Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Xizmên Windakiriyan aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn

Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Amedê di hefteya 757’an de aqûbeta Îbrahîn Kartay pirsîn û destnîşan kirin ku ji bo dîtina faîlan divê daraz dest ji polîtîkaya demborînê berde.

Çalakiya Xizmên Windakiriyan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin”, di hefteya 757’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê berdewam kir. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Endamên ÎHD’ê, Xizmên Windakiriyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li çalakiyê bûn.

Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Mehmet Tahîr Saçakli di çalakiyê de axivî û got ku her çiqas peyva kiryarnediyar bê bikaranîn jî li gorî wan kiryar diyar in. Saçakli, anî ziman ku ev 30 sal in ew li du heqîqet û edaletê ne û ev tişt anî ziman: “Ji bo aramiya vî welatî pêdivî bi edaletê heye. Em dibînin ku hikûmet neyînî nêzî vê mijarê dibe. Malbatên me yên ku dixwazin li Qada Galatasarayê pirsa zarokên xwe bikin, bi awayekî hovane tên binçavkirin. Di vê kele kela havînê de dayikên me, xwişk û birayên me di wan wesayîtên bizirx de tên îşkencekirin. Divê êdî hûn bizanin ku em dest ji vê yekê bernadin, hûn çiqas pêşiyê li me bigirin jî ji Êlihê heta Amed û Stenbolê em dev ji vê heqîqetê bernedin. Em dixwazin windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin. Ji bilî vê tu daxwazên me nînin.”

Endamê Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz jî serpêhatiya Îbrahîm Kartay vegot ku di 15’ê tebaxa 1994’an de li navçeya Hênê ya Amedê hate windakirin. Akdenîz, wiha got: “Leşkeran di 15’ê tebaxa 1994’an de bi ser gundê Horiyê de girtin û Karatay binçav kirin. Bavê Kartay xwest biçe pirsa aqûbeta zarokê xwe bike lê ji hêla leşkeran ve hate gulebarankirin û gef lê hate xwarin ku aqûbeta kurê xwe nepirse. Hemû serlêdanên malbatê bêencam dimînin. Dema binçavkirin û girtina wî ji hêla gel ve hate dîtin lê binçavkirina wî hate redkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Banga me ji bo meqamên darazê ew e ku dest ji polîtîkayên demborînê berd e da ku faîl bên dîtin.”

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar