Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xizir yar û dost e

Endamê Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê Nesîmî Aday, diyar kir ku di elewîtiyê de meha Xizirê meheke pîroz e û got: “Di vê mehê de tiştên xirab nayên kirin, xeberdanên nexweş nayên kirin. Kesên nelihev, li ser sifreya Xizir li hev tên.”

Di elewîtiyê de, meha Xizirê meheke pîroz e. Ev meh di dawiya meha çileyê de dest pê dike, heta nîveka sibatê didome. Xizir, tê wateya ku bi hawara kesên di tengasiyê de ne diçe. Di vê mehê de, piştî rojiyeke 3 rojan loqme tên belavkirin. Xwarina Qaûtê tê xwarin û cema Xizir tê kirin.

Endamê Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê Nesîmî Aday ji nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan re axivî û destnîşan kir ku meha Xizir ji bo wan meheke pîroz e. Aday ji bo Xizir wiha got: “Xizir, rîspî ye û nûr ji ser çavê wî dibare. Hin kes jî wî wekî pêxember dihesibînin. Her çend Xizirê Kal be jî, tim bi hawara kesên di tengahisiyê de ne diçe. Heta navê wî neyê bilêvkirin ne roj hiltê ne jî roj diçe ava. Wexta elewî karekî dikin pêşî dibêjin ‘Ya Xizir’. Pêşî destûr û qewetê jê digirin û paşê dest bi karê xwe dikin. Çimkî, Xizir yar û dost e. Hespekî wî yê boz heye ku wek wî ab-i heyat vexwariye. Ev bawerî li Îran, Azerbaycan, Iraq, Sûriye, Lubnan û Cezayîrê jî heye. Heta niha bi navê wî gelek dever û cihwar hene. Tê gotin, şîreta sebr û ilmê li Pêxember Mûsa kiriye.”

‘Xweza dibe sijde’

Aday destnîşan kir ku navê Xizir wekî Ilyas jî tê bilêvkirin û wiha got: “Li gorî vê baweriyê, tê gotin Xizir bi hawariya kesên li rû erdê diçe; Ilyas jî bi haweriya kesên li nêv behrê de diçe. Elewiyên li Anatolyayê, bi taybetî jî ên li herêma Behra Spî dibêjin; Xidir-Ilyas, Xidirellez. Ev pîrozkirin jî leqayî cejna biharê tê. Tê bawerkirin ku di şeva 5-6’ê gulanê de birayên hev Xidir û Ilyas li ser şaxê gulekê tên cem hevdu û wê şevê hemû xweza ji bo hev dibe sijde.”

Rîtuelên meha xizirê

Aday diyar kir ku heta ew destûrê ji Xizir nestînin dest bi karekî nakin. Aday, bilêv kir ku çanda Xizirê li gelek welatn heye, lê belê rîtuelên wê cuda ne û wiha got: “Du rojiyên mezin ên elewiyan hene. Yek jê meha Maremê ye yanî rojiya 12 îmaman. A din jî rojiya Xizir e. Rojiya Xizir, bi piranî di navbera 13-15’ê sibatê de tê girtin. Piştî rojî diqede cem tê kirin. Navê vê cemê, Cema Xizir e. Lê li Dersimê ev roj diguherin. Li gorî eşîran, bi salnameyek gerok rîtuel tên kirin. Yanî dema wê dirêj dibe. Lê rojên wê naguherin. Roja sêşem, çarşem û pêncşemê rojî tê girtin. Sedemeke taybet a roja sêşemê heye. Divê rojî roja pêncşemê biqede. Çimkî roja pêncşemê ji bo elewiyan rojeke pîroz e. Êvarên pêncşemê ji xeynî van rojên taybet jî tên pîrozkirin. Mesela, her pêncşemê êvarê li ber çirayê mirov tên şiyarkirin.”

 Qaût û loqme tên belavkirin

Aday destnîşan kir ku piştî rojiya Xizir, xwarina Qaûtê tê dayîn û wiha got: “Ev xwarina pîroz bi danê hêrandî û qelandî tê çêkirin. Bi rûnê nivîşk tê çêkirin. Di vê mehê de ên xeydan tên û li ser sifreyê li hev tên. Mirov niyaz dikin, dua dikin û sohbetê dikin. Ji bo Xizir, qurban tê şerjêkirin. Her wiha loqme jî tên çêkirin. Nanê loqme bi şev tê pêşan û veşartin. Li gorî baweriyê; ger wê şevê Xizir bê û dest bi de wî nanî, bereket dikeve wê malê.”

Aday da zanîn ku di vê mehê de xeberdanên nexweş nayên kirin û wiha got: “Ên ji hev xeydandî, li ser sifreya Xizir li hev tên. Xizir biçe kîjan malê, bereket, kêfxweşî û aramî dikeve wê malê.” Aday, destnîşan kir ku bi hêviya ev meh li hemû cîhanê bibe munasebeta aştî û aramiyê.” DERSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar