Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Xiyanetkar hevkariya dewleta dagirker a tirk dikin

Namzetê YNK’ê yê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Biryar Şiwanî diyar kir ku di nav başûrê Kurdistanê de destê xiyanetê heye ku ji bo qetilkirina zarokên kurdan hevkariya rejîma faşîst ya tirk dikin.

Dewleta tirk ya dagirker rojane û bi rêya hewayî û bejahî êrîşên dagirkeriyê dike ser xaka başûrê Kurdistanê. PDK jî weke partiyek desthilatdar li başûrê Kurdistanê li şûna nîşandana helwestên tund, şermezarkirinê, bixwe bûye beşek ji vê dagirkeriya dewleta tirk, dagirkeriyên wê yên li ser xaka başûrê Kurdistanê rewa dike û di hemû mijaran de hevxemginiya xwe ji bo rejîma qirker ya Enqereyê tîne ziman.

Derbarê dagirkeriyên dewleta tirk a faşîst de namzetê YNK’ê yê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Biryar Şiwanî, li bajarê Kerkûkê ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Biryar li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta tirk a faşîst wiha got; “Êrîş, bombebaran û dagirkeriyên dewleta tirk ya dagirker li dijî gelê me tên kirin nayê qebûlkirin. Di êrîşê vê dawiyê ya dewleta tirk a dagirker ya ser balafirgeha çandiniyê ya Erbetê de çend pêşmergeyên Dijî Terora Kurdistanê şehîd bûn û hinek jî birîndar bûn. Divê Hikûmeta Iraqê, civaka navneteweyî û Amerîka pêşiya êrîş û dagirkeriyên dewleta tirk yên li ser serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin.”

Herwiha Şiwanî da zanin ku, bêguman di nav başûrê Kurdistanê de destê xiyanetê heye ku ji bo qetilkirina zarokên Kurdan hevkariya rejîma faşîst ya tirk dikin û wiha dewam kir; “Ji bo ku dewleta tirk ya dagirker li ser xaka me, zarokên me qetil bike û bike armanc, bi hevkarî û desteka destên xayîn yên li başûrê Kurdistanê vê yekê dike. Ya ku dewleta tirk li dijî xelkê sivîl an li dijî hêzên ewlekariyê dike, sûcekê gelek mezine. Divê kes û aliyên bi xiyaneta li dijî gel û xaka xwe pişta dijmin digire bên darizandin û baca xiyaneta xwe bidin.”

Di dawiyê de Namzetê YNK’ê yê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Biryar Şiwanî nîgeraniya xwe ya li hember bê helwestiya PDK’’ê li hember dagirkeriya dewleta tirk anî ziman û PDK weke pişta dewleta tirk ya dagirker bi nav kir û wiha dawî li gotinên xwe anî; “Ji ber ku dema karmend û pêşmergeyên Dijî Terora Kurdistanê bûn hedef, tu helwest nîşan nedan û bêdeng man. Lê her tim di xema dewleta tirk de ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar