Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xizmeta 44 salan di warê tendirustî de

Jina bi navê Suad Celal Ebdullah tevî jiyanek zehmet û bi trajedî derbaskiriye, lê di heman demê de jî bûye yek ji mînakên jinên herî jêhatî û xizmetkar ku 44 salan di warê tendirustî de xizmet ji gelê xwe re kiriye.

Jina bi navê Suad Celal Ebdullah bi rêya Rojnews behsa bûyer, zehmet û qonaxên jiyana xwe kir ka çawan di temenê zaroktî de dayîk û bavê xwe ji dest da. Her wiha behsa çawaniya hevjîniya xwe, çawan xwedîderketina li xwişk û birayên xwe û mezinkirina wan kir. Tevî berpirsyartiyên din ên jiyana hevjiniyê û hebûna gelek astengiyan lê wê karî beşa perstyarî (hemşire) temam bike û 44 salan di kerta tendirustî de xizmet bike.

Suad Celal Ebdullah di sala 1955’an de li gundê Qayken tê dinê, hîn di temenê xwe yê du saliyê de bû, malbata wê koçî taxa Çarbax a Silêmaniyê dike. Zaroka destpêkê ya malbatê ye, du xwişk û birayek wê hene. Di sala 1963’yan de bavê wê bi destê rejima Baas tê qetilkirin. Çar sal piştî wê jî dayîka wê ji ber nexweşiyê koça dawî dike. Piştî dayîk û bavên wê wefat dikin, bi alîkariya mamek xwe li xwişk û birayê xwe xwedî derdikeve ta wan didin zewicandin.

Piştî dibistana navîn diqedîne, di sala 1969’an de li gel kurmamekê xwe dizewice ku hîn di zaroktîde bavê wê biryar dabû ku ew li gel pismamê xwe bizewice. Suad jî bi mercek li gel pismamê xwe dizewice, ew jî wê rê bide ku ew bikare xwişk û birayê xwe bîne cem xwe û wan xwedî bike. Bi vî rengî dizewicin, li gel hevjînê xwe vedigerin gund. Piştî salek û nîv, xizmek wê pêşniyar dike ku tevlî dewreyek perwerda sê salî ya perstyariyê bibe. Piştre vedigerin Silêmaniyê û dest bi perwerda perstyarî dike. Di sala 1974’an de bi awayek serkeftî perwerda xwe diqedîne.

Di heman salê de li nexweşxaneyek ya Derbendîxanê dest bi kar dike. Bi qasî du salan li wêderê dewam dike. Piştre li Silêmaniyê nexweşxaneya perwerdê tê vekirin. Ji ber kêmaniya karmendan ew li wê nexweşxaneyê tê erkdarkirin.  Di sala 1989’an de nexweşxaneya taybet a zarokbûnê tê vekirin. Wek berpirsa beşa kurtajê dest bi kar dike. Di sala 1993’yan ta 1996’an wek berpirsa beşa zarokbûnê ya nexweşxaneyê kar dike.

Piştre çar salan wek berpirsa beşa şêwirmendiya nexweşxaneyê erk digre. Piştî wê jî di sala 2001’an de dibe rêvebera perstyarên nexweşxaneyê heta dawiya sala 2015’an. Di dawiya wê salê de li ser xwesteka wê ji bo taqîgeh (labaratuwar) giştî tê erkdarkirin. Li wêderê sê salan kar dike û di sala 2018’an de jî xanenişîn dibe.

Suad Celal Ebdullah diyar kir di dema rejima Baas de peywendiyek wê ya baş li gel hêzên pêşmerge de hebû û gelek caran bi veşartî kelûpelên pêwîst ji bo wan dişand. Her wiha got, wê gelek caran pêşmerge di mala xwe de vedişart û pêşmergeyên birîndar derman kiriye. Suad da zanîn ew yek ji endamên damezrêner ên sendîkaya karmendên tendirustiyê bû û yek ji endamên şandeya tendirustî bû ku serdana welatên derve dikir.

Suad Celal diyar kir dema wê dest bi xwendinê kirî, hejmarek gelek kêm ya zarokên keç dixwendin. Her wiha aşkere kir dema wê li Silêmaniyê dest bi karê perstyariyê jî kirî, derdorê bi rengek ku tişek şerme jin li nava nexweşxaneyan de kar bikin, lê temaşe dikirin.

Suad da zanîn dema wê dest bi karê perstyariyê kirî, gelek astengî jêre dihatin derxistin, lê wê guh neda astengiyan daku bikare xwişk û birayên xwe xwedî bike.

Suad Celal Ebdullah behsa yek ji serpêhatiyên xwe yên di dema perstyariyê de kir û got, “Şevek du leşkerên rejima Baas jinek du canî ji girtîgehê anîn nexweşxaneya zarokbûnê ku dema ji dayîkbûna zaroka wê hatibû. Wê jinê rica kir ku çend rojek li nexweşxaneyê were hiştin, kesûkarên wê werin agahdarkirin ji bo bên bibînin. Me du roj wê li nexweşxaneyê hişt, bi rengek kesûkarên wê hatin agahdarkirin. Me cilê karmendek paqijiyê li xizmek wê kir û wisan derfetê hevdû dîtinê peyda kir. Piştî du rojan ew jin li gel zaroka xwe ya nû ji dayîkbûyî cardin birin girtîgehê.”

Di dawiyê de jî Suad Celal Ebdullah bang li jinan kir ku li hemberî zehmetiyên jiyanê bihêz û xweragirbin. Ti demê gav bi şûnde navêjin û hertim hewla xwepêşxistinê bidin.

 

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar