Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Xizmên Windayan aqûbeta xizmên xwe pirsîn

Vê hefteyê jî Xizmên Windayan a û şaxên ÎHD’ê yên Amed û Êlihê ji bo dîtina xizmên xwe yên ji hêla dewleta tirk ve hatine windakirin û darizandina kujerên wan, çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de Xizmên Windayan vê hefteyê li Amedê serpêhatiya windakirina Mehmet Zekî Yilmaz û li Êlihê jî Hakki Kaya vegotin

Xizmên Windayan û şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amed û Êlihê di vê hefteyê de jî ji bo dîtina xizmên xwe yên ji hêla dewleta tirk ve hatine windakirin û darizandina kujerên wan, bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ çalakî li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de Xizmên Windayan û endamên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di hefteya 571’emîn de li pêşiya avahiya ÎHD’ê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesên winda hatine windakirin hatibûn hilgirtin. Di çalakiyê de serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku heta edalet pêk tê dê bi dayikan re têkoşîna xwe bidomînin. Zeytûn her wiha gerînendeyê giştî yê rojnameya Agosê Hrant Dînk ku di 19’ê çileya 2007’an de hatibû qetilkirin jî bi bîr anî.

Di berdewame de jî Zeytûn bal kişand ser qetilkirina xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ku di Newroza sala 2017’an de li Amedê hatibû qetilkirin û wiha domand: “Hefteyek berê danişîna doza Kurkut hebû. Me dît ku mudaxaleyî dozê tê kirin. Di hemû sûcên hêzên ewlekariyê de polîtîkayên necezakirinê esas tê girtin. Di vê çarçoveyê de daraz, hemû daxwazên hêzên ewlekariyê pêk tîne. Her wiha em dixwazin ku ji bo dîtina xwendekara zanîngehê Gulistan Doku ku ev 14 roj in li  Dêrsimê winda ye, lêkolîneke bibandor bê destpêkirin. Em şopdarên vê bûyerê ne.”

Piştre jî endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka Mehmet Zekî Yilmaz ku di 26’ê sibata 1994’an de li navçeya Gever a Colemêrgê hatibû înfazkirin xwend. Herî dawî jî çalakvanan çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan kir.

Çalakiya li Êlihê

Li Êlihê jî bi heman boneyê Xizmên Windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 477’emîn de li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên windayan û pankart hatin vekirin. Di çalakiyê de sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Fahrettîn Asutay axivî û bal kişand ser windakirina Doku û bûyera tecawizkirina zarokan a li Dêrsimê. Asutay got ku walîtiya Dêrsimê ji bo ku vê rewşê veşêre, çalakiyên li bajêr ji bo 15 rojan qedexe kir.

Asutay herî dawî jî serpêhatiya Hakki Kaya ku di 18’ê mijdara sala 1996’an de li Amedê bi wesayîta toros a spî hatibû binçavkirin û êdî agahî jê nehatin girtin, xwend. Asutay destnîşan kir ku tevî hemû hewldanên malbatê û vegotinên şahidan jî tu encam ji dozê derneketine.

Xizmên windayan piştî daxuyaniyê jî çalakiya rûniştinê li dar xist. AMED-ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar