Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xizmên Windayan û Dayikên Şemiyê aqûbeta zarokên xwe pirsîn

Xizmên Windayan ên Amed û Êlihê û Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî aqûbeta xizmên xwe yên hatin qetilkirin û windakirin, pirsîn. Li Amedê Xizmên Windayan aqûbeta Hasan Esenboga, li Êlihê aqûbeta Abdulcelîl Kaçar û li Stenbolê jî aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn

Xizmên Windayan ên Amed û Êlihê û Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên ji hêla dewletê ve hatine windakirin û ji bo darizandina kujerên wan, çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de bang li dewletê hat kirin ku di vê mijarê de bikevin nava liv û tevgerê.

Di vê çarçoveyê de Xizmên Windayan ên Amedê di hefteya 537’emîn de jî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de Xizmên Windayan wêneyên xizmên xwe û dowîza ‘parastina kujeran hevkariya sûc e’ vekirin. Di çalakiyê de endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Adnan Orhan axivî. Orhan di serî de salvegera şehadeta bav û apê xwe ku di sala 1994’an de ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û windakirin bi bîr xist. Orhan daxuyand ku heta niha tu kujer nehatine darizandin û serlêdanên wan ên hiqûqê jî nehatine bersivandin. Orhan diyar kir ku bêcezabûn û helwesta darazê wan birîndar dike lê dê zû yan jî dereng, rojekî edalet pêk bê.

Gund şewitandin û şênî koçber kirin

Piştî axaftina Orhan, çîroka Hasan Esenboga hate xwendin. Daxuyaniya der barê Esenboga de wiha ye: “Di sala 1994’an de ji ber ku gelê gundê Bênatê cerdevanî red kir, gundê wan hate şewitandin û şênî hatin koçberkirin. Li ser vê yekê jî malbata Esenboga li gundê Findikli bi cih bû. Li vir jî cerdevanî li şêniyan hate ferzkirin. Ji ber ku gel cerdevanî red kir, ciwanên gund bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê kirine’ hatin binçavkirin. Di 13’ê tebaxa 1994’an de jî Qereqola Cendirmeyan a Findikê operasyon pêk anî û birayê Hasan Esenboga, Bahrî Esenboga, Îlhan Îbak, Ahmet Ozdemîr, Fîkrî Şen, Ahmet Ozer û Mehmet Dayan binçav kirin. Ji van kesên tenê Mehmet Dayan mehek piştre hate berdan. Ji yên din hîn tu agahî nehatine girtin.

Tiliya Temîzoz di qetilkirinê de heye

Hasan Esenboga ji bo ku birayê xwe bibîne, gelek kedê dide. 4 meh piştî windakirina Bahrî Esenboga, vêcarê di 25’ê kanûna sala 1994’an de Hasan Esenboga dema ji bo ajalên xwe diçe Cizîrê, hate windakirin. Hinek şahidên bûyerê diyar kirin ku li Çarrêya Cizîrê wesayîteke ku Cemal Temîzoz jî tê de bû, Esenboga revandine. Cenazeyê Hasan Esenboga 4 roj şûnde li ser rêya Cizîr-Hezexê hate dîtin. Hemû hewldanên malbatê yên hiqûqî jî vala derketin.” Daxuyanî piştî rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.

Aqûbeta Abdulcelîl Kaçar pirsîn

Xizmên Windayan û Parazvanên Mafen Mirovan ên Êlihê jî li Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê di hefteya 443’yan de çalakî li dar xist. Di çalakiyê de li salonê pankarta ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ û wêneyên windayan hatibûn vekirin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku di 30 salên dawî de dewleta tirk di serî de girtin û windakirin, kuştinen bê daraz, gorên komî û hwd. gelek binpêkirin kirine. Beşdaran xwest ku Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê û Rûqaliya Paşerojê bê avakirin. Di çalakiyê de aqûbeta Abdulcelîl Kaçar ku di 17ê gulana sala 1994’an de li Sêrtê hatibû revandin û windakirin hate pirsîn. Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.

Dayikên Şemiyê

Dayikên Şemiyê, Xizmên Windayan û Parêzvanên Mafên Mirovan ên Stenbolê jî di hefteya 739’an de xwestin li qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe bidomînin. Lê polîsan destûr nedan û li ser vê yekê jî dayik li ber avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê kom bûn. Dayikan wêneyên windayan hildan û karanfîl xistin destê xwe. Di vê hefteyê de xwişka Hasan Ocak ê ku di 21’ê adara 1995’an de hate windakirin û piştre cenazeyê wî hate dîtin, Macîde Ocak daxuyanî xwend.

Li ser çalakiyê 24 sal derbas bûn

Ocak da zanîn ku çalakiya wan a ‘Em windayên xwe dixwazin’ dê 2 roj şûnde 24 salan li pey xwe bihêle û wiha got: “24 sal berê di 27’ê gulana sala 1995’an de ji bo kesên hatin windakirin bên dîtin û kujerên wan bên darizandin em daketin qadan. Me li Qada Galatasarayê kesên hatin înkarkirin û windakirin, zindî hiştin. Ev 40 hefteye ku ev qad hatiye qedexekirin. Bi vê yekê dewlet hiqûqa xwe binpê dike.”

Piştî axaftinê jî Macîde Ocak aqûbeta Mehmet Ozdemîr ku di 26’e kanûna sala 1997’an de li Amedê hate revandin û windakirin pirsî. Piştî daxuyaniyê, kurê karsaz Abdullah Canan ku di sala 1996’an de li Gever a Colemêrgê hat windakirin Tayyîp Canan û birayê Cemîl Kirbayir, Mikaîl Kirbayir jî axivîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar