Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Xizmên girtiyan name û kart ji Rêber Apo re şandin

Xizmên girtiyan ji bo balê bişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, kampanyaya şandina name û kartan a ji Rêber Apo re dan destpêkirin. Kampanya dê heta 30’ê kanûnê bidome.

Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan mînaka wê li dinyayê tuneye û ev 33 meh in agahî ji Rêber Apo, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin nayê girtin. Xizmên girtiyan ji bo balê bikşînin ser tecrîdê kampanyaya şandina name û kartan dan destpêkirin. Kampanyaya malbatan dê heta 30’ê kanûnê bidome. Malbatan têkildarî kampanyayê li avahiya DEM Partî ya Rezana Amedê daxuyanî dan.

Endamên Federasyona komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), rêxistinên navend û navçeyan ên DEM Partiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Kampanya wê heta 30’ê kanûnê bidome

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat têkildarî kampanyayê axivî û got ku welêt di bin tecrîdeke giran de ye. Canpolat bal kişand ser grevên birçîbûnê yên di 27’ê Mijdarê de hatine destpêkirin û Nobeta Edaletê û wiha got: “Weke malbatên girtî û hikûmxaran em îro jî starta kampanyayeke nû didin. Ev kampanya dê heta 30’ê kanûnê bidome. Em ê ji bo birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî qart û nameyan bişînin. Bi vê kampanyayê re em dixwazin bala gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bikişînin ser tecrîdê. Tecrîda heyî hem siyasetê hem jî pirsgirêka kurd bêçareserî dihêle. Hema du peyv jî bin em dixwazin her kes ji bo birêz Abdullah Ocalan name û qartan bişînin. Her kes li cihê lê dimîne bila name û qartan bişîne û ji bo şikandina tecrîdê bibin alîkar.”

Canpolat, da zanîn ku rêya çareserkirina krîza aborî û pêkhatina aştiyê rakirina tecrîdê ye û wiha pê de çû: “Bêdengiya gelan û civakê ya li hemberî tecrîdê, tê wateya mirina zarokên gelê kurd. Lewma divê her kes dengê xwe derxîne. Em dixwazin ku dayik û ciwan alîkariyê bidin. Em tev li kampanyaya şandina qart û nameyan bibin. Divê gelê kurd û malbatên me li dijî tecrîdê bêdeng nemînin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. Piştre jî kesên tev li daxuyaniyê bûn qart û name nivîsandin. kart û name dê ji Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê re bên şandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar