Li ber deriyê Parka Şehîd Sema ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xwendekarên hemû dibistanên wargehê kombûn û bi daxuyaniyekê helwesta ENKS’ê ya li dijî perwerdeya zimanê Kurdî şermezar kirin.
Piştî qedeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê re daxuyanî ji aliyê xwendekar Sevgî Yeman ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dagirkerên ku bi dehan salan e ji bo tunekirina ziman û çanda gele kurd hewl daye û nikarî bigihêjin armaca xwe, îro bi deste xwefiroşên kurd dixwazin xwe bigihînin encamê û wiha hat gotin: “Zimanê kurdî yê ku bi sedsalan e pêşengtiya wêjeya cîhanê kirî, ji holê bide rakirin û bi vî awayî gelê kurd tune bikin. Bi vê boneyê êrîşên xwe yên çekdarî yên li ser Başûrê welat, PDK ya ku xwe weke partiya kurdî dide binavkirin, her wiha ENKS ya ku weke şopdarê konevaniya xwefiroşiyê, bi awayekî pir vekirî vê daxwaza dewleta tirk pêk tîne û bêyî ku şerm bike li hemberî tevahî gelê kurd daxwaz dike ku zimanê kurdî ji holê rabikin. Vê bêrêziya xwe li rojavayê Kurdistanê ya ku bost bi bost bi xwîna pakrewanan hatî avdan, bêyî ku şerm bike, tîne ziman.”
Xwendekaran bi tundî helwesta ENKS’ê şermezar kirin û ev tişt diyar kirin: “Em bang li wan xayîn û xwefiroşan dikin ku dest ji van kiryar û reftarên xwe berdin. Dîsa em bang dikin ku bila baş bizanin em ê tu caran rê nedin ku ser xwîna şehîdên me bazaran bidin meşandin.”
Her wiha daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimre xiyanet’, ‘Bijî perwerdeya bi zimanê kurdî’ û ‘Bijî berxwedana gelê kurd’ bi dawî bû. MEXMÛR