Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Xizmên girtiyan: Xwarin di qirika me de naçe xwarê

Xizmên girtiyan tevî astengiyên polîsan, li pêş Girtîgeha Menemenê rûniştintin û daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatan xwest dewlet alîgirê jiyanê be. Malbatan bal kişand ser rewşa zarokên xwe û gotin: “Xwarina em dikelînin di qirika me de naçe xwarê.”

Malbatên girtiyan, di pêşengiya EGE- TUHADER’ê de bi armanca piştgiriyê bidin girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêş Girtîgeha Tîpa T a Menemenê daxuyaniyê dan çapemeniyê. Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan EGE-TUHAYDER, çalakiya rûniştinê pêk anî û daxuyanî dan. Beriya çalakiyê polîs û eskeran kom dorpêç kir û destûr nedan çalakiye pêk bînin. Lê malbat ji dolmîş û otobusan daketin û nêzî 4 kîlometre meşiyan û hatin ber girtîgehê. Di meşê de Parlamenterê HDP’ê yê Îzmirê Murat Çepnî, Rêveberên HDK’ê, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn. Beriya çalakiya rûniştinê daxuyanî dan. Li ser navê malbatan Hevseroka EGE- TUHAYDER’ê Selma Altan diyar kir ku di salên borî de di çalakiyên greva birçîbûnê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Em bûn şahid ku di çalakiyên berê de gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Niha di pêşengiya Leyla Guven de dîsa çalakiya grevê dest pê kiriye. Heta niha 7 kesan li girtîgehan bi giştî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Nêzî hezar û 500 girtî hatine sînorê mirinê. Li girtîgehê parastina jiyanê erka dewletê ye. Divê dewlet vê erka xwe pêk bîne. Sedema grevê tecrîdkirina Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ye. Ger ku ev tecrîd bi dawî bibe girti wê dawî li çalakiyê bînin. Divê dewlet alîgirê jiyanê be û ji bo jiyana girtiyan gavan bavêje.”

Ger ku hûn daxwazan pêk nînin hûn sûc dikin

Parlamenterê HDP’ê Mûrat Çepnî jî êrîşa polîsan a li dijî çalakiya li Amedê şermezar kir û wiha got: “Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe û jiyan ji nûve geş bibe. Li vî welatî mirov ji bo şer raweste bedena xwe daye ber mirinê. kesên ketine grevê hatine asta krîtîk. Divê teqez tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Bi hezaran mirov mafê qanûnî û hiqûqî dixwazin. Malbat îro li vir vê qerînê tînin ziman. Her mirinek bêtir dijminantiyê kûr dikin. Her mirinek birînê bêtir kûr dike. Em bang dikin em dibêjin vê daxwazê pêk bînin û rê li pêş mirinê bigirin. Ger ku hûn vê yekê pêk nînin hûn dibin şirîkê kuştinê. Hûn sûc dikin. Hûn li hemberî daxwazên demokratîk sûc dikin. Deng û qerina dayikan bibihîzin.”

Hûn çima qerîna dayikan nabihîzin

Dayika Nezîr Gumuş ê li Girtîgeha Tîpa T -1 a Bandirma ku ji 1’ê adarê de di grevê de ye, Hanîfe Gumuş jî anî ziman ku ew naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin û wiha got: “Hikûmetê çav û guhê xwe ji daxwazên girtiyan re girtiye. Ev zilm wê heta kengî bimeşe. Hûn çima qêrîna dayikan nabihîzin.”

Xwarin di qirika me de naçe xwarê

Dayika Mehmet Mençîk a li Girtîgeha Tîpa T-2 a Bandirma Fîlîz Mencik jî bertek nîşanî hikûmetê da û wiha got: “Xwarina em dikelînîn êdî di qirika me de naçe xwarê. Ez êdî nikarim li malê xwarinê bixwim. Ji ber ku ez dizanim tev birçîne. Li vi welatî kesên tecawizkar û kujer tên berdan. Lê zarokên me di şertên giran de tên girtin. Ka edalet û hiqûq ev e?”  ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar