Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Xizanî, ekolojî û jin

Bi rêya ku bi alavên hilberînê mulkiyeta taybet ji holê rabike re, divê serdestiya li ser mirovan bê rakirin. Divê civak xwe bi xwe bi rê ve bibe û fikra edaletê ji nû ve bikeve rojevê. Divê binpêkirina di navbera mirov û xwezayê de ber bi edaletê ve biçe. Bêguman hîmê civakeke wisa bi rakirina mulkiyeta taybet a alavên hilberînê pêkan e

Di dused salên dawî de terza hilberîna kapîtalîst li ser xwezayê bandorek hilweşînkerdike û ji Ewropa û Bakurê amerîKayê dest pê dike û ji wir li hemû cîhanê belav dibe. Hewldanên ji bo têkbirina kapîtalîzmê jî mixabin bi wekhevî, demokrasiyê encam nebû. Rûsya derbasî kapîtalîzma mafyayê bû, Çîn jî derbasî aboriya bazara navendî ya dewletan bû. Vê jî nîşan da ku baweriya bi rejîmên ku xwe dispêrên malên taybet ji baweriyeke vala wêdetir nîn e.

Di encama pêvajoya ku mohra xwe li 20 salên dawî da, bi karasetên ku binpêkirina bê sînor ên xwezayî derketin holê; damareke nû ya ku hilberîberîner bê mal tên hiştin û binpêkirina kedê ya li bajar û gundan, derdixe holê. Li dijî talan xwezayê, tevgera li dij nuklerê û têkoşîna li dijî bendav û siyanurê, îro li Tirkiye û her alî Tirkiyeyê dertê holê. Têkoşîna ji nû ve têkiliya mirovan û xwezayê tê dayîn.

Seruvena dused sal a kapîtalîzmê wek kaos û pêvajoya hilweşînê dertê holê. Binpêkirina axê, krîza xurekê afirand, okyanus bi bermahiyên nuklerê tije bûn. Daristan hatin tunekirin, cureyên zindiyan tune bûn. Ya herî bi êş jî bêguman krîza demsalî bû. Ev dîmen ne encama veguherînên xwezayî ne, encama binpêkirina çavkaniyên xwezayî ye. Ev hilweşîn êdî ne pêkan e bi ‘karên kesk’ jî ji holê rabe. Heta ev çareseriyên wisa dibin berdewama meşandina krîzan. Mînak garisekî bi GDO bikin pakêtên kesk û wisa bi nêrînan bilîzin.

Îro ji bo me tişta hewce; hilberîn, bikaherênerî û teşeyê jiyanek cuda ye. Ev jî bi awayekî hêsan ferz dike ku terza hilberîna kapîtalîst ji holê rabe. Zêdetir hilberîn, afirandina hewcedariyên çêker û çavkaniyên fosîl derxistin û firotin; Di 2010’an de li Korfeza Meksîkayê, karasetên ekolojîk derketin holê û ev pêkanîneke kapîtalîzmê ya li hember civakî û plansaziya ekolojîk bû. Kapîtalîzm tenê dikare bi awayekî demdirêj li hember xwezayê planê bike. Hewl dide bi karê, hêzê keda erzan hebûna xwe bidomîne. Ji bo pêkanîna van planan jî ‘dîplomasiya aborî’, hewce bike jî şerên me dîtîn yên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê. Van dikin dewrê. Ev pêkanînên kapîtalîzmê îro gihiştiye rewşek bi êş. Lê divê em bifikirin ku em çi bikin şûna wê: Tevgerên Kedê ya Kir di serê sala 1990’î de li Bergamayê yek ji tevgerên li dijî madena zêr derketiye holê ye. Ev tevger ji wê rojê heta îro pêla berfirehbûn û radîkalîzasyonê dijî. Li Tirkiyeyê jî piyasabûn-taybetkirin lez bûye, ligel vê bi hevkariya HES’an piyasabûn zêde bûye. Ev jî qada têkoşînek nû diafirîne.

Bi rêya ku bi alavên hilberînê mulkiyeta taybet ji holê rabike re, divê serdestiya li ser mirovan bê rakirin. Divê civak xwe bi xwe bi rê ve bibe û fikra edaletê ji nû ve bikeve rojevê. Divê binpêkirina di navbera mirov û xwezayê de ber bi edaletê ve biçe. Bêguman hîmê civakeke wisa bi rakirina mulkiyeta taybet a alavên hilberînê pêkan e. Dema nêrîna ‘karê’ ji holê rabe û hevsengiyek navbera hewcedariyên mirovan û hewcedariyên ekolojîk de bê avakirin, dikare behsa terza hilberîneke nû bê kirin. Şerta vê hawira demokratîk jî, dem e. Divê mirov kolektîf bifire, ji bo vê jî demê veqetîne. Yanî bi kêmkirina saetên xebatê ev pêkan e.

Li aliyê din jî pirsgirêka olçek wek pirsgirêkek girîng li pêş me ye. Der barê mijara ku wê plansaziya demokratîk di kîjan pîvanê de bê kirin de. Têkoşînên li dijî bendav û madenan yên li Tirkiyeyê nîşan dide ku divê pîvan û plan li gorî rêgezên ekolojîk û demokratîk bên kirin. Di heman demê li dijî dirûşma kapîtalîzmê ya ‘dem pere ye’ û venasîna weke ‘Jiyan wek pêşbirkek ku bêhna mirovan diçikîne’, divê jiyan ‘bê hêdîkirin’. Her wiha li dijî texrîbata ekolojîk û berhemên GDO’yî jî divê têkoşîna me hebe.

Li cîhaneke ku bi pirsgirêkên mezin ên civakî dorpêç bûye, em di krîzeke mezin ku qet nehatiye dîtin de dijîn. Ev krîz, ji newekheviya ku kapîtalîzmê afirandiye xwedî dibe û wan xwedî dike. Ji ber bandora vê em bi xizaniyeke mezin re rû bi rû ne. Gelo pêkan e ku ev krîz bê berovajîkirin û wê kî vê bike? Têkoşînên parçe bûne û kesên parçe bûne nikarin vê bikin. Civakek li dijî zayendperestiyê têdikoşe, nikare li dijî nîjadperestiyê tu gotinekê bêje, der barê vê de nikare bifikire. Wê demê ev tevgera civakî mahkumê windakirinê ye. Ji ber ku nîjadperestî her tim zayendperestiyê zêde dike. Ger ku ev her du ji civakê ranebin, wê demê hem nîjadperestî û hem jî zayendperestî li wir didome. Bi heman awayî tevgereke ku mijara ekolojîk negire rojeva xwe jî îro bi xetereya ku wê nikaribe parçeyeke axa ku civakek nû li ser ava bike, hatiye rû hev. Ji ber vê jî divê demildest tevgerên jinan mijara ekolojiyê bigirin rojeva xwe. Lê jin kirdeyên esas ên vê têkoşînê ne. Ji ber ên herî zêde ji krîzan bi bandor dibin jin in. Ji ber vê jî aliyên kedkar ên ku jin jî tê de ne, di têkoşîna ekolojiyê de roleke sereke dilîzin û neçar in bilîzin jî. Çavkanî: JINNEWS / Ecehan Balta

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar