Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xizmên Windayan û Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe pêk anîn

Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe yên heftane pêk anîn. Di çalakiyê de hat gotin ku dê dev jê lêgerîna windayên xwe bernedin

Xizmên Windayan û Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe yên heftane pêk anîn û aqûbeta windayan pirsîn.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 618’emîn de çalakiya heftane ‘Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin’ bi parvekirina vîdoyekê pêk anî. Her hefte di vê çalakiyê de çîroka windayek tê vegotin. Vê hefteyê jî çîroka windakirina Mahmût Onerari yê di 8’ê kanûna 1996’an de li Amedê hat binçavkirin û di 23’yê kanûna 1996’an de li Semsûrê cenazeyê wî hat dîtin, hat vegotin û hat xwestin kujerê wî werin darizandin.

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz çîroka windakirina Onerari xwend.

‘Îşkence lê kirine’

Akdenîz diyar kir ku Onerari li navçeya Licê di wan salên kiriyarên nediyar de gelek caran hatin binçavkirin û ji ber vê yekê koçî navenda Amedê kiriye û ew di navbera Licê û Amedê de şifotiya dolmîşê kiriye. Akdenîz anî ziman ku Onerari di 8’ê kanûna 1996’an de ji aliyê polîsên sivîl ve bi hinceta derbarê wî de îhbar heye hatiye binçavkirin û li ser hewldanên malbatê di 23’yê kanûna 1996’an de li Semsûrê cenazeyê wî hatiye dîtin.

Akdenîz destnîşan kir ku dema cenazeye Onerari hatiye dîtin şopên îşkenceyê li ser laşê wî hebûne û da zanîn ku ji dîtina kujerên Onerari hewldan hemû bêencam mane û xwest kujer demildest werin dîtin û darizandin.

‘25 sal in li vê qadê me’

Dayikên Şemiyê jî di hefteya 820’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ji ber şewba vîrûsa corona dîsa çalakiya xwe li ser pergala onlîne li dar xistin. Dayikan vê carê aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê di 6’ê kanûna 1993’yan de li navçeya Sîweregê ya Rihayê leşkeran ew binçav kirin û winda kirin pirsîn. Dayikan xwest aqûbeta Huseyîn Taşkaya bê ronîkirin û faîlên Taşkaya bên darizandin û cezakirin. Ewil hevjîna Taşkaya Sultan Taşkaya axivî û ev tişt anî ziman: “27 sal berê birayê Sedat Bucak Ahmet Bucak ê cerdevan û eskeran saet di 13:00’ê rojê de bi ser mala birayê min de girtin û hevjînê min li wir binçav kirin. Li pêş çavê her kesî binçav kirin. Em 27 sal in li aqûbeta Huseyîn digerin. Me serî li hemû deriyan dan. Dewletê ew bir û niha agahî jê nayê girtin. Niha neviyê me mezin bûn û wê nevî êdî li kalikê xwe bigerin. Faîl diyar û li holê ne. Heta em yek bibînin em ê têkoşîn û doza xwe berdewam bikin. Em ê dest ji qada Galatasarayê bernedin.”

Hêj zarok bû li qadê bû niha dayik e li qadê ye

Keça Huseyîn Taşkaya Serpîl Taşkaya jî helwesta hikûmetê rexne kir û wiha got: “Bavê min di bin çavan de winda kirin. Hêj ez 7 salî bûm min bavê xwe winda kir. Ez zarok bûm li qadê bûm, niha ez û zarokên xwe li qadê ne. Ez niha 34 salî me û 25 sal in li vê qadê me. Banga me bi salan bi heman rengî olan daye. Em her tim dibêjin bila winda bên dîtin û faîl bên cezakirin. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Heta hemû winda bên dîtin û faîl bên darizandin têkoşîna me dê bidome. Em ê dest ji qada Galatasarayê bernedin. Em wekî dayikên Şemiyê qet dest ji qadê bernadin û windayan ji bîr nakin.”

‘Dewlet erka xwe pêk nayne’

Di hefteya 820’an a çalakiyê de neviya Huseyin Taşkaya, Helin Taşkaya jî anî ziman ku dewlet xwedî erk û peyvir e ku der barê windayan de agahî bide malbatan û bi şopa windayan bikeve û ev tişt anî ziman: “dewlet erk û peyvira xwe ya li hemberî welatiyên xwe pêk nayne û der barê windayan de agahiyê nadin malbatan. Malbatan ji bo windayan serlêdan kirin. Lê nirxên hiqûqê binpê dikin û serlêdan bê encam dimînin. Kalikê min 42 salî bû. Bavê 4 zarokan bû. Nave wî Huseyîn Taşkaya bû û li Sîweregê dijiya. Di serdema 12’yê Îlonê de 5 salan girtin û piştî hat berdan dest bi karê înşatê kir. Wê demê eşira Bucakan neheqiyên mezin dikirin. Ji ber ku Huseyîn Taşkaya ev neheqî qebûl nekir û rexne kir cerdevan û xizmên Bucakan ew kirin hedef û binçav kirin. Kalikê min Huseyîn Taşkaya, di 6’ê kanûna 1993’yan de li taxa Baglarê ya Sîweregê binçav kirin û ji wê rojê heta niha agahî jê nayê girtin. Piştî Huseyîn Taşkaya binçav kirin bi 30 maşîneyên eskerî birin. Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Sîweregê Seymen Ahmet Şenturk fermandariya karwanê dikir. Ji bo Huseyîn Taşkaya  û hemû windayan 121 hefte ye kolan li me hatine qedexekirin. Lê em ê tu carî dest ji qada Galatasarayê bernedin.” AMED – STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar