Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

PDK penaberan ji bo xwe bi kar tîne

PDK ji bo berjewendiyên xwe li aliyekî hemû deskeftiyên Kurdistanê pêşkeşî dijminê kurdan li aliyê din jî ji bo xwe bi kar tîne. Hevserokê PADÊ Hisên Hecî diyar kir ku PDK koçberên li kampên Başûr dimînin weke mertalê bi kar tîne û wiha got: “PDK penaberan ji xwe re kiriye propagandaya hilbijartinê. Divê civaka me neyê xapandin û di hilbijartinan de dengê xwe baş bi kar bînin.”

Hevserokê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî têkildarî hilbijartinan û êrîşên dagirkeriyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî. Hecî anî ziman ku di van demên dawî de Iraq ber bi tevlêheviyekê ve diçe û wiha got: “Li herêmê rewşa herî baş rewşa Şengalê ye. Hemû sazî, partî û hêzên leşkerî li ser kar û xebatên xwe ne. Divê vê carê gelê me neyê xapandin û dengê xwe baş bi kar bîne.”

Hecî da zanîn ku roj bi roj ew tifaqa xwe xurt dikin û wiha axivî: “Em weke Heyîa Tensîqî ya partî û hêzên Şengalê li ser karên xwe ne, roj bi roj em tifaqa xwe xurt dikin. Rojane em ji gelê xwe re dibêjin hilbijartin nêz dibin û divê gelê me neyê xapandin. Divê weke her carê gelê me bi xwe çarenûsa xwe diyar bike û nûnerê xwe bi xwe diyar bike. Çi dibe bila bibe em ê xwedî li tifaqa xwe derkevin û civaka xwe bigîhînin aramiyê. Bi rojan e em bi nûnerên dewletê re di nava peywendiyê de ne, berî her tiştê em dixwazin pirsgirêka Şengalê di warê siyasî de bê çareser kirin.”

Hecî bal kişand bi ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandorê li ser gelên Rojhilata Navîn jî dike. Dewleta tirk a dagirker hemû saziyên xizmetkariyê yên Rojava ji xwe re kiriye armanc û topbaran dike. Li hemberî van êrîşên ne mirovane, raya giştî ya cîhanê bêdengiya xwe diparêz e. Li Rojava hemû qadên jiyanê ji aliyê dagirkeriya tirk ve tên bombebarankirin. Lê belê gava Îsraîlê, Gazeyê bombebaran kirin, her kes li dijî vê rabû û gotin; ‘Em vê bombebaranê qebûl nakin’. Ev durûtiya tevahî cîhanê ye. Bi salane dewleta tirk a dagirker li Rojava sivîlan qetil dike û qadên jiyanê topbaran dike. Lê heta niha tu kesê li hemberî vê deng dernexistiye. Ger pêşî li van êrîş û komkujiyan neyê girtin ez bawer dikim ku wê bandorê li Iraqê û tevahiya Rojhilata Navîn jî bike.”

Hecî da zanîn ku gelek kes û nûnerên ji Iraqê serdana Tirkiyeyê kirin û bi Erdogan re rûniştin e û hevdîtin pêkanîne. Hecî got ku ew ji kesên bi Erdogan re rûdinin bawer nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şande û kesên bi Erdogan re rûdinin tenê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî rûdinin, tu bandora wan li ser gelên Iraqê nîne û nake. Heta niha tu kesê û tu şandeyê pirsa çima ewqas baregehên Tirk li Iraqê hene ji rayedarên Tirk nepirsîne. Heta niha kesê li dijî bombebarana axa Iraqê derneketiye. Ev kes tu berjewendiyên gelên Iraqê nafikirin.”

Hecî bal kişand li ser Peymana 9’ê Cotmehê û wiha dom kir: “Gava vê peyamanê xelkê Nînova bi taybet civaka êzidî li dijî vê peymanê derket. Gelê herêmê di wê fikrê de ye ku tu alî û hêz nikare hebûna xwe li ser gelê me ferz bike. Gava em di warê erdnîgariyê de mijarê bigrin dest Şengal bi ser Mûsilê ve ye û Mûsil jî girêdayî Bexdayê ye. Ne pêwîste em daxwazên xwe li ser Başûrê Kurdistanê re ji Bexdayê re bibêjin. Em ê bi xwe daxwaz û mafên xwe ji Bexdayê re ji cihên peywendîdar re ragihînin.”

Hecî diyar kir ku hemû peyman û biryarên di dema Kazimî de hatine betalkirin û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “Çar salan Kazimî serokwezîriya Iraqê kir. Kazimî di serdema xwe de gelek peyman û li hevkirin bi derdor re kirin. Lê piştî hikûmeta wî hikûmeta niha hemû biryar û peymanên di serdema Kazimî de bi awayek fermî betal kirin. Lê heta niha Peymana 9’ê Cotmehê nehatiye betalkirin. Em dizanin ku ev yek pêk nayê. Ne gelê Nînova ne jî civaka êzidî tu carê vê peymanê qebûl nake.”

Hecî anî ziman ku gelek rayedarên Başûr û Iraqê peymanê bi vegera koçberan re girêdidin, lê tu rastî û bingeha van gotinan nîne. Hecî destnîşan kir ku Iraq û Başûr dixwazin pirsgirêka koçberan bikin mijarek siyasî û wiha got: “PDK koçberên li kampên Başûr dimînin weke mertal bi kar tîne. Ji xwe re kirine propagandaya hilbijartinê. Gelek caran Wezareta Koçberiyê ya Iraqê daxuyanî dane û dibêjin, ‘Wê demek nêz de hemû kapên Başûr bigrin û koçberan vegerîni li ser axa wan’. Ev li hemû deverên Iraqê pêk hatine lê tenê kampên Başûr mane û PDK jî wan weke mertal bi kar tîne.”

Hevserokê PADÊ Hisên Hecî got ku Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê berî demekê ji aliyê Elmanya û Norwecê ve hatine vexwendin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em jî li ser navê civaka xwe me serdana van welatan kir. Me daxwazên civaka xwe pêşkêşî herdu welatan kir. Ji serdana me gelek bi bandor bûn, ji ber ku tiştên berovajî gihiştine ber destê wan. Em ê heta dawiyê ji bo berjewendiyên civaka xwe bixebitin û ji bo civaka xwe bibin pir. Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê bûye hêviya civakê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar