Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Xizmên Windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyan pêk anîn

Xizmên Windayan û ÎHD, li Amed, Êlih û Colemêrgê bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya vê heftê pêk anîn û banga pêkanîna edaletê kirin.

Malbatên Windakiriyan faîlên Mehmet Ozdemîr ê li Amedê hatiye windakirin, Necmî Çaçan ê li Tetwanê hate qetilkirin û 19 jê zarok 34 kesên di 28’ê kanûna 2011’an de di encama bombebarana balafirên şer de hatin qetilkirin pirsîn.

Li Amed, Êlih û Colemêrgê Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya vê heftê pêk anîn û banga pêkanîna edaletê kirin.

Amed

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan çalakiya xwe ya 777’emîn a her hefte bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê domandin. Malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan di daxuyaniyê de wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin û qurbaniyên kiryarên nediyar hilgirtin. Di daxuyaniya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di 26’ê Kanûna 1997’an de piştî li Amedê hate binçavkirin agahî jê nehate girtin hate pirsîn.

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê di daxuyaniyê de axivî qala binpêkirinên mafan ên di sala 2023’yan de qewimîn kirin. Ercan, diyar kir ku sala 2023’yan bi pêkanînên antî-demokratîk derbas bûn û bal kişand ku binpêkirinên mafên mirovan ên giran çêbûn. Ercan, xwest ku sala 2024’an bibe saleke ku şer û pevçûn bi dawî bibin, aştî pêk were û binpêkirinên mafên mirovan ji holê hatine rakirin.

Piştî Ercan endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê çîroka Mehmet Ozdemîr xwend. Pişt re daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

Xizmên Windayan û ÎHD jî di hefteya 613’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin bahev. Di daxuyaniya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Malbatên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, rêveberên OHD, MEBYA-DER, Baroya Êlihê, DEM Partî û DBP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Huseyîn Elçî yê di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku heta aqûbeta windakiriyan were zanîn dê li qadan bin.

Huseyîn, di çalakiya vê hefteyê de bûyera ku 19 jê zarok 34 kesên li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê di bombebarana balafirên şer ên dewleta tirk de hatin qetilkirin vegot.

Di daxuyaniya ku hate xwestin ku faîl werin cezakirin bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Colemêrg

Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî li Kolana Hunerê ya navenda navçeya Geverê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên TJA, OHD û DEM Partiyê tev li daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê pankarta ku wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin û bi awayekî kiryarên nediyar hatin qetilkirin û nivîsa “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” hate vekirin.

Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz di hefteya 103’yemîn a çalakiya wan de çîroka Necmî Çaçan ê di 29’ê kanûna 1993’yan de li navçeya Tetwan a Bedlisê ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û bi îşkenceyeke giran hate qetilkirin parve kir û pirsa aqûbeta wî kir.

Keça Necmî Çaçan, Pinar Yilmaz a tev li daxuyaniyê bû bal kişand ku tevî faîl li holê ne jî nayên darizandin û wiha got: “Ne 30 sal 100 sal jî derbas bibin em ê dest ji têkoşîna xwe ya hiqûqê bernedin. Heta ku faîl bên dîtin û li pêş darazê hesab were dayîn ez ê weke keça wî têkoşîna xwe bidomînim. Ez bavê xwe û hemû nirxên di bin çavan de hatine windakirin bi rêzdarî bi bîr tînim.”

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar