Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Xizmên Windayan û ÎHD’ê li aqûbeta Çakici pirsîn

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxên ÎHD’ê  li aqûbeta Ahmet Çakici yê ku di sala 1993’an de li Hezroyê di bin çavan de hat windakirin, pirsîn

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 769’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Kesên di çalakiyê de amadebûn wêneyê windayan hildan û pankarta ku wêneyên windayan li ser e jî li erdê raxistin. Xizmên winda, endam û rêvebirên ÎHD’ya Amadê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Ahmet Çakiciyê ku di 8’ê mijdara 1993’an de li navçeya Hezroyê ya Amedê di binçavan de hatibû windakirin, pirsîn. Çîroka serpêhatiya winda Çakici endamê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz xwend.

Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Omer Saman beriya daxuyaniyê axivî û ev tişt got: “Em li Parka Koşuyolu, Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê ji bo winda bên dîtin û kiryaran bên darizandin têkoşîna xwe didomînin. Heta ku heqîqet derkeve holê û li vî welatî aştiyeke bi rûmet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Mixabin, tevî hemû bangên me jî, li erdnîgariya me jî şer didome. Her roj em bi kuştina zarokan re rû bi rû ne. Em ji vir bang li hemû civaka navneteweyî dikin. Em dixwazin her kes ji bo bidawîkirina şerên li Rojhilata Navîn diqewimin bikevin nava tevgerê. Ji ber vê yekê em bang li hemû aliyên şer dikin, ji bo aştiyeke bi rûmet bila her kes çekan deyne.”

Serpêhatiya çîroka winda Ahmet Çakici wiha ye: “Ahmet Çakici di sala 1956’an de li gundê Çitlibahçe yê navçeya Hazroyê ji dayik bûye. Ahmet Çakici yê ku li heman gundî mezin bûye debara xwe bi cotkariyê dikir. Di destpêka Mijdara 1993’an de Ahmet Çakici ku bavê 7 zarokan e, koçî Amedê dike. Çakici yê ku di 8’ê Mijdara 1993’an de ji bo eşyayên xwe yên mayî berhev bike li Gundê Çitlibahçeyê di serdegirtina gund de tê binçavkirin. Piştî leşkeran gund vala kir û agirbi gund xistin. Leşker Çakici ji bi xwe re dibin û gund derketin. Di heman rojê de leşker û cerdevanan avêtin ser Gundê Baglanê yê Licê û xizmê Çakici Mustafa Engîn û gundiyê bi navê Tahsîn Demîrbaş binçav kirin. Li gorî agahiyên şahidan Ahmet Çakici binçavkirin û anîn Amedê û li wir demeke dirêj îşkence û muameleya xerab lê kirin û piştre dîsa birin Hazroyê.

Ji ber îşkenceyê parsûyê Çakici şikestibû

Xizmê wî Mustafa Engîn ê ku li Amedê bi Ahmet Çakici re hat binçavkirin, pêvajoya binçavkirinê wiha nirxand: “Di 8’ê Mijdara 1993’an de leşkeran bi ser gundê me de girtin. Di serdegirtinê de bê sedem hatim binçavkirin. Piştre ez birin Fermandariya Cendirmeyan a Licê. Piştî şevekê li wir mam îfadeya min girtin û ez anîm Amedê. Piştî ku ez anîn Amedê lêpirsîna min hat kirin. Di dema lêpirsînê de bi taybetî pirsa ez Ahmet Çakici nas dikim yan na kirin. 7-8 roj derbas bûn. Kesek bi min re hebû. Ji ber ku çavê min girtî bû, min nizanibû ev kes kî ye. Wan em birin qata duyemîn. Li wir yekî ji paşve potê çavê min bilind kir û bi kurdî got: ‘Apê Mistefa, çavê xwe hinekî veke. Dema min çavên xwe vekirin, min Ahmet dît. Lê me nikaribû zêde biaxivin. Dotira rojê em birin jêrzemînê. Em 16-17 rojan li wir di hucreyan de man. Wê demê ez û Çakici li heman cihî bûn. Ji ber çavê min girtîbû min wî nedît lê carinan em diaxivîn. Ji ber îşkenceyê parsûyê Çakici şikestibû. Paşê min berdan û min careke din ew nedît.’

Çakici dibê malbatê agahdar bikin

Hikmet Aksoy ê ku di Çileya 1994’an de li gundê Zenge yê navçeya Licê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin, der barê Çakici yê ku di girtîgehê de dîtiye de wiha dibêje: ‘Piştî ku gardiyanan min binçavkirin ez radestî Fermandariya Cendirmeyan a Hezroyê kirin. Piştî 80’ê rojan li vê qereqolê mam, dîsa min birin Qereqola Gundê Kavaklibogaz a navçeya Hazroyê. Min li vir xistin hucreyê. Ahmet Çakici di hucreya li kêleka hucreya ku ez tê de dimam bû. Ez wî nas dikim ji ber ku em li gundên cîran dijîn. Derfeta me ya axaftinê pir hindik bû. Dema me derfet dît, me diaxivî. Ji min re got, piştî 80’ê rojan li Amedê hat girtin, min birin Fermandariya Tabura Hazroyê û piştî 3 mehan li wir mam, min anî vir. Dema ji bo xwarinê bigirim demin 3 caran Çakici dît. Di roja 16’êmîn a binçavkirina min de leşkerek hat hucreya min ûgot ku wê min ji wir bibin. Derfet çêbû ku ez û Çakici pir kurt biaxivin. Wî ji min xwest ku eger ez hatim berdan, ez ji malbata wî agahdar bikim ku ew li wir girtî ye û ji malbata wî  re bêjim ku li ser vê yekê bi rayedarên berpirsiyar re têkilî deynin. Piştre min ji wir birin.”

Serlêdan bêencam dimînin

Piştî Ahmet Çakici hat binçavkirin, malbata wî serî li Walîtiya Rewşa Awarte, Serokatiya Dadgeha Ewlekariya Dewletê û Fermandariya Tabura Hazroyê da. Lê tevî îfadeyên şahidan jî hemû serlêdan bê encam dimînin. Nayê qebûlkirin ku Çakici girtî ye. Li ser vê yekê malbata Çakici serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Di 8’ê Tîrmeha 1999’an de AÎHM’ê bi hinceta ku bendên 2, 3, 5 û 13’an ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê kiriye, Tirkiye bi dayîna tazmînata madî û ne madî mehkûm kir.”

Daaxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar