Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Xizmên windayan: Em edaletê dixwazin

Li Amedê xizmên windayan û endamên ÎHD’ê, aqûbeta Resûl Arslan ku ji sala 1997’an ve agahî jê nayê girtin pirsîn. Dayikên Şemiyê jî li Stenbolê aqûbeta Îsmaîl Bahçecî ku 26 sal in windaye pirsîn

Xizmên Windayan û Dayikên Şemiyê li Amed û Stenbolê çalakiyên xwe yên heftane lidar xistin.

Li Amedê, xizmên windayan û endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin û faîlên wan bên darizandin’ di hefteya 620’emîn ji ber sînordarkirinên pandemiyê bi awayekî onlîne li dar xistin. Di çalakiyê de aqûbeta Resûl Arslan ku ji sala 1997’an ve agahî jê nayê girtin hat pirsîn.

Çîroka windabûna Arslan endamê Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê Ercan Yilmaz vegot. Li gorî vegotina Yilmaz; di meha hezîranê ya sala 1997’an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di navbera hêzên PKK û leşkeran de pevçûneke dertê û di kêliyên ku pevçûn didomem de Arslan ku berastengê mêjî ye ji malê dertê û careke din agahî jê nayê girtin.

Yilmaz destnîşan kir ku cerdevanên ku tev li pevçûnê bûne gotine ku di pevçûnê de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û ji ber vê yeke malbata Arslan guman dike ku kurê wan di nav van 7 kesan de be.

Malbata Arslan ji vê demê ve agahî ji kurê xwe nagire.

Aqûbeta Bahçecî yê 26 sal in winda ye pirsîn

Dayikên Şemiyê jî di hefteya 822’an de çalakiya xwe bi rêya vîdeoyê li ser medyaya civakî berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta xwendekarê Zanîngeha Marmarayê û Serokê Federasyona Komeleya Xwendekarên Tirkiyeyê Îsmaîl Bahçecî yê di 24’ê kanûna 1994’an de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn. Di çalakiyê de birayê Îsmaîl Bahçecî Umut Bahçecî diyar kir ku Îsmaîl piştî hat binçavkirin carek din agahî jê negirtin û bi telefonekê fêr bûn ku birayê wan hatiye binçav kirin.

Bahçecî da zanîn ku dema bi şopa Îsmaîl ketine û ji rayedaran pirsîne, rayedaran binçavkirina birayê wan înkar kir û ji wê rojê heta niha tu agahiyê jê nagirin û destnîşan kir ku ew ê heta dawî li pey doza birayê xwe bin.

Ji Dayikên Şemiyê Esra Ersan jî anî ziman ku 26 sal in serî li hemû rê û deriyan dane lê heta niha tu agahî negirtine.

Edaletê dixwazin

Ersan anî ziman ku ew ji bo Îsmaîl Bahçecî edaletê dixwazin û wiha got: “Di 24’ê kanûna 1994’an de kesek bi telefonê li malbata Bahçecî geriyan û diyar kir ku ew hevalê Îsmaîl e. Ew kesê xwe wekî hevalê Îsmaîl nîşan da diyar kir ku kurê wan hatiye binçavkirin û xwest li wî xwedî derkevin. Piştre bav Şehmus Bahçecî, serî li Midûryeta Polîsan a Gayrettepe û Serdozgriya Komarê ya DGM’a Stenbolê da.”

Hemû serlêdan bêencam man

Her wiha Ersan anî ziman ku hevalên Bahçecî serî li Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistinên Efûyê yên Navneteweyî dan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Malbatê serî li midûriyeta polîsan, dozgerî û rayedarên hikûmetê dan. Lê hemû serlêdan bêencam man. Der barê binçavkirinê de lêpirsînek çalak nehat kirin. Ji bo aqûbeta Îsmaîl Bahçecî bê ronîkirin em ê lêgerîna xwe berdewam bikin. Çend sal bibor in jî em ê lêgerîna windayan berdewam bikin.” AMED – STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar