Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Xiyaneta PDK’ê ya li ser gelê kurd gihîştiye lûtkeyê

Endama komîteya amadekar a 2’yemîn Mihrîcana Şehîd Berçem Şêrîn Şêx Xidir bertek nîşanî PDK’ê ya ku ji derbasbûna 2 hunermendên jin da û got: “Xiyaneta wan a bi gelê kurd re gihîştiye lutkeyê. Em ê bi pêşandan û geşkirina hunera xwe bersiv bidin êrîşên qirkirinê û siyaseta tê meşandin.”

Tevgera Hîlala Zêrîn a bakur û rojhilatê Sûriyeyê di 6’ê îlonê de 2’emîn Mihrîcana Şehîd Berçem a Jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Komên muzîkê, govend, helbestvan, wêjevan, wênexêz û sînemgerên ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê û derve beşdarî mihrîcanê bûn. Tevgera Hîlala Zêrîn ragihand ku hunermend Emel Mathlouthi ya ji Tûnisê û Şadî Xulamî ya ji rojhilatê Kurdistanê dê beşdarî konserên mihrîcanê bibûna, ji hêla hevkarê dewleta tirk a dagiker PDK’ê ve hatin astengkirin.

Endama komîteya amadekar a mihrîcanê Şêrîn Şêx Xidir derbarê mihrîcanê û astengkirina PDK’ê axivî. Şêrîn Şêx Xidir di destpêkê de girîngî û wateya mihrîcanê wiha nirxand: “Weke Tevgera Hîlala Zêrîn a bakur û rojhilatê Sûriyeyê, me mihrîcana Şehîd Berçem li dar xist. Ev mihrîcan di asta hemû kantonên herêmê de hatiye birêxistinkirin ku em bikaribin weke jin hûnera xwe bînin gel hev û tabloyeke ji dewlemendiya çand û hunera jinên herêmê nîşan bidin. Weke jin me ev derfeta pêşxistin û parastina hûner û çanda xwe, bi riya şoreşa jin qezenc kir. Lewre di roja îro de erka me ye ku em jî bikarbin rola xwe ya li hemberî şoreşê bilîzin û naveroka wê ya çand û hunerî dagirin. Bi taybetî jî ev xebat di bin sîwana Tevgera Hîlala Zêrîn de pêk tê ku ez dikarim teqez bikim em huner, afirînerî, berhem û keda jinan ya ji hemû pêkhateyan pêşwaz dikin û bi pêş dixin.”

Şêrîn Şêx Xidir da diyarkirin ku amedekarî ji beşdarbûna hunermendên ji derve jî hatibû kirin û got: “Di van rojên borî yên mihrîcanê de bernameyên dewlemend hatin pêşan ku di nav de stran, govend, belgefilîm, pêşengeh û hwd cih girtin. Li aliyekî din ji gelek jinên Kurdistanê, Rojhilatê Navîn, Ermenîstan û Yewnanistanê peyam ji bo mihrîcanê jî hatin şandin ku ev jî xebata me dewlemendtir kir. Di vî warî de me ragihandibû ku dê îsal beşdarbûna jinan ji derveyî bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî hebe ku hatibû birêxistinkirin hunermend Emel Mathlouthi û Şadî Xûlamî beşdar bibin. Ev herdû hunermendên bi nav û deng bi rengekî fermî hatin vexwendin ku ewê jî niha li Kobanê bana. Diviyabû niha ew hunermend li vir bûna lê ji ber ku di başûrê Kurdistanê re derbas dibûn PDK’ê hatina wan asteng kir ku rê li ber hatina wan girt.”

Şêrî Şêx Xidir bi van gotinan bal kişand ser siyaseta PDK’ê: “Bêguman em ji siyaset û polîtîkayên PDK’ê ne xerîb in ku xiyaneta wan a bi gelê kurd re gihîştiye lutkeyê. PDK’a ku bi dagirkerên Kurdistanê û qirkerên gelê Kurd re hevkariyê dike û destê wê di nava xwîna kurdan de heye, normal e ku di warê pêşketina şoreşa rojavayê Kurdistanê û bi taybetî hunera jinan de astengiyan derbixe. Çand û hunera ku li cem gelê kurd xwedî cihekî girîng, bi wate û nirx e êdî bûye mijara siyaset û bazara PDK’ê ya bi dijmin re. Ev siyaset asta ketina PDK’ê û xiyaneta ku gihîştiyê nîşan dide.”

Şêrîn Şêx Xidir di dawiya nirxandinên xwe de teqez kir ku ew ê tevî hemû şert û mercan jî mihrîcana xwe bi dawî bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em silav û spasiya xwe ji bo herdu hunermendan dişînin û dibêjin em ê mihrîcana xwe wisa bikin ku weke me bi hev re pîroz û derbas kiribe. Hezkirina hunerê em anîn gel hev lewre jî wê bi heman armancê ev mihrîcan tacîdar bibe. Tevî hemû êrîşên li ser me yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û ji derve jî mihrîcana me berdewam dike. Rojane kombûn û pêşandana berhem û hunera zêdetirî 300 jinan, bersiva herî mezin a van hêzên ku ji bo qirkirina jinan her di nava tevgerê de ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar