hikûmet û herêmek federe hebe jî, di fîiliyatê de du navend çêbûn. Navendek Hewler û Duhok ên dibin kontorla PDK’ê de, navendek jî Silêmanî û Germiyan ên girêdayî YNK’ê ye. Dikare bê gotin ku rêveberiya du navendî îro jî berdewam dike.

Piştî 4 salên şer û dijberiya tund a di navbera PDK û YNK’ê de, roja 17’ê Îlona 1998’an li paytexta Amerîka Washingtonê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî bi amadebûna Wezîra Karên Derve ya Amarîkayê Madeleine Albright lihevkirinek îmze kirin. Li gorî lihevkirinê di navbera herdu partiyan de aştî pêk hat û şerê di navbera wan de bi dawî bû.

Li dijî 31’ê Tebaxê tu helwestek nehat nîşandan

Heya roja me ya îro tu helwestek cidî li dijî bûyerên 31’ê Tebaxê nehatiye nîşandan. Ji bo wê li gorî nêrîna çavdêran dubarenebûna bûyerên bi heman awayî ne dûr in û her dema hizbek desthilatdar berjewendiyên wê ket di jêr metirsiyê de dibe ku carek din hewara xwe bigihînin hêzên derekî û van hêzan têxin nava xaka Kurdistanê.

Heya niha bûyerên 31’ê Tebaxê di sîstema perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê de nehatiye bicihkirin daku nifşê nû li ser bibe xwedî zanist. Daku êdî zemîn ji bo dubarenebûna bûyerên bi wî rengî çênebe.

Ji bilî wê jî heya niha Parlamentoya Herêma Kurdistanê helwesta xwe li dijî bûyerên 31’ê Tebaxê nîşan nedaye û şermezar nekiriye.

Modela 31’ê Tebaxê

31’ê Tebaxê ne tenê xiyaneteke, belku bûyerên bi vî rengî di dîroka têkoşîna nû ya başûrê Kurdistanê de bûye mîna modelek. Her demek alozî di navbera hêzên kurdî de zêde dibin, hewl dane hewara xwe bigihînin hêzên ji derve daku bikarin bi vê rêyê desthilata xwe berdewam bikin.

Di sala 1966’an de Celal Talebanî ji ber nakokiyên navbera wî û Mela Mistefa Barzanî li gel Hizba Baas ya Iraqê lihev kir. Di sala 1975’an de jî Mela Mistefa Barzanî bi sedema ku Şahê Îranê piştgiriya xwe jê birî, li gel 100 hezar çekdaran aşbetalî ragihand.

Li başûrê Kurdistanê di nava hizbên desthilatdar de aşbetalî û xiyanet bûye tiştek ji rêzê. Mînakên xiyanetê yên herî dawî jî radestkirina Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an û 16’ê Cotmeha 2017’an radestkirina Kerkûk û deverên ji Herêma Kurdistanê qût bûyîn ku dikir ji sedî 51’ê xaka başûrê Kurdistanê.

Niha jî dewleta tirk bi piştevaniya PDK’ê hewl dide ji sedî 30’yê xaka Kurdistanê dagir bike.

Dewleta tirk zêdetirî 35 kîlometre bi nava xaka başûrê Kurdistanê ve hatiye û dagirkiriye. Roja 23’yê Tebaxê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku PDK êrîşên dewleta tirk rewa dike û destekê dide siyasetên qirkirinê yên dewleta tirk. KCK’ê di daxuyaniya xwe de bang li PDK’ê kir ku nebe hevparê êrîşên dewleta tirk.

Ev bûyer nîşaneya wê yekê ne ku hîna xiyanet berdewam e û her carek bi bergek cûda derdikeve.

Çavkanî: Rojnews / Berhem Letîf

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar